LEZGÎN
الرئيسية / Bakurê Sûriya / Rejîm û DAIŞ bi hev re êrîş dikin QSD mezin li berxwe dide

Rejîm û DAIŞ bi hev re êrîş dikin QSD mezin li berxwe dide

DÊRA ZOR – Hat diyarkirin ku Rejîma Baas û çeteyên DAIŞ ê bi hev re di heman demî de êrîşî çeperên şervanên QSD’ê ya bakurê Dêra zorê dikin. Hat ragihandin ku QSD jî bersiva êrîşan dide.

Hemleya Bagera Cizîrê a kontrolkirin û rizgarkirina gundewarê Rojhilatê Çemê Firatê ku di 9’ê îlonê de hatibû destpêkirin di roja xwe ya 53`yemîn de didome.

Bi armanca rizgarkirina gundewarê Rojhilat ê Dêra Zorê ji çeteyên DAIŞ ê, şervanên QSD ê pêşveçûna xwe bi lez didomîne, hat gotin ku di nav pêşketinên şervanan de cihên giring û stratejîk têne bidestxistin.

Beriya du rojan ji aliyê şervanan ve mezintirîn zeviyên Petrolê ku nêzî bajarê Meyadîn ê Sûriyê ye ji aliyê QSD ê ve hate kontrolkirin û ji çeteyên DAIŞ ê hate paqijkirin.

Di nava van pêşketinan de bi armanca paqijkirina wan herêman ji DAIŞê , QSD ê wê heremê li ser çeteyan dorpêç bike û niha ber bi çemê Xabûr ve diçe. Di vê heremî de encama şerên ku rû didin de çeteyên DAIŞ ê neçar dimînin xwe paşde vekişîn in.

Hat gotin ku ev du rojin çeteyên DAIŞ ê êrîşî cihên rizgarkirî yên QSD ê Cefra (stasyona trênê) dikin lê ew rastî bersivdayînê tên. Hat diyarkirin ku di vê pêvçûna dijwar de 11 çeteyên DAIŞ ê hatin kuştin.

Hat destnîşan kirin ku ji aliyekî din ve jî Rêjîma Baas bi çekên giran êrîşî noqte û çeperên QSD ê dike. Hat gotin ku Rêjîma Baas di heman wextî de bi çeteyên DAIŞ ê re êrîşî gundê Cûbeyla yê ku 8 km dikeve rojavayê bakurê Dêra Zorê kirin. Ev gundê ku di bin qontrola şervanên QSD’ê û Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê de ye, bersiv dane êrîşên DAIŞ û hêzên rejîmê. Hat ragihandin ku di pêvçûna rû dayî de 9 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.

Li herêma ku êrîşa hêzên rejîmê didom e de, hat gotin ku ligel êrîşa rejîmê ya bi çekên giran, şervanên QSD’ê ji bo heremê bernede berxwedaniyek mezin nîşan dide.

25.10.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً