LEZGÎN
الرئيسية / Civak û Jiyan / Eger wextê çêkirina danûkan hatibe cih qet ne muhîm e!

Eger wextê çêkirina danûkan hatibe cih qet ne muhîm e!

QAMIŞLO – Bi hatina demsala payîzê re amadekariyên zivistanê jî dest pê kirin.  Malbatên ku genimê xwe yê hevpar di sîtilên hatine amadekirin de dest bi çêkirina danûkan dikin, her çiqas çêkirina danûkan ji dîrokê ve bi awayek komînal dihat kirin jî lê dîsa piştî hilbijartinê faliyeta yekemîn danûk rast hat.

Bi hatina demsala payîzê re amadekariyên zivistanê jî dest pê kirin, li nîvê kolanên navçeya Amûdê ya girêdayê Kantona Qamişlo ya Herêma Cizîrê ya Federaliya Demokratîk a Bakûrê Sûriyê de, komînên ku nû di 22’ê îlonê de ji hilbijartinan derket, wek faliyeta yekemîn a piştî hilbijartinê rastî çêkirina danûkan hat. Çêkirina danûkan a ku encama wê 6 cure yên wek e savar, hûrik jê derdikeve, piranî di gundan de têne çêkirin, lê gelê Amûdê yên ji gundan hatine bajêr û ev kevneşopî bûye wek e çandek, gotina “Eger wextê çêkirina danûkan hatibe cih qet ne muhîm e” bi mirov dide gotin.

Di gelek kolanên navçeya Amûdê de ku bi girêdayên komînan re çanda jêneveger kevir an jî tenekeyên dixin binê Sîtilan, agir pêdixin, ava xwe germ dikin û torbeyên genimê yên bi çend malbatan gihiştine hev dixin nava sîtilê û dest bi kelandinê dikin.

Dayik û bavên temen mezin ku li dora kuça agirê sîtilê danûkê rûniştine, xort û jinên ciwan danûkê li ber kelandinê ye bi bêr û daran tevlîhev dikin û di ber de jî stranan dibêjin. Her çiqas danûk hêj li ser agir kelandin berdewam dike jî, zarokên di kolanan de ku vê yekî ji xwe re wek e lîstikek jî dibînin, danûkên ji ser agir fraxa wan tê tije kirin û piştî xwê dikin, li gel dest û devê wan dişewite jî bi kêfxweşî dixwûn.

Piştî êdî biryar tê girtin danûk baş hatiye kelandin, zarok, xort, keç, jin bi satilan dikşînin serê banê û li ber tavê radixînin û ji bo zûha bibe. Kişandina danûkan a serê banî jî ew bi serê xwe jî zewqeke din e.

Danûk heta di sîtilê de kelandina wê berdewam bike, her kesek di ber de derbas bibe dikare ji bo têra di wê demî de bûxwe rabike. Ev jî ji çanda mêvanperweriyê ya kurdan tê.

Dayika 75 salî ya bi navê Şemsa Derwêş ku ev 60 salin hatine navçeya Amûdê, di nîvê kolanê de bi 4 tenekeyên rûnê ku di şûna keviran de bikaraniye kuça agir çêkiriye, sîtilê daniye serî, hem dar davêje binê sîtilê agir gur dike û hem jî danûk çawa tê çêkirin, ji kamerayê me re vedibêje.

Dayik Şemsa Derwêş, diyar kir ku çêkirina danûkê wek e her amadekariyên zivistanê di nava kurdan de bûye wek e çandek û destnîşan kir ku ev kevneşopiya sedan salan a di nava kurdan de berdewam dike. Derwêş, anî ziman ku niha ew li bajarê Amûdê ne, her yek genimê xwe tîne û bi hev re kelandina danûkan çêdikin.

Dayika Şemsa Derwêş, çavkanî û çêkirina danûkan jî wiha vegot: “Di destpêkê de em erd diçînin û bizir bi erdê ve davêjin heta ku genim şîn tê û digêheje asta ku dibe Simbil, ew sinbil di mehên Adar û Nîsanê de distewe û dibe lib  di meha Temûzê de tê çinîn û dibe genimê ku mirov dikare bikarbîne. Ev genim beriya ku tê kelandin tê berbêj kirin (li ber ba tê firandin) da ku ew genim were paqij kirin û tê xirbal kirin, hin ji genim ji bo ‘qût’ ji bo debara rojên zivistanê têne rakirin û hin ji genim jî da ku were amadekirin ji bo xwarina zivistanê  tê kelandin. Genimê ji bo savar û hûrikê jî tê rakirin û di meha yekemîn a payîzê de dest bi kelandinê dikin û jê re tê gotin danûk. Kuç, an jî tifik tê çêkirin, sîtil tije av tê kirin û genim davêjin navê û dest bi kelandinê dikin. Piştî nêzî 3 seat tê kelandin, piştre li serê banan an jî erdê li ber tavê tê zûhakirin. Piştî zûha dibe, danûk bi destarê tên hêrandin û di encamê de 6 cure savar jê derdikeve. Savar-hûrik, dan, şeîre, genimê hebî, genimê kutayê û heb nîsk jî jê tê derxistin.”

Dayik Şemsa Derwêş, anî ziman ku ji ber savarê ew bi destê xwe çêdikin, ji savar-hurikên hazir (bi makîneyan tê hêrandin) xweştir e. Şemsa Derwêş, destnîşan kir ku genim li cem wan pir bi nirx û pîroz e.

08.10.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً