LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Di Reqayê de Çembera li çeteyan tengtir dibe

Di Reqayê de Çembera li çeteyan tengtir dibe

REQA – Li navenda bajarê Reqayê di 4 taxan de 12 çeteyên din hatin kuştin, cenazeyên 3 çeteyan ket destê şervanên QSD’ê.
Şervanên QSD’ê pêşveçûna xwe ya di navenda bajarê Reqayê de didomînin. Li navenda bajar şer didome û şervan çemberê li çeteyan tengtir dikin. Li taxên Nehda, Ferdews, Mensûr û taxa kurdan ên navenda bajarê Reqayê di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de şerê dijwar rû didin.
Di şerê şevê din ku heta vê sibê dewam kir de 12 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin. Ji van cenazeyên 3 çeteyan ket destê şervanan. Çeteyên ku di nava van taxan de hatine dorpêç kirin bi balafirên keşfê yên bombe barkirî êrîşan pêk tînin.
Di van şer û pêvçûnan de 3 şervanên QSD’ê şehîd bûn.
Pêşveçûna şervanan li navenda bajarê Reqayê didome.
02.10.2017
Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً