LEZGÎN
الرئيسية / Bakurê Sûriya / Balona Idlib a zêde hat pivdan fisiya!

Balona Idlib a zêde hat pivdan fisiya!

NAVENDA NÛÇEYAN – TSK’ê di 7’ê Cotmehê de bi fermana hikûmetê li Idlibê li dijî El Nusra operasyon da destpêkirin û çend rojan propaganda serkeftina leşkerên TSK’ê kirin. Lê 24 roj derbas bû hêj hêzên çekdar ên El Nusra ji Idbilê paqij nekirine. Ji ber ku hêzên TSK’ê û Mertalên Firatê li Idbilê serkeftin pêk neanin Rejîma Sûriye û Rûsya dest bi mudaxaleyan kirin û nîşaneyen têkçûna operasyona Idlibê xuya bûn.

Artêşa Çekdar a Tirkiyê (TSK) ê di 7’ê Cotmehê de sînorê Sûriye derbas kir û ket axa Idlibê. Piştî TSK ketin Idlibê Serokê AKP’ê Recep Tayyip Erdogan got “Niha li îdlibê tevgerek mezin heye. Ne TSK, komên OSO  li wir in” Bi vê daxuyaniyê re tevgera ‘Îdlibê ji terorê paqij bikin” dan destpêkirin û 24 rojin operasyon didome. Beriya tevgera Îdlibê dest pê bike Tirkiye, Rûsya û Îranê li Astana kom bûn û li ser şerê li Îdlibê li hev kirin. Biryar dan ku her welatekî garantor 500 leşkeran bişînin Îdlibê û li wir çavdêriyê bikin.

Li gorî peymanê biryar hat dayîn ku heyeta Rusya ya leşkerî be û yên welatên din jî sivîl bin. Ji ber vê yekê Tirkiye ne bi TSK’ê bi OSO tevgera Îdlibê da destpêkirin. Erdogan gotibû derdora Îdlibê dê Rusya kontrol bike û nava îdlibê jî dê Tirkiye kontrol bike. Li bendê bû koma Heyet El Tahrir (El Nusra) ya li nava Îdbilê û hêza Tirkiye ya OSO bên hemberî hev. Lê 24 roj derbas bûn heta niha TSK’ê û OSO hêza çekdar a El Nusra ji Idlibê paqij neriye. Rûsya ji hewa de piştgirî da OSO. Ji ber ku plana wan pêk nehat û encama dixwestin bi dest nexistin di 30’ê Cotmehê de 7’emîn civîna Astana pêk anîn. Di civînê de jî derket holê ku plana wan bi rêve naçe û encamê bi dest naxin. Serokê Rûsya Vladimir Putin û Nûnerê Taybet ê Suriye Aleksander Lavrentyev, diyar kir ku tişta dikeve ser milê Tirkiye divê bike” piştî vê daxuyaniyê hat xuyakirin ku Tirkiye erka xwe pêk neanîye. Nûnerê Daîmî yê Neteweyên Yekbûyî yên Sûriye Beşar Caferî,  diyar kir ku hebûna TSK’ê ya li Tirkiye dagirkerî ye.

Tirkiye rola xwe guhert

Piştî van daxuyaniyan hat zanîn ku li şûna Tirkiye li gorî daxwazê Rejîmê tev bigere, bi xistina komên Mertalên Firatê ya Idlibê pirsgirêkên nû bi xwe re anîye. Li gorî peymana Astana 6’an hat plan kirin ku komên Mertalên Firatê yên Ezaz-Cerablus-Babê derbasî Idlibê bikin û li dijî Heyet Tahrir El Şam (HTŞ) şer bikin. Hat xwestin HTŞ ya di pêşengiya El Nusra de şer dike ji wê derê paqij bikin. Hat xwestin ku Artêşa Sûriye ya Azad (OSO) ji Rejimê re bîatê bike.

Lê Tirkiye bi hesap û planên din ket Idlibê. Li şûna Tirkiye bi HTŞ’ê re şer bike, bi wan re li hev kir û li ser sînorê Efrînê bi cih bû. Bêtir bi armanca Efrînê dorpêç bike bi cih bû. Hêzên TSK’ê li şûna têkevin nava Idlibê li sînorê gundên Atme, Darit Îze, Kela Seman, Qilê û Selva yên ser sînorê Efrînê bi cih bûn. TSK li hemberî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi cih bûn dest bi êrîşa topên hawanê kir.

Ewil bi El Nusra re li hev kir

Mertalên Firatê û OSO, ku derbakî Idlibê bûn, li şûna bi hêzên çekdar re şer bike bi wan re li hev kir. Derket holê ku li herêma Şehba bi komên armanca dikin Koalîsyona Neteweya Sûriye hilweşîne re dixebitin. Piştî Bab ket bin kontrola TSK’ê komên dembori yên Mertalên Firatê ava kirin. Hat zanîn ku fermandarên OSO  yê ji Tirkiye Ebû Hetabe anîn ser artêşê. Hat zanin ku Hetabe di navbera TSK û El Nusra re 3 caran wekî kesê navbênkar û çavdêr şandine nava El Nusra û piştî vê yekê li hev kirine ku Tirkiye têkeve sînorê Efrîn û Idlibê.

 

Piştî Hetabe tevi komê Wezîrê Parastinê yê berê û fermandarê OSO Ebdulcabar Egitî jî hewl da hikûmetek paralel ava bike. Hat zanin ku Egîdî, li gundên Idlibê û Babê bi serokên Eşîran re hevîn pek anîne. Egitî bi serokên Eşîrên Şemar, Begara, Herb, Ecelî û Buselîm gelek eşîrên din re hevdîtin kirin. Gelek eşiran nexwestin ku Tirkiye têkeve herêmê û xwestin hikûmetek alternatif bê avakirin. Piştî ku Tirkiye ket babê di navbera hêzên herêmê û hikûmeta dembarî de gelek nakoki û pirsgirêk derketin.

Encam bi ser neket

Di encamê de peyman û planên ku di civina Astana 6 de dabûn pêş xwe pêk nehat. Tirkiye rol û rista danîbû ser xwe pêk neanî. Ji bo ku Tirkiye plan pêk neani û bi Rejîma Suriye û Rûsya re ket nava dijberiyê Rejîma Sûriye û Rûsya mudaxaleyi hêzên giredayî tirkiye kir.

Di vê pêvajoya pişti civîna Astana 7 de TSK herêma Efrînê da ber topan, Tirkiye encam bi dest nexist. Li gel vê yekê Tirkiye propagandek vala dike. Tê gotin ku ligel dibejin dê Efrînê paqij bikin. Beriya Operasyona Idlibê destek pê bike bi bin ket û têk çû.

01.11.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Kaxeza penaberên Sûriye bi riya Turkiye ku penaber bi zorê têne veguhestin

SERÊ KANIYÊ- Gundê Qitînê yê girêdayî bajarê Serê Kaniyê ji aliyê çeteyên dewleta Turk ve …

اترك تعليقاً