LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Li Reqayê destanên lehengiyê ber bi mizgîniyê ve diçin

Li Reqayê destanên lehengiyê ber bi mizgîniyê ve diçin

REQA – li sê taxên Reqayê şerên giran rû didin, di encamê de 6 çete hatin kuştin û 70 sivîl hatin rizgarkirin.
Pêngava Rizgarkirina Reqayê bi hemû leza xwe didome. Li taxên Nehda, Huriye (Azadî) û Berîd di navbera şervanan û çeteyan de şerên giran rû didin. Şervan li van taxan derbên giran li çeteyan didin û pêş de diçin. Di şerê li taxa Huriye de şervanan wesayîteke çeteyan rûxand û 5 çeteyên di wesayîtê de hatin kuştin. Her wiha li heman taxê erebeyeke çeteyan a zirxî jî derbe xwar.
Li taxa Berîd jî şerên dijwar diqewimin. Çeteyekî ku xwest ji taxa Berîd bireve mayîna ku wî çandibû, bi wî de teqiya û hate kuştin. Tîmên taybet ên rizgarkirina sivîlan ên QSD`ê li taxa Berîd 70 sivîl rizgar kirin.
Di encamên şerên li taxên navborî de, gelek çek û cebilxaneyên çeteyan kete destê şervanên QSD`ê.
08.10.2017
Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً