LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Li Qetar û Erebîstanê pel bilebite Enqere diheje!  

Li Qetar û Erebîstanê pel bilebite Enqere diheje!  

 

NAVENDA NÛÇEYAN – AKP’yiyên ku ambargoya Qetarê wek êrîşek li hemberê xwe dibînin, di operasyona nelirêtiya di Erebîstana Siûdî de jî wek wan hedef hatibe girtin dinirxîn in. Baş e, ma neheqin ku wisa bifikirin?

 

Her çiqas şerê germ a Rojhilata Navîn di heremên cur bi cur a Sûriyê de dijî jî, hesabdayîn û dijberiya esasî di Kendavê de didom e. Di meha hezîranê de ku ji Qetarê dest pê kir, hesabdayîna ku berdewamiya pêvçûna yekemîn û duyemîn a Kendavê ye, bi pêşketinên çerçoveya li Erebîstana Siûdî berdewam dike.

Operasyona text a prensan

Di Erebîstana Siûdî de şeva 4’ê mijdarê de di nava wan de 11 prens, 4 wezîrên aktîf, wezîrên berê û sê patronên ragihandinê jî heyî bi dehan kes di çerçoveya operasyona “Nelirêtî” de an hatin girtin an jî girtin hepsa otelê ya ku di Erebîstanê de taybet e. Ji bo nikaribin birevin rabûna balafir (jet) ên taybet hat qedexekirin. Prens Mansûr bîn Mukrîn jî îhtîmalek mezin dema bi helîkopterê direviya di encama ketina helîkopterê mir an jî hate kuştin. Çendek berê jî gelek alimên olî, nivîskar û çalakvan bi hincetên cur bi cur hatibûn girtin.

Ji operasyonekî nelirêtî zêdetir e

Rêveberiya dewleta Erebîstanê ku li ser cureyek yekîtiya eşîretan hatî têşegirtin û di ser Xanedaniya Siûdî bilind bûye, desthiladarî ya xwe dispêre ji bav derbasî kurê dibe yanî monarşiyê pêş dikeve, bêguman ev operasyonekî ji “Nelirêtiyê” zêdetir îfade dike. Ev operasyona ku Qral Selman bîn Abdulazîz piştî xwe textê ji kurê xwe yê 33 salî Muhammed bîn Selman re bihêle, di riya diçe desthiladariyê de divê destpêkê paqijiya derdorê (mintiqeyê) bike, tê nirxandin, di heman demî de dema mirov bi pêşketinên heremî û navneteweyî re bigire dest ev operasyonekî ji “Nelirêtî” zêdetir îfade dike.

Asta sermayê ya operasyonê

Di esasê xwe de di demek kurt a berê ji aliyê namzetê textê yê ciwan Muhammed bîn Selman daxuyaniya dabû de, wî Wehabûnê terk kiriye û ew dê derbasî “Îslama nerm” bibe, dîsa bavê Serokwezîrê Libnanê Sead Harîrî ku bi suîqastekî hatibû kûştin îşareta “Komploya Îranê û suîkasta wê li hemberê wî bê kirin” destnîşan kiribû û ji serokwezirtiyê îstîfa kiribû derbasî Erebîstanê bibû, wekî nûçeyên ji Yemenê ji aliyê hêzên di bin banê Îranê ve fuzeyên balîstik avêtibûn Erebîstanê derketibûn pêş, dema mirov van pêşketinên ku ser hev derketî binirxîne, operasyona 4’ê mijdarê ya Erebîstanê ji siyaseta navxweyî ya welat derbas kiriye û dide nîşandan ku ev bi piralî gelek herêman dihewîne. Lê elbet ev gavên ku di çerçoveya planekî de hatiye avêtin ji bo astengiyên li pêşiya desthiladariya namzetê ciwan a textê Muhammed bîn Selman, çewa wek gavên xeter pir awantajên girîng jî bi xwe re tîne.

Hin nirxandinên cidî yên wekî ev operasyon di heman demî de rê li pêşiya darbeyekî îhtîmal jî girtiye tê kirin. Di derbarê mijarê de nirxandina herî berbiçav nivîskar Fehîm Taştekîn kir û diyar dike ku jixwe Muhammed bîn Selman ku Wezîrê Parastinê bû ji bo vê pêşî ya Wezîrê Karê Hûndir Muhammed bîn Nayîf dabû girtin û di hepsa malê de hiştibû. Dîsa bi girtina Prens Mutaîb bîn Abdullah re ku di ser Muhafizên Netewî yên ku ji bo Qebîleyên Uteybe û Mutayr wek statuya wezaretiyê girtibû, qontrolê xiste destê xwe, ligel di hêla behrê de tu xeterî tunebû jî Fermandarê Leşkerî ya Behrê Abdullah el Sultan jî di vê çerçoveyî de ji peywirê hat durxistin. Dîsa Taştekîn di çerçoveya heman nirxandinan de destnîşan dike ku Prens Muhammed ya xwediyê sê şîrketên mezin ên ragihandinê ART, MBC û Rotana ku li ser cîhana Ereban bi bandor bûn da girtin, destdanîna ser ragihandinê jî di hêla siyaseta navxweyî de mudaxeleyek bi bandor e. Her wiha di operasyonê de dêweke petrolê ya wekî ARAMCO  hedef girtin jî di heman demî de dewirkirina sermayê û asta wê ya navneteweyî jî nîşan dide.

Welatên ku tevlî ceribandina Sûriyê bûne

Ev hemû pêşketin ya rêveberiya Tirkiyê ya ku wek mutefikekî nêz a Qetar û Erebîstanê mudaxilê şerê Sûriyê bûye û ji destpêkê heta niha bi hincetên wek e “Bila Esad here, kurd nebin xwedî statu” komên çete yên di qadê de destek dikir, bi Tirkiyê re nêrîna hem qrîza Qetar û hem jî pêşketinên di Erebîstana Siûdî de derketî raste rast wî hedef digire da avakirin.

Hevkarên kevin

Tirkiye ya ku raste rast tevlî qrîza ku di meha hezîranê de di pêşengtiya Erebîstan, Misir û Yekbûna Emîrtiyên Ereb bi ambargoya li ser Qetarê re teqiya de wek e alîgirê Qetarê helwest girtibû, têkiliya wî ya bi Erebîstanê re dest bi têkçûnê kiribû. Piştî serdana Serokê DYA Donald Trump a bi “Reqsa Şûrê” li Erebîstanê kiribû, di pêvajoya mudaxeleya li ser Qetarê ya bi hincetên wekî “Piştgiriyê dide terorîzmê û Îhvanê, xwe nêzî Îranê digire” de, rêveberiya Tirkiyê bi riya gelek tiştan ragihandibû ku raste rast ew hedef hatine girtin. Heya ku Serokkomar Erdogan, bi daxuyaniya “Ez ya Qetarê wek alîgirê terorê nabînim, rast nabînim û qebûl nakim” re helwesta xwe ya di cebheyê de diyar kiribû. Lê tê zanîn Qetar, Erebîstan û Tirkiye, demek kurt berî krîza Hezîranê komên Sûnî yên çekdar ên navenda wî Idlibe anîbûn cem hev, bi navê Artêşa Fetih pêkhateyek nû ava kiribûn.

Rojnameya Washîngton Post, di nûçeya xwe ya di 29’ê nîsanê de weşandibû û bê nav bide li gor agahiyên hin pisporên Amerîkayê dabû, nivisandibû ku “Tirkiye, Erebîstana Siûdî û Qetar ê alîkariya aborî û sîlahê kiribûn pêşveçûna Artêşa Fetih ê hêsantir kiriye.” Di pêvajoyên piştre re krîza Tirkiye Qetar komî ser hev bûye û di cihekî rast de hatiye danîn, denin aliyekî, pêşketinên nû hêdî hêdî di heman demî di şerê Sûriyê de welatên ku piştgiriyê dane komên çekdar li ser wan guherandin tê ferzkirin.

Operasyona Erebîstanê ya Erdogan hedef digire

Jixwe “Operasyona Nêlirêtî” ya li Erebîstana Siûdî hatî kirin, ne vala ye ku ya hinek jî hin kesên derdora deshiladariyê ya Tirkiyê dixe nava fikaran.  Rêveberiya AKP’ê ku bi destpêkirina krîza Qetarê bi lezûbez mudaxil bû, niha di krîza Erebîstanê de heta niha polîtîkaya “Bisekine û bibîne” dimeşîne û bit irs tevdigere. Heya niha tenê ji aliyê Şêwirmendê Serok Komarê Tirkiyê Îbrahîm Kalin ve derbarê mijarê de daxuyaniyek fermî hatiye dayîn û ev daxuyanî jî pir bi zimanek tirs û temkîn hat bikaranîn. Lê hin nivîskarên ji bo eniya AKP’ê de pênûs dihejînin û di afirandina polîtîkayê de tu îdeayên wan tune ne, dest bi nivisandina ku wek e di krîza Qetarê de pêşketina di Erebîstanê de jî ya AKP û Erdogan hedef tê girtin.

Sefera Xaça nû!

Ji nivîskarên tûj ên Rojnameya Yenî Akît Abdurahman Dîlîpak, îdea kir ku pêşketinên li Erebîstanê “Modelekî nû ya DYA ku bi pêkhateya federaliyê û perçebûyî tê birêvebirin” tê armanckirin û nirxandina “hedefa esasî ya vê lîstika mezin jî Îslam û cîhana Îslamê ye” kir.

Nivîskar Ahmet Kekeç, operasyonê wek e “17-25’ê kanûnê ya Erebîstanê” nirxand û anî ziman ku bi hedefgirtina prensê bi navê El Welîd bîn Talal a ku nêzî Erdogan û Tirkiyê re peyam hatiye dayîn.

Rêveberê Weşanê giştî ya rojnameya Yenî Şafakê Îbrahîm Karagul jî ku demek dirêje ya kurdan sebebê hemû nebaşiyên di Tirkiyê de dida nîşandan, diyar kir ku pêşketinên li Erebîstanê “Seferekî nû ya Xaçê” binav kir û bang li desthiladarî û derdora wî kir got “divê cebheyek bihêz bê avakirin” kir.

Li Erebîstanê pel bilebite AKP dijeje

Helwesta derdorên desthiladariya AKP’ê ku krîza Qetarê raste rast li AKP’ê hatiye kirin dihesibîne û ji operasyona li Erebîstanê jî aciz bûye, bêguman mirov nikare tenê bi “Feraseta ezmerkezî” an jî “metirsiya desthiladariyê” pênase bike. Desthiladariya AKP’ê û alîgirên wî, di firqa guherîna li heremê de ne û ji destpêkê ve ji bo vê guherînê li gorî xwe bikar bîne nava hewildanan de ye. Her çiqas hin welatên emperyalîst mudaxeleyê vê guherînî kirin tîne ziman jî, rêveberiya Tirkiyê ku ne di vê kampa antî-emperyalîst de cih digire, aqsê wê diyarkerê vê kampî, yê diguherîne û dixwaze rê nîşanê van pêşketinan veke ye. Eger Tirkiye li derveyê vê kampî cih girtibûya, dê bi gelan re tevbigeriya, mînak wê ya kurdan wek îtîfaqa bingehîn qebûl kiribûya. Desthiladariya AKP’ê şûna vê yekê bike, li dijî emperyalîstan bi rêbazên wan re li dijî îradeya guherînê ku ew ferz dikin derdikeve kî; di vê mijarî de şensê wî ya biser bikeve tune ye. Ji ber ku ger aliyê rêbazê gerek jî şêwazê siyaseta xwe nikare li gor bayê vê guherînê lingê xwe bavêje. Erebîstan bixwe jî ku van pêşketinan xwend, guherandinê bi îradeya xwe pêkanî, rêveberiya AKP’ê li dijî guherînê wek e meydan xwendinê difikire ku encam bigire. Ji ber van sedeman, vê pêvajoya guherînê ya ku di 20’ê gulanê de serdana Trump a Erebîstana Siûdî ku li hemberê Rojhilata Navîn “Reqsa Şûrê” pêkanî de, ev fikarên ku wê ya Tirkiyê jî bixe nava vê krîzî ne yê bê paşguhkirin û girîng e. Lewra êdî li Qetarê an jî li Erebîstanê pel bilebite li Enqereyê AKP diheje. Qedera van rêveberan ên ku berê de gelek kar bi hev re kirine bi hev ve girêdayî ye.

09.11.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً