LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Bîlançoya Heftane ya Reqayê

Bîlançoya Heftane ya Reqayê

REQA – Di şerê ku şervanên QSDê li 7 taxên navenda Reqayê dimeşîne derbasî roja xwe ya 125 an dibe, di van şerên giran li dijî terorîstên DAIŞ ê bi tevahî 12 noqte û du depoyên giring yên çeteyan hatine rizgarkirin, di encama van şeran de 89 çete hatin kuştin û 195 sivîl ji çeteyan hatin rizgarkirin.

Her heftane pêşketin û qehremaniya ku li Reqayê dibe dihûnin û keziyeke ji serkeftin, berxwedanî û têkoşîna şervanên QSDê radighînin.

Şervanên QSD ê li ser wê biryara rizgarkirina Reqayê ne da ku bi temamî rizgarbibe û mizgîniya sozê bi aliyê me de tê ji ber ku niha ji sedî 90 bajar di bin kontrola QSD ê de ye.

Di nav pêşdeçûna QSD ê de rizgarkirina sivîlan jî tê kirin, sivîlên ku di tarîtiya DAIŞ ê de dijîn û di tonelên bin erd de têne rizgakirin, mizgîniya rizgarkirinê ji şervanên QSD ê digirin.

Pêşdeçûna şervanên QSD’ê li navenda bajarê Reqayê didome. Li taxên navenda bajêr di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de şerên dijwar diqewimin. Çeteyên ku di nava çend taxên bajêr de tengav bûne derbeyên giran ji destê şervanên QSD’ê dixwin. Di nav heftiyekê de ev li Reqayê rû daye:

Di şerê li taxên Emin, Nehda, Mensûr û Ferdûs û taxa kurdan de 31 çete hatin kuştin û cenazeyên 13 çeteyan ketind destê şervanan. Her wiha miqdrek cebilxane hatin bidetxistin û 15 sivîl hatin rizgarkirin. Li taxa Firdews şervanan 8 noqte girtin.

Çekên hatine desteserkirin ev in ″2 keleş, 7 dûrbîn, 7 dûrbînên doçikayê, cîhazekî termal, 15 roketên B-7 û 8 cîhazên bê têl″.

Çeteyên ku di nava van taxan de hatine dorpêç kirin bi balafirên keşfê yên bombe barkirî êrişan pêk tînin.

Li taxa Nehda ya aliyê rojava û li taxa Kurdan a aliyê bakurê Reqayê şerên giran di navbera şervanên QSD û çeteyên DAIŞ`ê de rû dan. Di şerên li wan taxan de 13 çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin û cenazeyên 5 çeteyan jî kete destê şervanên QSD’ê.

Her wiha li taxa Nehda şervanan dest danîn li ser 117 cîhazên bêtêl ên çeteyan.

Ji aliyekî din ve, komeke çeteyên ku xwestin bikevin gundê Reqa Semra yê aliyê rojhilat ê Reqayê hatin kuştin.

Şer li taxa Firdews, derdora nexweşxaneya Wetenî, stasyona trênê û derdora qada gogê giran bûye. Şervanên QSD’ê li van deveran derbên giran li çeteyan dixin.

QSD’ê li taxa Firdews dest danîn ser depoyeke cebilxanê ya çeteyan. Di şerên ku heta niha li navenda bajarê Reqayê rû didin 27 çete hatin kuştin. Li ber nexweşxaneyê jî şervanan wesayîteke çeteyan rûxandin.

Şervanan li taxa Nehda 4 noqte ji destên çeteyan rizgar kirin. Di van şer û pêvçûnan de 11 çete hatin kuştin.

Şervan li Taxên Azadî û Berîd pêş ve diçin. Di şerên li van taxan de 7 çete hatin kuştin. Li taxa Nehda jî pirraniya wan jin û zarok 40 sivîl hatin rizgar kirin. Li eniya rojhilat a Reqayê jî şervanên QSD’ê 25 sivîl rizgar kirin.

Li derdora stada reş a bajarê Reqayê şerekî dijwar di navbera şervanên QSD′ê û çeteyên DAIŞ′ê de rû da. Di encamê de şervanan 50 metre dûrî stadê herdû girîngtirîn depoyên cebilxaneyê yên çeteyan dîtin. Depoya ku çekên sivik tê de bûn, di encama şer de bi temamî hatibû rûxnandin, depoya din jî madeyên teqemeniyê, hawan û fûze lê dihatin çêkirin û bi navê depoya Fîzya tê nasîn.

   

Di encama şerê ku li taxên rojavayê bajêr rû da de, 25 sivîlên din hatin rizgarkirin û li cihên bi ewle hatin bicihkirin.

li taxên Nehda û Berîd di navbera şervanan û çeteyan de şerên dijwar rû didin. Şervan di van taxan de pêşve diçin. Şervanan li van taxan piraniya wan jin û zarok 90 sivîlên din rizgar kirin.

Şervanan dest danîn ser miqdarek çek û cebilxaneyên çeteyan ku di nava wan de çekên doçka, guleyên fûzayan û keleş jî hene. Li van taxan gelek mayînên ku çeteyan danîbûn hatin rakirin û hatin bê bandorkirin.

08.10.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً