LEZGÎN
الرئيسية / Bakurê Sûriya / Ciwanekî Ereb ji bo Ocelan agir berdide canê xwe

Ciwanekî Ereb ji bo Ocelan agir berdide canê xwe

ŞEHBA – Ciwanê 23 salî Zekeriya li Herêma Şehbayê ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Ocelan agir berdide canê xwe, Zekeriya ji aliyê hevalên xwe ve hate xelaskirin û niha rewşa wî başe.

Welatiyekî ji pêkhateyên Ereb ji Herêma Şehbayê di dema xwepêşandanekê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocelan ku hatibû pêk anînin, agir berdide canê xwe.

Di berdewamiya tecrîda li ser Rêberê gelê kurd Abduah Ocelan li her deverê û ji aliyê hemû pêkhateyan ve, çalakiyên curbecur têne organîzekirin.

Li Herêma Şehbayê li navceya Ahris ku ji aliyê Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Ereb ve duh çalakiyek ji bo diyarkirina rewşa Rêber Ocelan û şermezarkirina tecrîda ferizkirî li ser, hate lidarxistin.Di dema çalakiyê de ciwanê Ereb ê (23) bi navê Zekeriya Şopik bi nasnav Ebû Şilşil ku ji gundê Kefirnaya ya Kantona Şehba yê ye ji bo tecrîda ku li ser Ocelan hatiye ferizkirin û da ku rewşa wî nasbike, agir berda canê xwe, lê ji aliyê hevalên wî yên di çalakiyê de agir hate vemirandin û niha jî rewşa wî başe û tê dermankirin.

Di dîmenên ku dema Zekereya tê tedawî kirina de sedma ku çima agir bi bedena xwe dixe diyar kir û got: bila her gel ê ku bi nirxe bibîne , ez ji bo Rêber Ocelan agir bi bedena xwe dixim.

02.11.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Kaxeza penaberên Sûriye bi riya Turkiye ku penaber bi zorê têne veguhestin

SERÊ KANIYÊ- Gundê Qitînê yê girêdayî bajarê Serê Kaniyê ji aliyê çeteyên dewleta Turk ve …

اترك تعليقاً