LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Li Reqayê 195 sivîl hatin rizgarkirin

Li Reqayê 195 sivîl hatin rizgarkirin

REQA – Ji duh ve û heta niha di encama şerê li taxên navenda Reqa 10 çete hatin kuştin û 195 sivîl hatin rizgarkirin.
Şer û pêvçûnên li taxên navenda Reqayê bi dijwarî berdewam dike. Ji şevê din ve û heta îro vê sibê li taxên Nehda, taxa Kurdan, Berîd, derdora nexweşxaneya Watanî, çerxerêya Neîm û stada fûtbolê di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de şer bi dijwarî berdewam kir. Şervan li van deveran derbên giran li çeteyan dan û pêş ve diçin. Li van deverên şer lê diqewime her diçe dor li çeteyan teng dibe. Di encama şerê şevê din û heta destê sibê de 10 çete hatin kuştin û çeteyekî jî xwe radestî şervanan kir. Her wiha miqdarek çek û cebilxaneya çeteyan jî kete destê şervanan.
Ji aliyê din ve operasyona rizgarkirina sivîlan berdewam dike. Ji şevê din heta îro sibê 195 sivîlên din jî hatin rizgarkirin. Di nava sivîlan de çeteyên birîndar ku dixwestin birevin jî hebûn.
10.10.2017
Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً