LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Li taxa Kurdan: 13 çete hatin kuştin û 35 sivîl hatin rizgarkirin

Li taxa Kurdan: 13 çete hatin kuştin û 35 sivîl hatin rizgarkirin

REQA – Şervanên QSD‘ê li taxa Kurdan a Reqayê 13 çete kuştin û motosklêke bombebarkirî ku xwest xwe di nav wan de biteqîne, bê bandor kir. Her wiha 35 sivîl jî rizgar kirin.
Li taxên Nehda, Azadî, Hina, Emin û taxa Kurdan ên Reqayê şerê di navbera Hêzên Sûriyeye Demokratîk û çeteyên DAIŞ‘ê bê navber berdewam dike. Şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk li taxa Kurdan pêş de diçin û çete di taxê de tengav kirine, di encama şerê li vê taxê 13 çete hatin kuştin. Çeteyên ku li hember pêşdeçûnên şervanan bê çare mane, êrîşên xwekujî pêk tînin û sivîlan ji xwe re wekî mertalên zindî bi kar tînin. Çeteyên ku hewl dan motosklêtke bombebebarkirî di nava şervanan de biteqîne, hewldanan wan ji aliyê şervana ve hate şikandin. Li aliyekî din, 35 sivîl ji aliyê şervanên QSD‘ê ji çeteyên DAIŞ‘ê hatin rizgarkirin.
30.09.2017
Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً