LEZGÎN
الرئيسية / Jin / Fermandara YJŞ’ê Şengalî : Heta yek Êzidiyek di destê DAIŞ’ê de mabe em nasekinin

Fermandara YJŞ’ê Şengalî : Heta yek Êzidiyek di destê DAIŞ’ê de mabe em nasekinin

REQA – Fermandara YJŞ’ê Tekoşîn Şengalî ku bi destpêkirina rizgarkirina bajarê Reqayê “Cenga Mezin” re ji bo rizgarkirin û tola jinên Êzidî ji çeteyên DAIŞ’ê bigirin tevlî hemleyê bû, diyar kir ku piştî Reqayê ew dê berê xwe bidin Şengalê û piştre jî ji bo jinên Êzidî yên Dêra Zorê rizgar bikin tevlî hemleya wir bibin. Şengalî got “Heta yek jin û zarokekê Êzidî di destê DAIŞ’ê de mabe em nasekinin.”

Bi destpêkirina Hemleya Rizgarkirina Bajarê Reqayê ya bi navê “Cenga Mezin” ku di 6’ê hezîranê de ji hêla Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ve bi du milan ve dest pê kir, ji bo rizgarkirin û tola jin û zarokên Êzidî yên Şengalî ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibûn revandin, tecawiz û qetilkirin hilênin, yekîneyek ji şervanên Yekineyên Jinên Şengalê (YJŞ) jî tevlî hemleyê bûn.

Şervanên YJŞ’ê ku bi YPJ’ê re tevgeriyan, tax bi tax, kolan bi kolan, mal bi mal di ser çeteyên DAIŞ’ê ve diçûn, hem tola jin û zarokên Êzidî werdigirtin, hem jî bi dehan, sedan jin û zarokan rizgar dikirin û ew dişandin Şengalê.

Yekîneya YJŞ’ê ku bi şervanên QSD’ê re her tim di eniya herî pêş a şer de bûn, niha piştî bi temamî rizgarkirina bajarê Reqayê ya ji DAIŞ’ê, niha jî amadekariya xwe ya ku berê xwe bidin Dêra Zor a ji bo jin û zarokên Êzidî yên di destê DAIŞ’ê de mayî rizgar bikin e.

‘Hedefa me diyar e’

Ji fermandarên YJŞ’ê Tekoşîn Şengalî, da zanîn ku ew 4 meh in ji bo rizgarkirin û tola jin û zarokên Êzidî ji DAIŞ’ê werbigirin, tevlî hemleya rizgarkirina Reqayê bûn û heta îro hatine. Şengal, anî ziman ku di esasê xwe de di şexsê jinên Êzidî de wan tola hemû jin û civakên di heremên destê çeteyên DAIŞ’ê de bûn, wergirtiye û got: “Bi rastî jî piştî rizgarkirina Reqayê hedefa me diyar e. Ji ber ku dema em hatin vir, armanc û hedefa me ew bû ku em hemû jin û zarokên Êzidî yên di destê çeteyên DAIŞ’ê yên dijminê mirovahiyê ne de rizgar bikin. Ji bo vê jî heta yek Êzidiyek di destê DAIŞ’ê de mabe em dê nesekinin.”

‘Em dizanin jin û zarokên Êzidî di destê DAIŞ’ê yên li Dêra Zorê jî man e’

Fermandara YJŞ’ê Tekoşîn Şengalî, destnîşan kir ku ew dizanin ku jin û zarokên Êzidî hêj jî di destê çeteyên DAIŞ’ê de mane û ew piştî hemleya Reqayê dest pê kir wan hemûyan birine Dêra Zorê an jî heremên din û ev tişt gotin: “Em dizanin jin û zarokên Êzidî di destê DAIŞ’ê yên li Dêra Zorê de man e. Ji bo vê yekê jî piştî Reqayê em dê vegerin Şengalê, piştî plansaziya rêxistina me, em dê berê xwe bidin Dêra Zorê û tevlî hemleya ‘Bagera Cizîrê’ ya ji aliyê QSD û Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê ve hatî dest pê kirin û hêj jî didom e. Tevlîbûna me ya hemleya rizgarkirina Reqayê ji bo me bû tecrubeyek û em dê tecrubeya li vir di Dêra Zorê de jî pêk bîn in.”

18.10.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً