LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Di heftiyekê de êrîşên li ser Rojava

Di heftiyekê de êrîşên li ser Rojava

NAVENDA NÛÇEYAN – Her yek ji dagirkeriya Tirk û çeteyên DAIŞê ji ber têkçûna xwe li Rojava û Bakurê Sûriyê bi xwesteka lê bicih kirin di êrîşên xwe de berdewam in, ji aliyê Tirkan li kantona Efrînê di nava meha Cotmehê de 120 dar hatin jêkirin û herem bi top û hawinan tê topbaran kirin, DAIŞ ê jî piştî ku li Reqayê biserneket êrîşî cihên rizgarkirî yên QSD ê li Dêra zorê dike, lê ew rastî bersiv dayîna hêzên QSD tê.

ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK:

Di 26 Cotmehê de Artêşa Tirk xaka kantona Efrînê dagirkir û 40 darên zeytûnan ên herêma Raco ji kokê rakirin.

Di 27 Cotmehê de Çeteyên Tirkiyê gundê Dêr Belût, Celme û girê Bihar û Bextiyar ên herêma Cindirêsê û gundê Îska yê navçeya Şêrawa top baran kirin. Yekîneyên parastina gel û jin YPJ/YPG`ê jî bersiv dan êrîşa wan.

Di 28 Cotmehê de Artêşa Tirk ji qereqola Akçağ Baǧlar a bajarê Kilise yê Tirkiyê girê Qistel û Dîkmedaş ên girêdayî navçeya Şera topbaran kirin.

Di heman dîrokê de Artêşa Tirk a dagirker noqteyên Hêzên Erka Xweparastinê yên li gundê Zormixarê yê 45 km dikeve rojavayê bajarê Kobanê topbaran dikin. Her wiha tankên xwe li hember gund bi cih kirin û tevgera xwe li ser sînor zêde kirin.

Herwiha di heman dîrokê de artêşa Tirk a dagirker 3 topên hawanê avêtin Girê Qestel ê navçeya Şera ya herêma Efrînê. Derbarê ziyanên topbaranê agahî nehatin bidestxistin.

Di 29 Cotmehê de artêaş Tirk a dagirker ji qereqola Aqçe Baxle ya wîlayeta Kilis gundê Dîkmadaş ya navçeya Şera ya kantona Efrînê bi hawanan topbaran dikin. Derbarê ziyanên pêk hatine de agahî ne hatin bi destxistin.

Dewleta Tirk a dagirker tenê di meha cotmehê de li gundê Şingêlê yê navçeya Meydana herêma Raco 70 darên zeytûnan û 50 darên Loz ji kokê rakirin û gef li şêniyên wî gundî xwarin ku gundê wan topbaran bikin.

Di 1 Mijdarê de Çeteyên dewleta Tirk ên li kela Semanê bi cih dibin, gundê Îska yê girêdayî navçeya Şêrawa ya Kantona Efrînê, topbaran kirin.

ÊRÎŞÊN DAÎŞÊ:

Di 29 Cotmehê de Şervanên QSD′ê êrîşên çeteyan ên li ser bîrên petrolê yên El-Umer şikandin. Di encama şer de panzêrek û 2 erebeyên doçkaya 23 hatin îmhakirin.

02.11.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً