LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Ji odeya çalakiyan a Xezeba Firatê daxuyanî
Syrian Democratic Forces (SDF) commanders attend a news conference in Ain Issa, Raqqa Governorate, Syria November 6, 2016. REUTERS/Rodi Said

Ji odeya çalakiyan a Xezeba Firatê daxuyanî

REQA – Di encama derbasbûna çar heyvan ji hemleya Xezaba Firatê a Cenga mezin odeya çalakiyan a Xezeba Firatê di riya daxuyaniyekê de diyar kir ku 21 tax hatine rizgarkirin , niha şer li 7 taxan jî didome û hemelya dawî ya Ş.Idnan ebû Emced destpê bû .
Fermandariya Odeya çalkiyan a xezeba Firatê di riya daxuyaniyeke Fermî encamê çar heyvan ji operasyona Cenga mezin a rizgarkirina navenda Reqayê raghand.
Di daxuyaniya ku beriya niha ji aliyê Malpera fermî ya Hêzên Sûrya Demokratîk QSD ê ve hate dayîn de enacamên operasyona Hemleya Reqa ya çar heyvan hate eşkere kirin, di daxuyaniyê de ev hate parvekirin:
Bi derbasbûna çar heyvan ji hemleya me ya operasyona rizgarkirina bajarê Reqa de gelek serkeftin li hemberî çeteyên DAIŞ ê hatin bi dest xistin, di nava çar heyvan de şervanên me karîbûn van taxan rizgar bikin:
ElRimêla, Hîşam bin ebdulmelik, Nezlet Şihadê, Elmeşleb, Elrafqe, Elbeyatra, El Sikne, Elmehdî, Elmensûr, Elromaniya, Elsebahiye, Elderaiye, Elîskan, Elhenê, Bab Bexdad, Elteyae, Elkehreba, Elbû Seraya, Mizgefta kevin, Elbetanî û Elnehda.
Ji tevahî bajarê Reqayê çargoşeya van taxan ji sedî 90 e , di heman demê de niha pevçûn li deverên ku hêjî nehatine rizgarkirin diqewimin û ew jî ev in:
Taxên Kurdan, Elqîtar, Elberîd, Elsexanê, Elbedo, Elendelus û Elmethena.
Em wekî hêzên Sûrya Demokratîk ji raya giştî re radighînin ku hêzên me dest bi hemelya Şehîd Idnan ebû Emced kirine ku têde hatiye armanckirin dawî li çeteyên ku niha li bajar hê jî bi cih bûne were.
Ev yek jî piştî serkeftina meclisa Reqa ya sivîl bi xelaskirina sivîlên ku hê jî di bajar de mane pêk hatiye û têde jî garantiya radestkirina 275 çeteyên tevî malbatên xwe ne.
Hemleya Şehîd Idnan Ebû emced wê heta paqijkirina bajarê Reqa bi tevahî ji çteyên DAIŞ ê bidome, çeteyên ku qebûlnekirine xwe radestbikin di nav wan de jî çeteyên biyanî hene.
Fermandariya odeya çalakiyan a Xezeba Firatê
15.10.2017
Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً