LEZGÎN
الرئيسية / KURDISTAN / Hevserokê PYD’ê Hesen: Êdî dema çareseriya siyasî ye

Hevserokê PYD’ê Hesen: Êdî dema çareseriya siyasî ye

QAMIŞLO – Ji hevserokên PYD’ê Şahoz Hesen, diyar kir ku bi têkçûna DAIŞ’ê ya ji Reqayê re rewşa Sûriyê hatiye asta çareseriya siyasî û anî ziman ku êdî wextê gavavêtinê hatiye.

 

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ku di 27’ê îlonê de li Qesabaya Rimêlan a navçeya Girkê Legê ya Kantona Qamişlo ya li ser Herêma Cizîrê ya Federaliya Demokratîk a Bakûrê Sûriyê kongreya xwe ya 7’êmîn lidarxistin û hevserokên partiyê Şahoz Hesen û Hêvî Mistefa hatin hilbijartin. Hevserokê nû Şahoz Hesen, ji me re kongreyê, bakurê Sûriyê, pêşketinên dawî yên li başurê Kurdistanê  û Idlibê nirxand.

‘Em gotinên xwe pêk tîn in’

Hesen, da zanîn ku ev kongreyek çareserkirina pirsgirêkan hatî nîqaşkirin û encamên girîng diafirîne pêk hat û destnîşan kir ku ew wek partiyek a di Sûriyê de siyaseteke pêşeng dimeşînin rolê ku ew dikarin bilîzin tînin rojevê. Hesen, anî ziman ku ev kongreya di encama xebatên komîteya amadekar ve hatî kirin de di tuzik û bernameyê de hin guherandinan jî çêkirine û got ku ji bo projeya federaliya bakurê Sûriyê di tevahî Sûriyê de çewa dikarin pêk bînin wan nîqaş kirine. Hesen, got ku ew wek e hêza pêşeng a di Sûriyê de ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk divê çi bê kirin wan tespît kirine û ev tişt gotin: “Di vê çerçoveyî de li ser daxwaza hevserokên me yên berê û bi erêkirina biryara navendê re, hevserok, biryarname û bernameya partiyê de guherandin çêbû. Ev yek jî li ser esasê demokratîkbûnê hat bidestgirtin û bi armanca bibe mînakek. Me îspat kir ku em xwedî gotinên xwe yên pêk tînin in. Em jî dê baweriya hevalên me yên ji me bawer kirin û vê peywirî dane me vala dernexin û têkoşîna xwe bilindtir bikin.”

‘Yê rêz li hemberê me negirtin bila bibîn ku em çewa li ber xwe didin’

Hesen, diyar kir ku bi taybetî di bakurê Sûriyê de pêşketinên dîrokî tê jiyîn, peytexta DAIŞ’ê Reqa hat rizgarkirin, di Dêra Zorê de gelek erdên girîng hat xilaskirin, vê serkeftinê jî hemû cîhanê pîroz kir û wiha got: “Di heman demî de bi îtîfaqa Rûsya, Îran û Rêjîmê re artêşa tirk ketin axa me. Ev nakokiyek girîng e.  Bênavber destdirêjiya axa me dikin. Bila bê zanîn ku em dê bi berxwedaniyê deskeftiyên xwe bernedin û li hemberê tehdîdan em dê tu caran paşde gav navêjin. Yê rast ew e ku di Sûriyê de lidarxistina çareseriyek siyasî ye. Eger ev jî ne federalî û demokratîk be armanca dewleta tirk dixwaze axa bakurê Sûriyê dagir bike. Li ser vê esasî deskeftiyên leşkerî û siyasî yên di qadê de girîng in.  Li dijî van deskeftiyan êrîş, talanî û xirabkirin heye lê li dijî wan jî vîna berxwedaniyê jî heye. Yê girîng ew e ku hêzên tê gotin divê bibînin ku axa bakurê Sûriyê bi kîjan bedelan rizgar kiriye. Bakurê Sûriyê azad e û bi azadî tê birêvebirin. Demokrasî her roja diçe zêdetir sazîbûn dibe. Qonaxa yekemîn a hilbijartinan hat kirin, amadekariyên qonaxa duyemîn didom e. Divê her kes rêz li vê demokratîkbûyînî bigire. Dijberê wê yên ku vîna gelan tune dihesibin, divê ev gel çewa li berxwe dide bibîne û zanibin.”

‘Dema çareseriya siyasî ye’

Hevserokê PYD’ê Şahoz Hesen, destnîşan kir ku dijminatiya Tirkiyê ya li dijî bakûrê Sûriyê di gotin û daxuyaniyên Serok Komar û Serokê AKP’ê Recep Tayîp Erdogan de vekirî xwe dide der û wiha got: “Ji bo vê dijminatî û êrîşkariya xwe di qadê de pêk bîne bi Rûsya û DYA re têkiliyên xwe hene. Em ji hinekê agahdar in lê em bi tevahî ne agahdar in. Wirdetirê Minbicê di qadê de Rûs hene.  Di Dêra Zorê de operasyonekî ku bi koalisyona navneteweyî re berdewam dike heye. Wê demek kurt de dawî bibe. DYA û Rûsya aktorên bandorker ên qadê ne. Yê girîng Rûsya, Amerîka bi hevdîtinên xwe yên di asta jor de dikin de ne lêgerînek ji bo çareseriya Sûriyê ye. Yê rast ew e ku bi hêzên di qada Sûriyê, bakurê Sûriyê jî di nav de rûnên ji pirsgirêkan re çareseriyek siyasî bê dîtin. Êdî ev Cinev dibe Astana dibe li ku dibe bila bibe divê çareseriyên siyasî bên nîqaş kirin. Piştî paqijkirina DAIŞ’ê ya ji Reqayê heke ku ev çareseriya siyasî pêk neye, xetereya ku dê hêzên leşkerî yên li qadê bên hember hev jî heye. Em dizanin ku herkes vê yekê dizane. Lê em dibêjin her çiqas kêm daxuyanî bên dayîn jî êdî dema gav avêtinê hatiye.”

‘Tirkiye xwe neguherîne dê winda bike’

Hesen destnîşan kir ku siyaseta Tirkiye birêve dibe kêrî gelên herêmê nayê û wiha lê zêde kir: “Divê ku êdî ev siyaset bê guhertin. Vîna li Tirkiyê derket holê ya gelan e. Gel jî Tirkiyê dagirker dibîne û dê li dijî wan li ber xwe bide. Tirkiye bi vê siyaseta xwe ya mezhebî ne li herêmê û ne jî li qada navnetewî nagîhîje tu armancê û encamekê jê dernaxe. Ji ber vî awayî divê bi aqil û fikrek nû siyaseta xwe buguherîne. Heke xwe ne guherîne jî dê ji sedî sed winda bikin.”

Ya ferz yekîtiya neteweyî ye’

Hesen bal kişand ser geşedanên piştî referandûma serxwebûnê ya Herêma Federa ya Kurdistanê û wiha dawî dawî li axaftina xwe anî: “Du hêzên bingehîn PDK û YNK cuda cuda siyasete hildiberînin. Ya rast ew e ku divê hemû hêz bên cem hev û bi hevkarî formul û stratejiyekê bidin pêşiya xwe. Ji bo yekîtiya neteweyî jî em amade ne. Ya herî ferz jî yekîtiya neteweyî ye.”

25.10.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً