LEZGÎN
الرئيسية / Jin / Jina bi zorê hate zewicandin 13 kes kuştin

Jina bi zorê hate zewicandin 13 kes kuştin


NAVENDA NÛÇEYAN – Jina li Pakistanê bi zorê zewicandin, di nava malbatê de zext dît û tiştên nediwest pê didan kirin. Jinê ji heman malbatê 13 kes kuştin.

Jina bi navê Asiye Bîbî bi zorê bi mêrekî re zewicandin û Bîbî hem mêrê ku pêre zewicî û hem jî ji malbatê 13 kes kuştin. Hat diyarkirin ku Bîbî di meha Îlonê de bi zorê hatiye zewicandin û jehr tev li xwarinê kiriye û 13 kes kuştiye. Hat gotin piştî bûyerê Bîbî bi 2 kesan re hatiye binçavkirin. Polîsê bi navê Uveyîs Ahmed der barê bûyerê de agahî da û piştrast kir ku 13 kes hatine jehrîkirin, 14 kes jî rakirine nexweşxaneyê.
Li Pakistanê bi taybetî li herêmên çoltarî û li cihê xizanî lê zêde ye, zewaca bi zorê û di temenê piçûk de zêde ye û jin li dijî van zextan têkoşînê didin.
31.10.2017
Rojev24

شاهد أيضاً

Rûsya û Turkiye li ser Idlibê û Bakurê Sûriye negihştin formekê

NAVENDA NÛÇEYAN- Hikûmeta Rûsyayê ragihand, ew razî nînin Turkiye “herêma aram” ya ku li nav …

اترك تعليقاً