LEZGÎN
الرئيسية / KRONOLOJIYA ROJANE / NÛÇEYÊN SEREKE YÊN ROJANE

NÛÇEYÊN SEREKE YÊN ROJANE

ROJAVAYÊ KURDISTAN Û SÛRÎ:

* Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yekem foca leşkerî ragihand û dewereya perwedeya yekem a tabûra girêdayî focê ku 45 roj berê bi navê “Şehîd Ebû Şiyar”hatibû destpêkirin bi merasîmekê bi dawî kir.

* Şervanên QSD‘ê li taxa Kurdan a Reqayê 13 çete kuştin û motosklêke bombebarkirî ku xwest xwe di nav wan de biteqîne, bê bandor kir. Her wiha 35 sivîl jî rizgar kirin.

* Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê li 4 baskên Pêngava Bagera Cizîrê pêşveçûna xwe didomînin. Zêdeyî 10 çeteyan hatin kuştin û miqdarek çek û cebilxane ketin destê şervanan.

* Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li kela Semanê bi cih dibin, bi hawanan gundê Îska yê girêdayî navçeya Şêrawa ya Kantona Efrînê topbaran kirin. Di encamê de ziyan gihîşt malên welatiyên gund.

* Serokê pîlotbiroya Lîwa El-Mutesim Mustefa Sêcerî tewanên ku hejamreke kesayetiyên rikberîya sûrî tûjî wan kirin di encama êrîşên balafirên Rûsî li ser Idlibê şermezar kir.

* Hejmara kuştiyan li bajarê Ermenaz yê rojavayê Idlibê di encama êrîşên Rêjîma Sûrî de bilind bû 27 welatiyên sivîl û herweha 45 birîndarî.

* Rêxistina terorîst ya DAIŞê piştî şerên roja borî û ya beriya wê dijî hêzên rêjîmê niha tenê 40 kîlometran dûrî bajarê Tedmur a li gundewarê rojhelatî Humsê maye.

BAKURÊ KURDISTAN Û TIRKÎ:

* Çavkaneiyeke berpirs ji Herêma Kurdistanê ragihand ku seferên Qeterê û Tirkiyeyê bo Herêma Kuridstanê dê di 6ê Cotmehê de careke din dest pê bikin.

* Dozgeriya Îzmîra Tirkiyê li rojava Tirkiyê fermana girtina bi dehan kes ji endamên artêşa vî welatî bi tawana hevkariya bi koma Gulen da.

* Nûredîn Canikli wezîrê berevanîyê yê Tirkîyê li koma efserên vî welatî li bara ihtimala pevçûn û şêrê li Herêma Kurdistana Iraqê hişyarî da û got: Rayedarên Herêma Kurdistana Iraqê derbasî lîstikeke bi xeter bûn û ber bi fitnekarî û birêxistina bêtifaqîyê li herêmê pêngavan radikin.

* Receb Teyîb Erdogan serokomarê Tirkîyê li civîna rojnamevanîyê ya hevpar digel Vladimîr Pûtîn serokomarê Rûsîyê li bajarê Enqerê tekez kir ku lidarxistina giştpirsîya cûdabûnê li Herêma Kurdistana Iraqê şaşitîyeke mezin bû û got: Enqere û Moskov têkildarî parastina yekperçetîya axa Iraqê hevdeng in.

* Wezîrê Perwerdeya Netewî yê Tirkiye Nûman Kurtulmuş derbarê giştpirsiya serxwebûna Başûrê Kurdistanê de got: “Ti fêydeya wê dê ji bo gelên herêmê nebe.”

BAŞÛRÊ KURDISTAN Û IRAQ:

* Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragihand, ku qonaxa duyemîn a operasyona kontrolkirina Hewîce û navçeyên derdorê dest pê kir. Ebadî tekez kir ku tinebûna DAIŞê nêzîk e.

* Endamê Polîtbûroya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Hoşyar Zêbarî dibêje, serkirdetiya kurd bi ti awayî encamên referandûmê hilnaweşîne û divê êdî danûstandinên piştî referandûmê bên kirin.

* Nivîsgeha Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî 29ê Îlonê derbarê biryara Bexdayê ya destdanîna ser hemû deriyên sînorî yên bejayî û esmanî yên Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de Serokwezîrê Iraqê diyar dike ku mebesta biryarên li ser Herêma Kurdistanê têne sepandin, ne zirardana gelê Kurdistanê ye, lê ji bo garantîkirina (Deman) rêgirtina qaçaxî û gendeliyê (Fesadê) ye.

* Wezareta Berevaniya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand, Bexda dixwaze bi kordînasyona Tirkiye û Îranê kontrola deriyên sînorî yên Herêma Kurdistanê bi dest bixe.

* Cîgirê Serokomarê Iraqê Îyad Elawî daxuyaniyek ji 6 xalan pêk tê weşand û tê de bangî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî kir ku bê merc dest bi diyalogê bikin.

* Serokê DAIŞê Ebûbekir Bexdadî di peyamekê de, behsa helwesta dewletên herêmê û daxwaza dewletbûna Kurdan kir. Li gor vîdyoya dengî ya li ser navê Bexdadî hatiye belavkirin: “Tirsa mezin a Tirkiyê ew e ku Kurd dewletekê damezirînin.” Bexdadî li ser pêşhatên herêmê dibêje, “Hevpeymanan, welatên Ewropa, Îran û Iraq hemû yekdeng in ji bo paşxistina hin mijaran da ku ti tiştek wan mijûl neke ji şerkirina li dijî Dewleta Îslamî li herêmê.”

ROJHILATÊ KURDISTAN Û IRAN:

* Îranê ragihand ku bi awayekî demkî dê veguhestina petrola Kurdistanê qedexe bike.

* Wezîrê Derve yê Îranê Muhammed Cewad Zarîf di axaftina xwe de ragihand ku heke Amerîka ji peymana nûkleerî vekişe dibe Îran jî derkeve.

* Li Urmiye yê Rojhilatê Kurdistanê helîkopetreke leşkerî ya Îranê kete xwarê û di encamê de kesekî canê xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.

CÎHAN:

* Koşka Êlîzeyê ya Seroktiya Fransayê bi daxuyaniyekê bang li rêveberiya Iraqê kir ku mafên Kurdan nas bike.

30.09.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً