LEZGÎN
الرئيسية / KRONOLOJIYA ROJANE / NÛÇEYÊN SEREKE YÊN ROJANE

NÛÇEYÊN SEREKE YÊN ROJANE

ROJAVAYÊ KURDISTAN Û SÛRÎ:

* Hêzên Asayîşa Rojava daxuyaniyek da û diyar kir ku wê ji îro ve li bajar û gundewarên herêma Cizîrê motorsîklet bêne qedexekirin, da ewlehiya herêmê were parastin û rê li pêşiya êrîşên terorî bê girtin.

* Şervanên QSD′ê êrîşên çeteyan ên li ser bîrên petrolê yên El-Umer şikandin. Di encama şer de panzêrek û 2 erebeyên doçkaya 23 hatin îmhakirin.

* Hat ragihandin ku artêşa tirk bi bahaneya avakirina dîwarê sînorî li gundê Şingalê yê bi ser herêma Efrînê dest bi jêkirina darên zeytûnan kiriye.

* Şandeke ji hêzên Tirkî serdana navçeya çiyayê Ekawî li dora bajarê Bidama li gundewarê Idlibê yê rojava kir.

* Tevgera Ehrar El Şam ragihand ku jikarberdana Ebû Ednan Zeytûn pejirand û Ebû El Munzir weke rêberê baskê tevgerê destnîşan kir, herwiha Hisên El Şamî weke serokê Erkan û cîgirê rêberê leşkerî destnîşan kir.

* Nûnerê Serokatiya Rûsyayê li Sûriyeyê Alkesendar Lavrentiyevî di civîneke çapemeniyê de got meseleya beşdarbûna kurdan di çareseriya Sûriyeyê de dê di rojên pêş de zelal bibe.

* Nûnerê Taybet ê Suriyê yê Serokatiya Dewleta Rûsya Aleksandr Lavrentyev, diyar kir ku herêma kêmkirina pevçûnan li Idlîb ê a li Suriyê îhtîmal heye ku êrîş ji aliyê terorîstan ve pêkwerin û em hêvî dikin ku Tirkiye vê îstîqrarê li wir pêkwerîne.

BAKURÊ KURDISTAN Û TIRKÎ:

* Hate ragihandin ku li herêma Omeryan a navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê bi piştgiriya helîkopteran sewqiyatê leşkerî tê kirin. Her wiha hat zanîn ku gundên herêmê bi tevahî hatine dorpêçkirin.

* Di dewama nakokiya di navbera Berlîn û Enqerê de, Almanyayê firotina tankan ji bo Tirkiyê radiwestîne.

* 218 kes li gorî fermana dozgeriya giştî ya Tirkîyê li bajarên curbicur ên Tirkiyê bi tawana hevkariya digel Tevgera Gulen re hatin e girtin.

* Kremlînê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan pêwendiyeke telefonî pêkanîn. Hat ragihandin ku di vê pêwendiya telefonî de her du serokan li ser pêkanîna projeyên enerjiyê, rewşa herêmên kêmkirina pevçûê li Sûriyê, têkoşîna dijî terorê û pêşxistina proseya siyasî di krîza Sûriyê de gotûbêj kirine.

BAŞÛRÊ KURDISTAN Û IRAQ:

* Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di axafina xwe de ragihand ku eger deriyên sînor ê Tirkiyeyê ku petrol derbas dibe neyên kontrolkirin wê krîz kurtir bibe.

* Di daxuyaniya Qesra Elîzayê de hat gotin ku Serokomar Emmanuel Macron di peywendiya xwe ya telefonî bi Heyder Ebadî re gotiye: “Di çarçoveya Destûra Bingehîn a Iraqê de em piştevaniya diyalogê di navbera hikûmeta Herêma Kurdistan û hikûmeta Bexdayê de dikin, divê rêz li mafê gele kurd were girtin û herêmên nakok bi hevbeşî werin birêvebirin.”

* Berdevkê Fermandeyiya Operasyonên Hevbeş ên Iraqê, Emîd Yehya Resûl dibêje, çend civînên din pêwîst in heta ku ew li gel pêşmerge bigihîjne rêkevtinê.

* Berdevkê Hikûmeta Iraqê Seid Hedîsî li ser civîna komîteya teknîkî ya hevbeş a navbera fermandarên leşkerî yên Iraq û Pêşmerge zanyarî da û got: “Em dixwazin vegerin dirêjahiya sînorên sala 2003 an.”

* Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragihand, ku heta dawiya vê salê, hemû axa Iraqê dê bikeve bin desthilatdariya Hikûmeta Iraqê û hilbijartin jî dê di dema xwe de were pêkanîn.

* Sekreterê Giştî yê Hêza Bedir a bi ser Heşda Şeibî ve Hadî Amirî, ragihand ku Heşda Şeibî yekser girêdayî Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ye û ti caran nayê hilweşandin.

ROJHILATÊ KURDISTAN Û IRAN:

* Wezareta Derve ya Îranê ragihand ku Serokomar Hesen Rûhanî daxwaza hevdîtinê ya Serokê Amerîkayê Donald Trump qebûl nekir.

* Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî ragihand ku Îran dê di hilberîna moşekan de berdewam be û îdaa kir ku ev yek hevpeymanên navnetewî binpê nake.

* Di encama teqînekê de li parzûngeha (rafîneriya) petrolê ya Tehranê 8 karkerên Kurd canê xwe ji dest dan û 3 jî brîndar bûn.

* Serokê Heyeta Erkanên Artêşa Îranî General Mihemd Baqirî ragihand ku di demeke nêzîk de dê hemû astengên li ser sînorên Kurdistanê rakin.

CÎHAN:

* Li bajarê El Arîş ê girêdayî eyaleta Sinaya Misrê di dema derbasbûyîna wesayîta polîsan de êrîşeke bombeyî pêk hat, di êrîşê de 2 polîs hatin kuştin û 9 jî birîndar bûn.

* Hate ragihandin ku li bajarê bakurê rojhelatê Afganîstanê Kunduzê di êrîşeke Talîbanê de 13 polîs mirin.

30.10.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً