LEZGÎN
الرئيسية / Bakurê Sûriya / Li Minbicê Tirkiyê û Rêjîma Sûriyê tevlîhevî dikin

Li Minbicê Tirkiyê û Rêjîma Sûriyê tevlîhevî dikin

MINBIC – Li Minbicê bi armanca tevlîhevî derxistin, ji aliyê komên girêdayî Tirkiyê û Rêjîma Sûrî ve pirpoxenda tê kirin, lê ev yek biserneket û ji bo erkê xweparastin biryar hate dayîn ku bibe bi dildarî.

Li gorî biryara Komîteya Erkê xweparastinê li bajarê Minbicê ku di 6 Mijdarê de derî ji bo tevlîbûna erkê xweparastinê hate vekirin.

Di vê derbarê de ji aliyê Rêjîma Sûriyê û Tirkiyê ve bi çeteyên Mertala Firatê li bajarê Minbicê tevlîhevî hate kirin da ku vê biryarê vala derbixin û berê ciwanan bidin şerekî navxweyî li Minbicê.

Çavkaniyên taybet ji bajarê Minbicê ragihandin ku biryara Erkê xweparastinê ji aliyê eşîreyên bajarê Minbicê ve hate girtin û bi vê yekê ev biryar hate girtin û ragihandin.

Di dema destpêkirina dewreya yekemîn a erkê xweparastinê li bajarê Minbic û gundewarê wê, çavkaniyê taybet ku şahidê wê buyerê bû diyar kir ku hin aliyên ku alîgirên Rêjîmê ne tevlîhevî hate kirin da ku berê ciwanan bidin nav refên Rêjîma Sûriyê û ciwanan li dijî biryara Rêveberiya Parastinê derkevin.

Di hevkariya bi Rêjîma Sûriyê re niha dijminê Sûriyê (Tirkiyê) li beramberî Rêveberiya xwser bi rêjîma Sûriy re bûne yek, ji aliyê xwe ve jî Tirkan bi çeteyên Mertala Firatê ji gundê Enedan tevlîhevî pêk anîn û deriyê sînorî vekirin da ku berê ciwanan bidin dervey Minbicê û hermê vala bikin.

Heman çavkanî da zanîn ku Rêjîma Sûriyê û Tirkan xwestin ku serferberî li bajar bidin ragihandin û tirsekê belav bikin û bi vê yekê çavkanî da zanîn ku armanc jê ew bû ku ciwan ji heremê werin derxistin.

Çavkanî eşkere kir ku artêşa Tirk li gundê Enedan ku li bakurê Minbicê dikeve xwest ku êrîşî hêzên parastinê li Minbicê bikin û bi vê yekê fîşek berdan û xwestin tevlîheviyê bikin û gule berdan.

Derbarê wê rewşa heremê û tevlîbûna erkê xweparastinê çawa be çavkanî ji me re ragihand ku biryara erkê xweparastinê ne hatiye îbtal kirin, lê wê bi dildarî ji aliyê ciwanan ve were kirin.

Çawa ev tevlîhevî pêk hat û bi destê kî ?

Bi xwesteka talokirina biryara erkê xweparastinê li bajarê Minbicê û bi taybet li milê Heremên Cerablus ê û Ezazê ji aliyê komên çete yên Mertala Firatê ve bang li ciwanan hate kirin da ku li dijî tevlîbûna erkê xweparastinê derkevin lewma bi daxuyanî û bang ciwan hatin sor kirin û bi rêxistin kirin.

Ji milekî din ve jî bi pirpoxenda û pirovakasyon yên ku xwe bi nav dikin artêşa Azad (Buroya Leşkerî ya Minbic û gundewarê wê) daxuyanî weşandin û bang li ciwanên Minbicê kirin ku erkê xweparastinê red bikin û di daxuyaniya xwe de erkê xweparastinê wekî şerekî biratî li heremê bi navkirin.

08.11.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Kaxeza penaberên Sûriye bi riya Turkiye ku penaber bi zorê têne veguhestin

SERÊ KANIYÊ- Gundê Qitînê yê girêdayî bajarê Serê Kaniyê ji aliyê çeteyên dewleta Turk ve …

اترك تعليقاً