LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Operasyona Reqayê: 15 sivîl hatin rizgarkirin

Operasyona Reqayê: 15 sivîl hatin rizgarkirin

REQA – Di şer û pêvçênên li navenda bajarê Reqayê de 19 çete hatin kuştin û 15 sivîl hatin rizgarkirin.
Pêşdeçûna şervanên QSD’ê li navenda bajarê Reqayê didome. Li taxên navenda bajêr di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de şerên dijwar diqewimin. Çeteyên ku di nava çend taxên bajêr de tengav bûne derbeyên giran ji destê şervanên QSD’ê dixwin. Di şerê li taxên Emin, Nehda, Mensûr û Ferdûs de 19 çete hatin kuştin û cenazeyên 11 çeteyan ketin destê şervanan. Her wiha miqdrek cebilxane hatin bidestxistin û 15 sivîl hatin rizgarkirin. Li taxa Firdews şervanan 4 noqte girtin.
Çekên hatine desteserkirin ev in ″2 keleş, 7 dûrbîn, 7 dûrbînên doçikayê, cîhazekî termal, 15 roketên B-7 û 8 cîhazên bê têl″.
Di van şer û pevçûnan de şervanekî QSD’ê jî şehîd bû.
02.10.2017
Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً