LEZGÎN
الرئيسية / Rojhelata Navîn / Li Erebîstana Siûdî oprasyon: 11 prens, 4 wezîr hatin binçavkirin

Li Erebîstana Siûdî oprasyon: 11 prens, 4 wezîr hatin binçavkirin

NAVENDA NÛÇEYAN – Şevê din Ensarullah a girêdayî Yemenê ye li dijî Erebîstana Siûdî êrîşa moşekên balistik pêk anî. Piştî êrişê Siûdî bi navê operasyona nelirêtiyê seranserê welat 11 prens, 4 wezîr û 2 gerenal hatin binçavkirin.

Şevê din Ensarullaha bi ser husiyên Yemênê bi moşekên balistik êrişî balafirxaneya navdewletî ya Xalid a li bajarê Riyadê kir. Li gorî medyaya Siûdî, pergala parastina moşekan a wî welatî moşek şikandine û mirov hatine kuştin. Ji aliyê din ve li gorî şêniyên Riyadê dengê teqînên mezin hatiye bihîstin. Piştî êrişa Ensarullah a li hemberî Erebîstana Siûdî, Qral Selman Bin Ebdullazîz biryarnameyeke qraliyetê weşand û bi sucdariya nelirêtiyê 11 prens, 4 wezîr, 2 general û bi dehan diplomat û rêvebirên wî welatî hatin binçavkirin.
Li gorî nûçeya El Arabiyê, 11 prens, 4 wezîrên kabîneyê û bi 10 wezîrên berê bi dîrektîfa Serokê Komîsyona Nelirêtiyê Welîahd Muhammed bin Selman hatin binçavkirin û di nava artêşê de gelek fermandar hatin guherandin. Li gorî agahiyan kesên ku hatine binçavkirin derketina wan a derveyê welat hatiye qedexekirin û komîsyonê dest daniye ser mal û milkê wan.
05.11.2017
Rojev24

شاهد أيضاً

Ebdelhekîm Beşar û têkiliyên wê yên bi rêjîma BAAS re

NAVENDA NÛÇEYAN- Li gorî çavkaniyên pê bawer hate zanîn ku malbata siyasetmedarê Kurd Behzad dorsin …

اترك تعليقاً