LEZGÎN
الرئيسية / KRONOLOJIYA ROJANE / NÛÇEYÊN SEREKE YÊN ROJANE

NÛÇEYÊN SEREKE YÊN ROJANE

– ROJAVAYÊ KURDISTAN Û SÛRÎ:

* Sazî, rêxistin û desteyên herêma Cizîrê, bernameya çalakiyan ên ji bo eşkerekirina rewşa tenduristî ya Ocalan, her wiha ji bo destûrê bidin parêzer, malbat û Heyeta Îmraliyê ku serdana Ocalan bikin, eşkere kirin.

* Berdevkê Fermî yê QSD′ê Mîralayî Telal Silo got ku wan soza daye gelê Reqayê ku ew ê Reqayê piştî paqijkirinê radestî Meclîsa Sivîl bikin. Ji aliyê xwe ve, Hevseroka Meclîsa Sivîl a Reqayê Leyla Mistefa diyar kir ku meclîsa amade ye bajêr werbigere.

* Çeteyên artêşa Tirk a dagirker ji Daret Eza, şeva din Girê Şehîd Şîlan a herêma Cindirêsê ya girêdayî herêma Efrîn, topbaran kirin. şervanên YPJ/YPG`ê êrîşên çeteyên artêşa Tirk a dagirker li ser Girê Berfîn ê girêdayê herêma Cindirêsê, şikandin.

* Berdevkê Artêşa Îsraîlê Avichai Adrei raghandin ku wan 4 mûşek li ser axa Îsraîlê de dîtine. Adrei anî ziman ku ew mûşek ji bakurê Cewlan ber bi Îsraîlê ve hatine avêtin û li ser vê yekê jî wan 3 bargehên topavêjiyê yên Rejîma Sûriyê di saetên sibehê de, bombebaran kirine.

* Hêzên Rêjîma Sûriyê û milîşên piştevan îro şeveqê gundên Tel Dekir û hejmareke bargehên leşkerî li gundewarê bajarê Qeryeteyn li gundewarê Humsê yê bakur kontrol kirin.

* Encumena desteya Tehrîr El Şam HTŞ ragihandin ku encûmenê rêya navbera Hums û Selemiyê li ber hêzên rêjîmê û milîsen biyanî bi awayeke demekî girtin.

* Li parêzgeha Şam, Deria û Idlibê şer diqewimê û di encama bombebarankirna hêzên rejîmê û Rûsiye 6 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

– BAKURÊ KURDISTAN Û TIRKÎ:

* Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), der barê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyeke nivîskî weşand. Meclîsa Jinan a HDP’ê diyar kir, ku tecrîda li ser Ocalan rê li ber komkujî û kaosê vedike û ji her kesî xwest, ku li ber tecrîdê rabin.

* Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir, ku li Çelê û Geverê di çalakiyên gerîla de 1 jê yarbay, 2 jê serbaz bi giştî 44 leşkerên Tirk hatine kuştin.

* Wezîrê berevaniya Tirkiya “Nûrettîn Cankili” ragihand ku welatê wî di pêşxistina sîstemek mûşekên palistî de xwecihî de berdewam in.

* Operasyona artêşa Tirk a li herêma Xeregolê ya Zapê dewam dike. Li herêma Oremar-Sumbulê çalakî li dijî hêza operasyonê hate kirin û di encamê de herî kêm 10 leşker hatin kuştin.

– BAŞÛRÊ KURDISTAN Û IRAQ:

* Hikûmeta Iraqê mercên xwe yên ji bo destpêkirina guftugoyên li gel Herêma Kurdistanê bi van ser navan eşkere dike: “Radestkirina firokexaneyan, deriyên sînor, serwet û samanên welat, hêzên pêşmerge, dezgehên ewlekarî yên kurd, sepandina yasayan li navçeyên nakok û pêşîgirtina her hewldanekê li dijî destûrê.” Herwiha daxwaza hilweşandina encamên giştpirsiya serxwebûna Başûrê Kurdistanê dike.

* Hikumeta Hewlêrê ragihand ku, ew ji bo diyaloga bi Bexdayê re amade ne.

* Fermandarê Alaya Eniya 5. a eniya başûrê rojava ya Kerkûkê, albay ê YNK’î Osman Şehîd Vahap got, “Me li eniya 4. şer kir û di encamê de 105 şehîd, 200 birîndar û 45 esîr dan. Eniya 5. jî ku Kemal Kerkûkî fermandarî jê re dikir, berî ku fîşekekê biteqîne, yekser çeperên xwe terikand. Tevî vê yekê jî radibin dibêjin YNK’ê xwe vekişand.”

