LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Piştî berdana Kerkûkê di Sûriyê de nîqaşên nû!

Piştî berdana Kerkûkê di Sûriyê de nîqaşên nû!

Adnan Mustafa

Di rojên dawî de û bi taybetî piştî pêşmergeyên PDK’ê û YNK’ê çeperên şer ên li Kerkûk û navçeyên Misûl û hawirdora wê berdan û ji aliyê gelek kesan ve wek e xiyanek hat binavkirin nîqaşeke nû di qada navnetewî û Sûriyê de dest pê kiriye.

Daxuyaniya lêvegeriya Elî Ekber Wîleyatî ya piştî serdana Vlademîr Pûtîn a Îranê, daxuyaniya Serok Komarê Sûriyê Beşar Esad û daxuyaniyên generalê Rûsî Aleksandar Baxdînûf û berdevkê Komîteya Lihevhatina Niştîmanî ku di hemwextî de hatin kirin ne tiştekî ji rêzê û tesadûfî ne.

Di van daxuyaniyên hemwext de bêguman xalên hevbeş jî hebûn û ev jî tehdîtkirina kurdan bu. Di daxuyaniya wan ên hemwext û hevbeş de ev tişt derketina holê : “Li heremên ne dibin qontrola Artêşa Rejîma Sûriyê de bin, wê bi darêzorê û bi şer ji destê wan bê derxistin. Divê derhal ev cografiya heyî bi riya aştiyane radestê rejîmê bê kirin.”

Helbet di daxuyaniyan de behsa bajarên wek e Minbic, Reqqayê, herema Şehba û Idlibê jî tê kirin, lê herî zêde qala heremên di bin serweriya QSD û YPG/YPJ’ê de tê kirin. Piştî van daxuyaniyên bê wate û hevokên sar, hin sereşîrên Ereb wek e Newaf El Beşîr û hin rayedarên opozisyona Sûrî û fermandarê Artêşa Azad jî daxuyaniyên bi vê rengî dan. An go bêhna faşîzma Ereb careke din xwe dide der. Çewa wekî ku di salên 1960-1963’an de di encama lihevhatinekê dinavbêra Qewmeciyên sosyalîst, komînîstên Sûrî û Beasiyan de pêk hat de, derbeya leşkerî ya bi navê Beas kirin û hemû desthiladariya Sûriyê heyanî roja îro berdewam dike, anîn. Di koka vê lihevhatinî de, nijadperestiya ku bi destê Cemal Ebdul Nasir hebû ku armanca wan a sereke desthiladarî bû. Îro jî di bingeha daxuyaniyên êrîşkar, yên Sûrî, Îran û Rûsiya de jî heman zihniyet heye. Dîsa helwesta êl û eşîrên Ereban û propagandayên di nava gelê Ereb de tê kirin de bingeha xwe ji heman zihniyetî digire. Bi van daxuyaniyên hemwext re, li bajarê Minbicê ku bi xûyna qehremanên gelê Minbic ên kurd û ereb hatiye rizgarkirin, hewildanên tevlîhevî û provakasyonê hene. Yek ji van lîstikan di 3’ê mijdarê (03.11.2017) de êrîşkirina li ser wesayîta Ebû Adil ku Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ye, bû. Dîsa hewildana duyemîn ku hêj jî ev yek berdewam e, sorkirina gelê Minbicê li dijî rêveberiya bajêr a di bin navê “Leşkeriya darê zorê tê kirin” e. Vê yekî ne tenê li Minbicê dixwazin li heremên din ên Şehbayê jî pêşbixin. Armanc jê ewe ku têkbirina aramiyê û rê li ber mudaxeleya Rejîmê vekirin e. Ev lîstik bi destê çeteyên tirk û kevne beasiyên rejîmê tê kirin. Di bingeha xwe de, ev hewildanên provakasyona di encama peymana Rûs, Tirkiyê û Îranê de ya li ser bakurê Sûriyê hatiye kirin e. An go Federaliya Bakûrê Sûriyê û hilbijartinên dawî dikin hedef.

Armanc, aramiyê têkbirin û pêşî li meşrûhiyeta mudaxeleya xwe vedike. Ji ber vê yekê divê gelên heremê û bi taybet Ereb, ji bo van provakasyonan hişyar bin. Ji ber ev provakasyon tecrûbeya rêveberiya hevbeş a xweseriyê hildiweşîne. Lê divê di heman demê de, aliyên dixwazin van polîtîkayên qirêj pêşbixin baş zanibin ku ne Sûrî wek e Iraqê ye û ne jî kurdên Rojava mîna PDK’ê û YNK’ê ne. Kurdên Rojava xwedî çanda Berxwedanê ne, çanda hevgirtinê ne. Divê dost û dijmin bizanê xwediyê çandên çanda Berxwedanê “Ser didin, lê sirr nadin û çeperên şer bernadin.”

06.11.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً