LEZGÎN
الرئيسية / Cîhan / Astana 7 jî tê lidarxsitin lê pilana Rûsya Îran û Tirkiyê hê jî pêk nehatiye

Astana 7 jî tê lidarxsitin lê pilana Rûsya Îran û Tirkiyê hê jî pêk nehatiye

NAVENDA NÛÇEYAN – Li peytexta Kazakhstan Astanayê civîna 7’emîn tê lidarxistin. Biryara ku di civîna 6’emîn de ji aliyê Rûsya, Rejîm, Îran û Tirkiyê ve li 4 hereman “Kêm pêvçûn” hatibû îlankirin, pêvçûnên herî dijwar di van hereman de berdewam dike. Niha jî tê meraqkirin ku dê di vê civîna îro de çi bê nîqaşkirin.

Hate ragihandin ku îro li paytexta Kazakhstan Astana yê civîna Astana 7 di navbera şandeyên dewletên Tirkiye, Rûsya û Îran ku wek dewletên garantiya şer a li Sûriyê dikin têne binavkirin de tê lidarxistin.

Ji aliyê wezaretiya derve ya Kazakhstan beriya çend rojan hate eşkere kirin ku hemû aliyên civîna Astana (Rêjîma Sûriyê, Opozisyon, Urdin û Amerîka wekî çavdêr) tevlîbûna kongrê erê û tekez kirine.

Li gorî pêşdîtinên û daxuyaniyên çapemeniyê di civînê de yek ji mijarên ku dê werin nîqaş kirin “Dosya dîlgirtiyan” ku di civîna Astana 6 de hate lipaşxistin e.

Ji aliyekî din ve jî hate payîn ku wê di civînê de bicihbûna hêzên çavdêriyê li “herêma kêm pevçûn” li parêzgeha Idlibê bakur rojavayî Sûriyê were nîqaşkirin.

Doh di 29’ê cotmehê de şandeyên welatên garantorên hevdîtinên teknîkî li Otêla Marriott li Astanayê ji bo nîqaşkirina mijarên xalên civînê hevdîtin pêk anîn e.

Hate raghandin ku civîna Astana 7 li Otêla Ritz-Carlton bi hevdîtinên cuda ji aliyê Tirkiyê wê bi Rûsya û Îran ve têne lidarxistin, piştî wê hevdîtina sê alî di navbera her sê dewletan ve were lidarxistin.

Şandeya Tirkiyê bi serokatiya şêwirmendê Wezaretiya Derve ya Tirkiyê Sedat Onal, şandeya Rûsyayê bi serokatiya nûnerê taybet ê kar û barên Sûriyê yê serokê Rûsî Vladimir Putin, Alexander Lavrentev û şandeya Îranî bi serokatiya alîkarê wezîrê derve yê Îranê Husên Ensarî, pêk tên.

Tê zanîn ku civîna Astana 6 di 15 Îlona borî de li paytexta Kazakhstan Astana hate lidarxistin û têde nîqaş li ser herêma kêm pevçûn a Idlibê hate kirin, di encama wê civînê de jî ti serkeftin ji bo agirbesta şerê li Sûriyê ne hate bidest xistin.

Tê pêşdîtin ku civîna Astana bi amadebûna her sê welatên Îran, Rûsya û Tirkiyê ku ji destpêka şerê Sûriyê de di nav kirîza heyî de xwedî hewildanên derbasbûnê ne.

Di encama pilana sê alî ya ku her sê welatan li ser lihevkirin e, ev civîn tên lidarxistin. Tê gotin ku armanc jê ew e ku di nav şerê heyî de bibin xwedî par û dest deynin li ser heremên Bakur Sûriyê û bi van civînan derbasbûna wan a sînorê Sûriyê û Bakurê Sûriyê rewa bikin. Hate destnîşankirin ku bi behaneya parastina Sûriyê û çavdêriya komên çete û heremên kêm pevçûn xwe li ser sînorên Sûryê bi cih dikin.

Li ser vê yekê ji dema civîna Astana 6 û heta niha ji aliyê Tirkiyê ve li ser sînorê Sûriyê xeta Efrîn û Idlibê hêzên xwe bi cih dike û sewqiyata leşkerî li sînor bi çekên giran zêde kiriye.

30.10.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً