LEZGÎN
الرئيسية / KURDISTAN / Êrîşên artêşa Iraqê û Heşda şabî li ser çeperên Pêşmerga didomin

Êrîşên artêşa Iraqê û Heşda şabî li ser çeperên Pêşmerga didomin

NAVENDA NÛÇEYAN – Ji vê sibehê de ji aliyê atêşa Iraqê û Heşda Şabî ve çeperên pêşmerga tên topbaran kirin, di encamê de mirî û birîndar hene. Ji aliyekî din ve çend top li aliyê Rojava li gundê Siwêdîkê ketine û di encamê de xebatkarê derî şehîd bûye û çend kes jî birîndar bûne.
Ji dema ku refranduma herêma Kurdistanê pêk hat gef û tehdîdên artêşa Iraqê û Heşda Şabî destpêkirin.
Ji dema girtina Kerkuk ji aliyê artêşa Iraq û Heşa Şabî ve, pêşveçûna xwe li başûrê kurdisanê didomînin.
Di vê çarçoveyê de îro ji sibehê de ku li ser dezgehên raghandinê hatine belavkirin artêşa Iraqê û hêzên Heşdî Şabî, dest bi avêtina bombeyan li ser çeperên Pêşmergeyan ên li herêmên Mehmûdiye û Zûmarê yên Rebîayê ser sînor kirine, di encama topan de û êrîşkirinê de hejmarek ji pêşmerga jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne.
Di encama avêtina topan de çend top li derdora Deriyê El-Welîd ê nêzî gundê Siwêdiyê a Dêrikê yê Rojava ketin. Di encama topbaranê de, xebatkarekî derî jiyana xwe ji dest da û 4 kes ku di nava wan şervanên YPG, endamên Asayîşê û sivîl hene, birîndar bûn. Birîndar niha li nexweşxaneyên Dêrikê têne dermankirin.
Li gorî ku ji aliyê ajansa ANHA ê ve hatiye weşandin ji serê vê sibehê de 4 topên hawanê li derdora Deriyê El-Welîd ê nêzî gundê Siwêdiyê yê girêdayî herêma Koçeratan ya herêma Dêrikê ya Rojavayê Kurdistanê, ketin e.
26.10.2017
Rojev24

شاهد أيضاً

Ebdelhekîm Beşar û têkiliyên wê yên bi rêjîma BAAS re

NAVENDA NÛÇEYAN- Li gorî çavkaniyên pê bawer hate zanîn ku malbata siyasetmedarê Kurd Behzad dorsin …

أضف تعليقاً

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني. الحقول الإلزامية مشار إليها بـ *