LEZGÎN
الرئيسية / Cîhan / Çeteyên Igur ji aliyê Turkyê ve ber bi Sûriyê ve hatine şandin

Çeteyên Igur ji aliyê Turkyê ve ber bi Sûriyê ve hatine şandin

Rêbaz Azad

NAVENDA NÛÇEYAN – Di qeyrana Sûriyê û Iraqê de gelek gurûbên cîhadîst ji aliyê istixbaratên Amerîka û Turkyê ve hatin veguhestin, di nav van guroban de kêmnetewa Igur jî heye. Ew niha bi qasî 5 hezaran li Sûriyê û bi taybet li parêzgeha Idlib ya Sûriyê bi cihdibin û li kêleka Cibhet El Nusre, DAÎŞ û çeteyên Turkistan yên îslamî li sûriyê şer dikin.

Guhertinên ku li Sûriyê û Iraqê rûda ne, ne bi şêweyekî tesadif bûn ku ev herdu welat îro bûne qubleya (Eniya) girûbên cîhadîst û terorîst . Hat diyarkirin ku xebatekî herî bi hêz bi alîkariya îstîxbarata Ewropî jêre hatibû kirin ku roleke wan di veghustina cîhadiyên Ewropa li rojhilat ji bo ku ji wan veguherîne lîstiye. Her wiha xizmetên îstîxbarata Turkiyê bi awayekî hêsan ew hemî grûbên cîhadî li sûriyê bi cihkirin e ji ber ku ji salên 1990-ê ve Turkiyê di rola siyasî û ewlehiyê de li rojhilata navîn dixebite.

Ev demeke dirêje DewltaTurk li ser hestên netewperestiya Turk li herêmên Îgur bi lez dixebite, îstixbarata Turk MÎT bi alîkariya Emerîka komên terorîst ji Îgur ava kiriye û gefan li hikumetên gelek welatan dike di nav de jî Rûsya bi piştgirîya tevgerên terorîst yên şêşanî û çîn bi piştgiriya tevgera azadiya Turkistan , ku ji bo serxwebûnê yê îgur ji hukûmeta navendî ya çînê re bang dike.

Rojnameya “Yediot Ahronot” agahdarî li ser raporta “Navenda Lêkolîna Sîyasetê li Wezareta Derve ya Îsraîlê” li ser hebûna 3,000 çeteyên Çînî ji aliyê rêxistinên terorîst li rex Cibhet El Nusre, DAÎŞ û çeteyên Turkistan yên îslamî li sûriyê şer dikin diyar dike.

Zarokên Igur jî şer dikin

Ji ber ku zarokên xwe perwerde dikin da ku şer bikin, û ev di dema dawî de gelemperî, ji bo agahdariyê, ev zarok temenê wan 13 salî ne.

Zêdeyî 5 hezar çeteyên Igur li Sûriyê ne

Bi destxistena hejmara rastîn a çeteyên îgur di sûriyê de ne hêsane, lê li gorî texmîn ê ji 5000 bi hêztire . sedem dibe ku ev kes bi çeteyên beyanî û navnetewî re têkildar nabin tenê têkilî di nav grûba îslamî a tirkistanî li kampên xwe dimînin. li gorî agahiyan parêzgeha Idlib hejmara herî mezin ji çeteyên Igur lê bi cih bûne ji ber nêzî sînorê tirkiyê ye.

Li gorî çavkaniyên herêmî di kampên parêzgeha Idlib Igur hene, yekem li gundê (EHSIM) li herêma Jabel al-Zawiyê ye, li kampê 2500 çete bi navê partiya turkistan in, kampa duyem a herî navdar û mezin li bajarokê (MERAYAN) li Jabel al-Zawiyê ye di nav de 3000 çeteyê Igur hene , her wiha çeteyên tevî malbatên xwe bi awayekî dagir li gundewarê Idlibe hatine damezrandin. bi taybetî li gundên (sumaq) ku niştecihên wan deveran hatibûn derxistin ji aliyê al-Nusre û partiyê tirkistanî ve ,çeteyên Igur gelek sinifên çekên rojavayî bi kar tînin bi taybetî mûşekên (taw) yên ku ji hêla îstîxbarata tirk ve têne çekirin, û her wiha ji bilî dûrbînên şevê yên nûjen , daktoeyên rajîstîk û alavên ragihandinê yên rojavayî, rayederên rûs û sûrî berdewam dikin da ku li ser wê sîstema pêşketî bandor bikin û tevleheviyê bilind zêdebikin.

Li gorî agahdariya berfireh li ser sînorê Bab El-Hawa veguherandina çek û ceblxanê ji bo grûbên çeteyan berdewam dikin bi taybet ji tevgera Ahrar AL- şam û çetêyên îslamiya tirkistanî re , û ev yek bi rêya û alîkariya îstîxbarata turkiyê bi awayekî raserast tê kirin.

Li gorî gotara di destpêka 2016ê de ku ji aliyê Nivîskarê Amerîkî Seymour Hersh hatibû nivîsand nêzî 5,000 Igur di navbera 2013’an de û payîza 2015, an derbasî Turkiyê bûne, her wiha çeteyên DAIŞ ê versiyonek propagendeya weşandî belav kir, ku ji bo tehdîdek ji çînê re ew jî armanca rêxistinên terorist in . her wiha çeteyên DAIŞ ê di havîna 2015,an de propagadaya ke din belav kir ku hevpeyvînên bi kesayetiyên Igur re kirin e , ê ku koçberî devrên DAIŞ bûne yek ji wan ê herî navdar mihemed amîn e kalê 80 salî ye .

Îgur kîne ?

Bêguman Igur ji hûrgelên netewî yên Tirkiyê ne , li herêma şînciyang a çînî dijîn, li gorî çavkaniyan hejmara Îgoran tê texmîn kirin ku di navbera 10 û 11 milyon de ye, piraniya wan li dijî hukûmeta navendî ji pêkanînê derdekevin û daxwaza avakirina dewleta Turkistana rojhilat dikin. Hikûmeta Tirkiyê raste rast piştgiriya polîtîk dike.

Dide Îgor li Tirkiyê 300 hezar kes lê bicihbûne jê bihtirî 100 hezar kes ji Tirkiyê pasaportên tirkî girtine .

25.10.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Rûsya û Turkiye li ser Idlibê û Bakurê Sûriye negihştin formekê

NAVENDA NÛÇEYAN- Hikûmeta Rûsyayê ragihand, ew razî nînin Turkiye “herêma aram” ya ku li nav …

اترك تعليقاً