LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Kampanya milyon îmze ji bo azadiya Ocalan hate destpêkirin

Kampanya milyon îmze ji bo azadiya Ocalan hate destpêkirin

NAVENDA NÛÇEYAN – Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser malperek a bi navê AVAAZ kampanya milyonek îmze hatiye destpê kirin. Kampanya ku ev du roj hatiye destpê kirin ji niha ve nêzî hezar îmze hatine qeydkirin.

Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Ebdulah Ocalan li her deverê çalakî têne lidarxistin. Ji aliyekî ve hemû netew, partî, tevger, komele û sazî ketine nava çalakiyan û ji aliyekî din ve jî li ser malperên tora civakî kampanyayên îmzeyan hatine destpêkirin. Di girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyê girtiyên PKK’yî û PAJK’î dest bi grêva birçîbûnê kirine, li gelek welatên Rojhilata Navîn û Ewropayê gel çalakî û xwepêşandan lidar dixin û bangewaziya ji bo tecrîda li ser Ocalan bê rakirin dikin.

Li ser malperê kampanya îmzeyê

Jibilî çalakî û xwepêşandanan di tora civakî de jî dest bi kampanyaya îmzeyan a ji bo azadiya Ocalan tên destpêkirin. Yek ji van malperan jî, malpera AVAAZ ku wek e malperekî kampanya îmzeyan tê naskirin, di 30’ê cotmehê de di guncika xwe ya anketan de kampanya îmzeyan daye dest pê kirin. Di malperê de kampanya bi navê “Kampanya milyon îmze ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan” daye dest pê kirin, ragihand.

Edîtorya malperê derbarê girîngiya kampanyayê de nivisek jî weşandiye ev tişt diradigihîn e: “Rêber Ebdulah Ocelan 50 milyon kurd temsîl dike, em bang li hemû mûnezemeyên (sazî û komeleyên) mirovî dikin ku ji bo azadiya Rêberê netewî yê kurd ji zindana Dewleta Tirk li Grava Îmraliyê derkeve mudaxele bê kirin.”

Malperê diyar kir ku yê tevlî kampanyê bibe dikare di riya linka wê de beşdar bibe û kampanya ji bo azadiya Ocalan mezin bikin.

Di kampanya malperê de ku ji 30’ê cotmehê ve an go di nava du rojan de nêzî hezar kes îmze avetiye û qeyd qeydkirine.

Linka Malpera Kampanyayê eve:

https://secure.avaaz.org/ar/petition/lkhrjy_lmryky_mlywn_twqy_lTlq_srH_lqyd_bd_llh_wjln/?zrKFymb&utm_source=sharetools&utm_medium=whatsapp&utm_campaign=petition-455105-lkhrjy_lmryky_mlywn_twqy_lTlq_srH_lqyd_bd_llh_wjln&utm_term=rKFymb%2Bar

01.11.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً