LEZGÎN
الرئيسية / Bakurê Sûriya / Bîlançoya Heftane ya Reqayê-Infographic

Bîlançoya Heftane ya Reqayê-Infographic

REQA – Şervanên QSD ê bi armanca baqijkirina navenda bajarê Reqayê ji çeteyên DAIŞ ê hemleya Cenga mezin didiomînin, şervanên QSD ê niha bajar ji sedî zêdeyî 85 xistine bin kontrola xwe de, di nava pêşketinên Şervanên QSD ê yê heftiyekê de gundê Reqa semra û Mizgefta Îmam El Newî rizgarkirine û 112 çete di encamê de hatine kuştin.

Hemleyên ku Meclisa leşkerî ya QSD ê raghandibû û bi armnaca baqijkirina Reqa û gundewarê wê ji çeteyên DAIŞ ê da ku sivlên wê heremê rizgarbikin di qonaxa çaran ango hemleya Cenga mezin ku di 6ê Hizêranê de hatibû raghandin didiome.Hemleya Cenga mezin ya rizgarkirina navend abajarê Reqa di roja xwe ya 117 an de û ber bi rizgarbûna bajar bi giştî didome.

Di riya Infographic ku hatiye amadekirin, pêşketinê ku di nava heftiyekê di Reqa de rû dane wihane:

Di şerê dijwar ku li navenda bajarê Reqa de rû didin de û bi taybet li taxên El-Emîn, Hena, Çerxeriya Neyîm û Çerxeriya Dele, di heman demê de li taxa Nehda ya rojavayê navenda bajarê Reqayê jî şervanên QSDʹê pêşveçûna xwe ya ber bi mizgefta El-Îmam El-Nûrî ve didomînin. Li taxa Endelus a bakurê bajar jî di nava şervanan û çeteyan de şer rû da.

Di şerê li tax û deverên navborî 14 çete hatin kuştin. Her wiha 400 guleyên ARG ketin destê şervanan.

Di şerê ku heta niha li navenda bajarê Reqayê dewam dike de, 3 maşîneyên bombebarkirî yên çeteyên DAIŞ`ê ketin destê şervanên QSD`ê.

Çeteyên DAIŞ`ê ku cilên sivîlan li xwe kiribûn êrîşî noqteyên şervanên QSD`ê yên li gundê Reqa Semra a 3`yê Km li rojhilatê Reqayê, kirin. Li vir erebeyeke bombebarkirî ya çeteyan hate rûxandin, di encama şerê ku heta niha li navend û rojhilatê Reqayê dewam dike, heta niha 23 çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin û cenazeyên sê ji wan kete destê şervanan.

Çeteyên DAIŞ′ê hewl dan bi awayekî veşartî derbasî taxên Meşleb, Sînaa û gundê Reqa Semra bibin da dorpêça şervanên QSD′ê bişikînin û noqteyên şervanan hedef bigirin. Di encamê de li gund û herdû taxan şerekî dijwar rû da, 40 çete hatin kuştin, erebeyeke bombebarkirî ya çeteyan hat rûxandin û hejmarek cenazeyên çeteyan ketin destê şervanan.

Li taxa Kurdan şervanên QSD’ê derbên giran li çeteyan dan û ber pêşve diçin. Di encama şerê ku li vê taxê rû da de, 17 çete hatin kuştin û hejmareke mezin çekên çeteyan ketin destê şervanan.

Çekên hatine desteser kirin ev in ″13 Keleş û 30 hezar guleyên wê, 8 doçika û 20 sandoq guleyên wê, 4 BKC û 150 sandoq guleyên wê, 15 fûze (sarûx), 6 Qarnas, 700 bombeyên dest û 5 erebe″.

Ji aliyekî din ve jî Yekîneyên Antî-Teror saet di 04.00′ê sibehê de li herêma Cezra ya girêdayî bajarê Reqayê li ser avahiyeke ku çeteyên DAIŞ′ê lê kom bibûn, çalakî pêk anîn. Di encamê de avahî bi temamî hat rûxandin, hejmarek mezin ji çeteyan hatin kuştin û gelek cebilxaneyên wan hatin bidestxistin.

Li taxên Nehda, Hena, Taxa Huriye, Taxa Kurda û taxa Emin de şerên giran rû didin. Di encama şerên ji şevê din heta vê sibehê 11 çete hatin kuştin. Cenazeyên hemû çeteyên hatine kuştin jî ketin destê şervanan.

Şervanên QSD′ê gundê Reqa Semra yê rojhilatê Reqayê rizgarkirin. Di encama şer de 16 çete hatin kuştin, 4 çete jî dîl hatin girtin.Di heman demê de QSD’ê Mizgefta Îmam El-Newî ya li taxa El-Nehda ya bajarê Reqayê rizgar kir. QSD’ê her wiha du çete di çalakiyekê de li heman taxê dîl girtin.

Rewşa Sivîlan:

Tîmên taybet ên rizgarkirina sivîlan ên QSD`ê 41 sivîlên din ji taxa Nehda ya Reqayê derdora mizgefta Îmam Newewî , rizgar kirin.

01/10/2017

Rojev24‬ ‫‬

 

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً