LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / LEZGÎN – Ji Yekîneyên Berxwedana Şengalê Daxuyaniya mayîna li Şengalê

LEZGÎN – Ji Yekîneyên Berxwedana Şengalê Daxuyaniya mayîna li Şengalê

ŞENGAL – Di encama cihberdana pêşmergeyan noqteyên xwe li Şengalê, hêzên YBŞ soza mayîna li Şengalê û parastina wê dan.
Ji aliyê Fermandariya YBŞ ve li dijî gefên Artêşa Iraqê û Heşda Şabîa ve daxuyaniya ku cihê xwe bernadin hate dayîn:
Daxuyaniya Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê YBŞ ji aliyê fermandar Dijwar Feqîr ve hate dayîn.
Daxuyanî wiha ye:
Yekîneyên Berxwedana Şengalê hêzeke armanca wê parastina Şengal û hemwelatiyên wê ye, ji ber vê yekê emê li vê derê bimîn in , dev ji Şengalê bernedin û emê her bimînin hêza parastina Şengalê.
Hêjayî gotinê ye ku piştî Encamên Refrandoma Herêma Kurdistanê ji aliyê Hukûmeta Iraqê ve gefên êrîşkirinê hatin destpêkir. Bi vê yekê hêzên Iraqî û bi hevkariya Heşda Şabî berê xwe dane Kerkukê û heremên Şengal û Mexmurê.
Di êrîşa duh li ser Şengalê û Mexmur de Hêzên Pêşmerga dev ji noqteyên kontrola xwe ji Artêşa Iraqê û Heşda Şabî re berdane.
17.10.2017
Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً