LEZGÎN
الرئيسية / Jin / Jiyan li vir bi destê jinan geş dibe

Jiyan li vir bi destê jinan geş dibe

SERÊKANIYÊ – Li gundên Serêkaniyê ya girêdayî Kantona Hesekê jiyan ji aliyê jinan ve tê hûnandin. Hemû barên jiyanê ji  seyandina serbanên xaniyên ax bigire heta çandinî û berhemên ji çandiniyê derdikevin di bazaran de firotin li ser milê jinan e û bi hunerî dikin.

 

Li herêma Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê, jin di qadên leşkerî, siyasî, çandinî, aborî û hwd de ji jin û gelên Rojhilata Navîn re dibin mînak, di hûnandina jiyanê de jin wek e peywirek e xwezayî pêk tîn in.  Berhemên di bexçeyên ku bi destê xwe çandine ew bixwe tînin bazaran. Hem li gundan û hem jî li bajarê Serêkaniyê ya girêdayê Kantona Hesekê ya Herêma Cizîrê ya Federaliya Demokratîk a Bakûrê Sûriyê, jin ligel hemû karên malê, bi hevjînên xwe re di baxçeyan de ji zebzeyên bi destê xwe çandine jê dikin û bixwe di bazarên bajarê Serêkaniyê difroşin û debara xwe dikin.

Bi xwe diçînin bi xwe diçinin bi xwe difiroşin

Jinên ku di Hola Keskayî (Zebze) ya Serêkaniyê de cihê xwe girtine, diyar kirin ku ev karê wan ên xwezayî ye, zahmet be jî ew kêfxweş in ku baxçeya xwe bi xwe çandiniyê dikin û berhemên wê bixwe kom dikin. Jinan gotin ku tiştên ew radikin destpêkê ji xwarina malê re, hinekê konserve û ji bo zivistanê jî hinek ji wan hişk dikin û yên dimîn in li bazarê difroş in.

Ji ber dilopan xaniyan diseyinîn in

Jinên li gundê Ricêa ya girêdayê bajaroka Mebrûka ya Serêkaniyê jî ku hemû xaniyên gund ax in (Kerpîçan hatine çêkirin), her sal payîzê ji bo dilop neke, serbanên xaniyan bi heriyê diseyin in.  Jin ku her sal di vê mehî de, digihijin hev bi dorê xerca herî (ax, xwey û ka li nav hev didin) çêdikin û bi satilan dikşînin serbanê xanî û diseyin in. Ev ked û bi awayek komîn alîkarî bi hev re dikin û bi dorê xaniyan diseyin in, hêjayê dîtinê bû.  Jinan, diyarkirin ku xaniyên ax xweş in, zivistanan germ û havînan hênik in, ji ber vê yekî ew dev ji xaniyên ax bernadin.

Yekîtiya jinên Ereb û Kurd

Piştre em hînbûn ku di gund de ereb û kurd bi hev re dijîn û her sal di vê wextî de ev dîmena jiyana komînal dikarin bibîn in. Hat gotin ku gundiyên li gundên derdorê jî heman hevpariyê pêk tînin.  Jinan ku nêrtina me ya matmayî dîtin, wiha gotin: “Jiyan ev e, bi hevpariyê, her çiqas pirsgirêk çêbibin jî dema karek tê kirin bê hesab kîtab em alîkariyê hev dikin. Yanî tiştekê ne ecêb e. Bi sedsalan kal û dapîrên me jî heman tiştî dikirin, ji ber vê yekî ev ne tişteke nû ye û em bawer nakin biguher e jî.”

03.10.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً