LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Deriyê Sînor ê Xabûrê radestê Bexdayê tê kirin

Deriyê Sînor ê Xabûrê radestê Bexdayê tê kirin

ŞIRNEX –  Li gorî peymana navbera Hewlêr û Bexdayê, hat ragihandin ku deriyê sînor ê Xabûrê jî radestî rêveberiya Bexdayê tê kirin.

Piştî referandûmê, di serî de Kerkûk gelek herêmên Başûrê Kurdistanê radestî hikumeta federal a Iraqê û Heşdî Şabî hatin kirin. Li gorî peymana di rojên dawî de di navbera Hewlêr û Bexdayê de hat mohrkirin, deriyên sînor tên radestkirin. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, deriyê sînor ê Xabûrê radestî rêveberiya Bexdayê tê kirin. Tê payin deriyê sînor îro bê radestkirin.
Tê gotin ku rêveberiya Hewlêrê balafirgeh jî radestî Bexdayê kiriye û ev yek wê di demeke kin de pêk were.
31.10.2017
Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً