DÊRAZOR– Li Mergede depoyeke cebilxaneya çeteyan ket destê şervanên meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê.
Pêngava Bagera Cizîrê ya qajikirina rojhilatî Dêra zorê ku di 9 Îlonê de hate raghandin di roja xwe ya 20’an de didome, Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê û hêzên din ên QSD’ê li her çar baskên hemleyê pêşveçûna xwe didomînin.
Li herêma Mergeda depoyeke cebilxanê ya çeteyên DAIŞ`ê ket destê şervanan. Di depoyê de 8 fûze, 82 rokêtên hewanên 120, 62 rokêtên hewana 82 û 25 rokêtên hewana 60 hebûn.
Çeteyên DAIŞ`ê şevê din saet di 20:00’an de êrîşî baskê Siwar, Mergeda, Pîşesazî û Cezret kirin. Şervanan bersiv da êrîşa çeteyan hate şikandin û hemû êrîşên çeteyan têk çûn.
Di operasyonên paqijkirinê de erebeyeke zirxî ya çeteyan ket destê şervanan.
Pêşveçûna şervanan didome Şervan li vir jî pêşveçûna xwe didomînin.
01.10.2017
Rojev24