LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Waliyên DAIŞ’ê li Dîlokê ne!

Waliyên DAIŞ’ê li Dîlokê ne!

NAVENDA NÛÇEYAN – DAIŞ a ku tune dibin, hat angaştkirin ku li Dîlokê di malên hucreyê de bicih bûn û bi ser Afganîstanê re ber bi Ewropayê ve korîdorek vekirine.

 

DAIŞ’ê li Reqa û Dêra Zorê ji sedî 96 axa bi dest xistibû winda kir û hat angaştkirin ku DAIŞ bi kadroyên xwe pêşeng re vedigerin welatên ku jê alîkarî digirtin.

DAIŞ a ku li paytexta xwe Reqayê rastî têkçûnek giran hat 900 endamên wê bêyî ku tu astengî ji wan re derbikeve di sînorê Dîlok û Kilîsê de derbasî Tirkiyê bûn û ev di nav raya giştî de hatibû belavkirin. Çend angaştên der barê DAIŞ’ê de ku diçin welatên din wiha ne; Ji bo DAIŞ’iyên li Tirkiyê bi ser Afganîstanê ve ber bi welatên Ewropa û cîhanê ve xetek nû vebûye. DAIŞ’iyên li Afganîstanê tên perwerdehkirin jî neqlî welatên Ewropayê tên kirin. Ji bo vê yekê bi alîkariya Konsolosxaneya Tirk a Afganîstanê 18 endamên DAIŞ’ê bi pasaportên tirk şandine Elmanya, Fransa û Avusturyayê.

 

Hat angaştkirin ku endamên DAIŞ’ê di serî de li Dîlok û bajarên li ser sînor bi awayek hucreyan de tên bicihkirin û ji bo bişînin Ewropa û Rojava tên rawestandin. Endamên şebekeya kurye ku tê angaştkirin ji aliyê îstîhbaratê ve hatiye avakirin kesên bi navê A.S. (37) û H.N. (43) endamên şebekeyê ne jî hat angaştkirin ku di serî de kaçaxiya mirovan li ser xeta Îran û Tirkiyeyê faîlên yekemîn ên bazirganiya tiryakê dikin e.

 

Hat angaştkirin ku bi taybetî endamên DAIŞ’ê yên vegeriyan Dîlokê gelek malên hucreyê yên aîdî wan hene û li van malan kadroyên paye bilind ên pêşeng jî hene.

Li gorî vê yekê 5 endamên paye bilind ên DAIŞ’ê ku niha li Dîlokê dimînin nav û peywîra wan wiha ne:

 

1- Muhemed Hamid Eldilêmî

Navê kod: Ebu Hicar Elesafî

Peywîra nav DAIŞ’ê: Berpirsê propaganda û rêxistinkirinê

 

2- Ahmed Ebdulqadir Elceza

Navê kod: Ebu Mîsera

Peywîr: Waliyê Bexdayê

 

3- Idnan Letîf Hemîd El Siwêdawî

Navê kod: Ebu Muhened

Peywîr: Waliyê Anbarê

Peywîra berê: Efserê Artêşa Iraqê

 

4- Niêma Ebul Nayif El Cibûrî

Navê kod: Ebu Fatima

Peywîr: Waliyê Kerkûkê

 

5- Ridwan Talib Hissên Ismaîl El Hemdûnî

Navê kod: Ebu Cernaz

Peywîr: Berpirsê sînorê Iraqê

08.11.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً