LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Çima İdlib… !

Çima İdlib… !

Adnan Mustafa

Di 7 saliya şoreşa Sûrî de, bajarê İdlibê yek ji wan bajarên mezin ku ketiye destê artêşa azad. Lê mixbin artêşa Azad nekarî ev bajar îdare bikra ji ber vê yekê jî bajarê İdlilb ji 2014an ve ji aliyê Cebhet El Nusra ve tê îdarekirin. Her çendî şer û pevçûn di navbêra komên artêşa azad bi xwe bi xwe û di navbêra artêşa azad û El Nusra ve derketibe jî, lê di esasê xwe de, şerên li ser desthiladariya bajêr bû, ne şerê li dijî rêjîma Sûrî bû. Her wiha di van şer û pevçûnê dawiya sala 2013an de, bajarê İdlibê bû şahîdê şerekî di navbêra koma bi navê dewleta İslamî ya İraq û Şam ku îro em jêra dibêjin DAİŞ bi serokatiya El Baxdadî û Cebhet El Nusra bi serokatiya El Colanî.  Wê demê DAİŞ beşekî mezin ji bajêr û gundewarê İdlib kontirol kir û El Nusra mecbûrî tewîzan kir ku hin endamên El Qayidê di nava xwe de bihewîne.  Mirov dikare bêje, şerê El Nusra û DAİŞ yê İdlibê destpêka bi dawî anîna artêşa azad bû li İdlib û xaleke veguhestinê bû ji şoreşa gelan ber bi şoreşa berjwendiyên hêzên navnetewî. Ango İdilib kete navbêra agirê rêjîma Sûrî, Rusiya, DAİŞ, El Nusra û hêzên hevpeyman. Vê yekê bes nekir ev nêzî  6 mehin ku Tirkiyê jî tiliya xwe xistiya nava gerava İdilibê û dixweze di ava herimî de masiyan bigre.

Di dîroka Sûrî de, her gava gelê İdlib xwe li kêla Rêjîma Bass dîtiye û rêjîma El Esad li bajarê İdibê weke zarokê delalî yê malê temaşe kiriye. Ji ber vê yekê piştî Elwiya rêyedarên peya bilind û cihê erkên hesas hemû Îdlibî bû. Sedema vê yekê jî rêjîmê baş hesabdikin ku ji ber erdnÎgariya İdlibê, İdlib her gav weke bombeyek eyarkiriye kengî bi teqe. Aliyekî bajêr bi Tirkiyê û Liwaİskenderon e û aliyê din berdewamiya herêma Elwiyan e. Û aliyê ê bajarê Hema û Heleb bajarê ku herî zêde serê rêjîmê di salên heşitiyan de êşandiye. Mînaka komkujiya bajarokê Cisir El Şixûr yek ji vê mînakê bû.

Rus ji bo parastina xwe li Sûrî bi giştî û taybet li Himêmîm û berava Sûrî misoger bike, divêcigrafiya xwe fereh bike û garantiya ku hêzên tunrew li vê herêm nemînin pêk bîne. Ji ber vê yekê Rusiya ji rêjîmê û Emerîka zêdetir dixweze İdlibê bigre. Ji bo Rusiya meseleya man û nemanêye. Di vê çarçoveyê de dema mirov li mudesxeleya Tirkiyê ya İdlib temaşe dike. Tirkiyê li ser hesabê Rusiya dixweze İdlibê biger. Lê divê Rus baş bizanibin ji bilî Tirkiyê jî arternatif ji bo İdlib heye?.  Mayendeya berjewnediyên Rus bi gelê sûrî û di fedralîzma demokratîk a Sûrî de ye. Ne di peymanê sexte bi Tirkiyê re ye. Ji bo Tirkiyê,İdlib wereqa kar û zerarê ye, di mantixê Tirkiyê de İdlib wihaye:  “Çûkê bi destan, çêtire ji dehên li ser dan”. Bi vê siyasetê Tirkiyê hebûna xwe li Sûrî meşru dike. Ji ber eiv pêvajoya şerê li dijî teror hîna Tirkiyê akatîf beşdarî şer nebûye, li ser şerê li dijî El Nsura û girtina İdlibê meşru yeta xwe bide avakirin. Her wiha berke berdewamiya Liwaİskenderonê, mandina Tirkiyê rihetire ji hebûna wê ya herêmên Carablus, Ezaz û Babê. Ji bo vê yekê Tirkiyê zû dev ji İdlibê bernade.

Li aliyekî din avantajekî din yê Tirkiyê di girtina İdlibê de heye. Ew jî dorpêçkirina herêma Efrînê ye û qutkirina riya Kurdan a gihêştina deryayê ye. Helbete bi qasî İdlib ji Tirkiyê re girîne li Efrînê jî bi va girîngiyê temaşe dike. Lê rewşa İdlib û Efrînê naşibihin hevdu.

Wer diyar dibe ku bi qasî Tirkiyê girîngî daye İdlibê,  ne gelê İdlib û ne jî şer û mercên deketine holê wê bihêle Tirkiyê rihet li vê herêm bijî. Rewşa Tirkiyê îro dişibihe ketina Emerîka ya İraqê sala 2003an. Emerîka bi rehetî kete îraq û dawî li rêjîma Saddam anî, lê piştî ketinê çalakiyê El kayîde li hemberî Emerîka kirin, ferlaketa leşkerê Emerîka anî, ji bo vê yekê dibe ku di 08.10.2017an de Tirkiyê bi rihetî kete İdlibê, lê wê bi rihetî jiyan neke. Ji ber Desteya Tehrî El Şam, hema şerkerê El kayîdê ne ku şerê Emerîka li İraqê kiribûn.

Di di rewşeke wiha de, dîsan İdlib ji İdlibiyan re dimîne û Tirkiyê jî weke tejiyê dûv qetandî, li xwe veger e.

14.10.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً