LEZGÎN
الرئيسية / Cîhan / Rûsyayê Kongreya Sotşî ji ber sedemên ne diyar li paş xist

Rûsyayê Kongreya Sotşî ji ber sedemên ne diyar li paş xist

NAVENDA NÛÇEYAN – Hate ragihandin ku Rûsyayê Kongreya Netewî Sûriyê ku wê di 18 mijdarê de li Rûsya Sotşiyê hatibûya lidarxistin, heta demeke ne diyar ji ber sedemên ne zelal hate li paş xistin.

Tê ragihandin ku Serokê Rûsyayê Flademîr Pûtîn Kongera Netewî Sûriyeyê ku wê di çend rojên pêş de hatibûya lidarxistin lipaşxistiye.

Hin aliyên heremî û navdewletî peyam ji bo Rûsyayê dane da ku beriya lidarxistina kongirê helwesta hemû aliyên ku bandora wan li ser krîza Sûriyê heye, bikin yek da ku bigihijin armanca xwe ya çareserkirina krîza li Sûriyê.

Li gorî hin çavkaniyan hate eşkere kirin ku biryara Serokê Rûsyayê Putîn piştî nîşaneyên ihtîmala lihevkirinên bi Amerîka re hate dayîn. Hat ragihandin ku ji bo lihevkirina di navbêra her du dewletan de wê di hevdîtina Pûtîn û Trump a di civîna Lutkeya Aborî ya Asyayê ku wê di vê heftiyê de li Vîêtnamê de pêk were, de bê nîqaş kirin.

Ji aliyekî din ve jî hin çavkaniyan dane zanîn ku sedema lipaşxistina kongreyê vedigere xwesteka dewletên Erebistana Sûadî ye ku tê îdea kirin ku van welatan ji Rûsyayê lipaşxistina kongirê daxwaz kirine heta ku kongira Riyad 2 were tekez kirin.

Lê gumanên din ji aliyê hin çavkaniyên dîtir hene ku Tirkiyê jî ji aliyên ku tevlîbûna hin aliyan di vê kongirê de itîraz dike û ji wan aliyên ku Tirkiyê tevlîbûna wan red dike nûner û partiyên siyasî yên kurd in. Hat bîranîn ku berteka Tirkiyê ji ber tekezkirina Rûsyayê ya amadebûna partiyên kurdî di vê civînê de kiribû.

07.11.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Kaxeza penaberên Sûriye bi riya Turkiye ku penaber bi zorê têne veguhestin

SERÊ KANIYÊ- Gundê Qitînê yê girêdayî bajarê Serê Kaniyê ji aliyê çeteyên dewleta Turk ve …

أضف تعليقاً

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني. الحقول الإلزامية مشار إليها بـ *