* Hikûmeta Iraqê û berpirsên YNKê yên Kerkûkê dibêjin, ku hêzên Heşda Şeibî ji roja pênşemê ve hêzên xwe yên nav bajêr vekişandiye.

* Li gorî daxuyaniya Parêzgariya Hewlêrê, di nava 2 rojan de 14 hezar malbat ji Kerkûkê koçberê Hewlêrê bûne. Herwiha hejmareke zêde yê nîştecihên Kerkûk û Duz û Xurmatûyê jî çûne Silêmaniyê.

* li ser peyama Masûd Barzanî ku daxwaza piştgiriya gelê başûr bi lidarxistina xwepêşandanan û çalakiyên sivîl li bajarê kolin roja Yekşemê ji revenda Kurdistanê li Ewropa û Amerîka kiriye.

* Fermandarê Pêşmerge li eniya rojavayê Kerkûkê Kemal Kerkûkî ji bo şerê Pirdê got: “milîsên Haşdî Şabî û hêzên Iraqê yên din cilên Haşdî Şabî li xwe kiribûn, bi tank, top û çekên amerîkî êrişî Pêşmerge kirin.

* Wezareta Derve ya Amerîkayê di daxuyaniyekê de hişyarî dide Bexdayê û dibêje: Li navçeyên ku nakokî li ser heye, liv û tevgerên xwe sînordar bikin. Herwiha Wezareta Derve ya Amerîkayê red jî dike, ku nasnameya wan navçeyan were guhertin û tekez dike: “Ew navçe her weke arîşedar dimînin heta wê demê ku çarenivîsa wan li ser bingeha Destûra Iraqê tê yekalîkirin.”

* Hatibû gotin, ku berpirsê Heşda Şeibî yê bi nasnav Ebû Ezraîl li Pirdê ji aliyê pêşmerge ve hatiye kuştin.Berpirsê Heşda Şeibî Kerîm Nûrî derbarê vê yekê de ragihand: “Gotegotên ku dibêjin Ebû Ezraîlê Berdevkê Lîwaya 40 a Yekîneyên Îmam Elî Ebû Ezraîl hatiye kuştin ne rast in.

– ROJHILATÊ KURDISTN Û IRAN:

* hevdemê sefera alîkarê yekim yê serokomarê Îranê Îshaq Cîhangîrî ji bo Tirkiyê serokê Banka Navendî ya Îranê Welîyullah Seyf û serokê Banka Navendî ya Tirkiyê Murad Çatîn Kaya jî duh li hevdîtinekê de belgeya bicihanîna Rêketinama Swapê ya li bara bikaranîna Riyala Îranê û Lîra Tirkiyê ji bo bazirganiya navbera du welatan de îmza kirin.

* Alîkarê ewile serokomarê Îranê Îshaq Cîhangîrî got: Pêwîste Îran û Tirkiyê asta danûstandinên xwe yên bazirganî bigehînin 30 milyard dolaran û her du welat ji bo vê armancê bixebitin.

* Mişêwirê rêberê Inqilaba îslamî ya Îranê Elî Ekber Welayetî li karûbarên navnetewî got: Pilana sexte ya cudabûna Kurdistanê ji Iraqê îdî gihêşte dawiya xwe.

* Serokê Rêxistina mîrata çandî, pêşeyên destçêkirî û geştyariya Îranê tev wezîrê çand û geştyariya Tirkiyê hevdîtin pêk anî û li ser berfirehkirina peywendiyên dualî tekez kir.

* Serokê erkantiya giştî ya hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê û serokê erkantiya giştî ya artêşa Sûriyê, reşnivîsa hevhatinê ji bo berfirehkirina hevkariya leşkerî yên du welatan tekez kirin.

– CÎHAN:

* Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan bi rêya telefonê rewşa Sûriyeyê axivîn. Pûtîn û Erdogan di axaftina xwe de ji xeyrî têkiliyên Rûsya û Tirkiyeyê pêşveçûnên herêmê yên dawî û mijara Idlîbê nirxandin.

* Serokê Rûsyayê Vladimîr Putîn derbarê giştpirsiya serxwebûna Kurdistanê û gişpirsiya Katalonyayê de got, welatên rojavayî di helwesta xwe ya li beramberî Herêma Kurdistanê û Katalonyayê de durû ne.

* Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû li dijî guvaş û êrîşên hêzên çekdarên Iraqê yên li ser kurdan û herwiha piştgiriya Kurdistanê, di nava serkirdeyên cîhanê de dest bi karê lobî dike.

21.10.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً