LEZGÎN
الرئيسية / KURDISTAN / Îxaneta PDK carek din li Kerkûk ê xwe dûbare dike

Îxaneta PDK carek din li Kerkûk ê xwe dûbare dike

KERKÛK- Di encama êrîşa Hêzên Heşda Şebî û artêşa Iraqê ku di 16 Cotmehê de li ser bajarê Kerkukê pêk hat de, di nava çend saetan de bajarê Kerkûkê kete bin kontrola Heşda Şebî de bi vê yekê Pêşmergeyên PDK û YNK bê bersivdayîn ji bajar vekşiyan.

Mesûd Berzanî wek alevek di destê dewletan de Kerkûk xiste vê rewşê de

Li Başûrê Kurdistanê 25 Îlonê hilbjartinên refranduma Herêma Kurdistanê pêk hatin. Ev demeke dirêje ku PDK bi serkêşiya Berzanî dixwest ku rojevekê li Başûrê Kurdistanê avabike da ku pirsgirêk û nakokiyên xwe veşartî bihêle û armanca mezin jê ew bû ku piştî ketina Şengalê baweriya gel bi malbata Berzanî bîne û sermayedariya xwe a ku ev zêdeyî salekê xelas bûye dirêj bike û rewa bike.

Beriya refrandumê û piştî wê jî ku Berzanî encamên refrandumê ibîtal bike hişyarî ji aliyê gelek dewletan mîna Iraq, Turkî û Emerîka ve xwar, lê bi israra Berzanî ku bê dewletên hegomonîk nikare tu biryarê bide mecbûre pilana Ingîlz û Fernsayê li Başûr pêk bîne.Yanî encam ewe ku tu tişt bi destê Berzanî dernakeve ji ber ku refrandum ne projeya kurdan bû lê belê ew projeya Ingîlz û Fernsa ya xwe li hermêma Kurdistanê û bi wê xwe li Iraqê bi cihkirin de ye. Lê gumanên prpoxenda Berzanî ji bo refrandumê tenê desthiladariya wî ku bi vê projeyê wê ne hilweşe bû.

Helwesta PDK û YNK beramberî ketina Kerkûk ê

Piştî ketina bajarê Kerkûkê moral û coşa gel ya piştî refrandumê li erdê ma. PDK bi ketina Kerkûkê daxuyaniya destpêkê da û êrîşî YNK kir û got ev yek sedema lihevkirina YNK û Qasim Suleymanî bû. beramberî vê Hîro Ahmed hevjîna Mam Celal got ku hemî zarokên wê di çeperên şer de ne û daxuyaniya PDK derewand. Bi van nakokiyên destpêkê diyar û zelal dibe ku Kerkûk hate firotin. Helwesta hedrû aliyan bi qasî ku li hemberî hev derketin ewqas li hemberî Heşda Şabî derneketin. PDK û YNK hevdû bi îxanetê nîşan dan lê mijar niha ne kî îxanet kir lê miijar ewe ku di encamê de Kerkûk kete destê hêzên Iraqî de.

Piştî ku Berzanî xwe ji bo Kerkûkê li erdê dixist niha jî bê bersiv Kerkûk radestî artêşa Iraq û Heşda Şabî kir û xwedî li soza parastina gel derneket û tiştê balkêş ew bû ku heta niha ji aliyê Berzanî ve tu daxuyanî ne hatine dayîn, (gelo bê dengiya wî ya piştî bahozê ye).

Bûyera Şengalê careke din dûbare dibe

Di 14 Tebaxa 2014 an de pêşmergeyên Berzanî bi hezaran Êzîdiyên Şengalê di nav DAIŞ ê de hiştin û bi hezaran Jin, zarok, kal û ciwan li ser destê DAIŞ ê hatin qetil kirin. Wê demê bersiva pêşmerga ya berdana ji Şengalê ew bû ku perspektîv ji fermandariya xwe girtine. Îro jî carek din ev roj vedgere lê nav tê guhertin û dibe Kerkûk.

Armanc ji şerê li hemberî gelê kurd çi ye?

Piştî ku pilanên dewletên sermayedar li dijî gelê Kurd li Rojava bibinketin, dewletên ku dixwazin îradeya gelê kurd binpêbikin di şexsê Turkî Îran, Rûsya û Emerîka de dest bi pilanên nû li herêmê kirin. Pilanên van dewletan û bi taybet yê Turkî li Rojava bibinket him bi êrîşên li ser sînorê Rojava û him jî bi degirkirina hermên Şehbayê ku dixwest bi alîkariya DAIŞ û çeteyên girêdayî bike. Êrîşên van dewletan li ser gelê kurd ne tenê li Rojava li Bakûr, Rojhelat û Başûrê kurdistan hatin kirin û gihişte astekê bê encam derketin û tesbîta vê yekê rizgarkirna bajarê Reqa ji destê çeteyên DAIŞ ê bi hêzên kurdî di nav de pêkhateyên din di bin sîwana QSD ê de ye, ji bo vê yekê pilanên nû li ser kurdan tê dayîn û ewe ku şerên nû li hermên were destpêkirin û kurdan rû bi rû li hemberî hev û li hemberî pêkhateyên heremê deynin û riyeke nû ji êrîşên xwe re vekin. Ji xwe ev yek di roja êrîşa li ser kerkûkê diyar bû dema ku AKP daxuyanî da û got ku ew amade ne bi artêşa Iraq re alîkarî bidin ku li dijî kurdan şer bikin.

Ji ber vê yekê tiştê ku niha Berzanî li Başûrê kurdistanê dike ewe ku desteka hêzên faşist dike û rê li ber pilanên wan yên qirêj vedike û ger Berzanî li ser vê siyaseta xwe dewam bike wê ne tenê Kerkûk bifroşe lê belê wê hemû Başûrê kurdistanê bifroşe.

Rohan Ebdulah

18.10.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً