LEZGÎN
الرئيسية / Bakurê Sûriya / Di Heftiyekê de Êrîşên li ser Rojava-Dîmen

Di Heftiyekê de Êrîşên li ser Rojava-Dîmen

NAVENDA NÛÇEYAN: Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên DAIŞ ê bi hemû hovîtiya xwe Sûriyê û bakurê Sûriyê dikin hedef, di vê çarçoveyê de Dagirkeriya Tirkiyê rojane heremên bakurê Sûriyê û bi taybet herema Efrînê topbaran dike û sewqiyeta leşkerî, rakirina daran û qetil kirina sivîlan dike. Di nava heftiyekê tenê de dagirkeriya Tirkiyê gundê Îska, herêma Raco, girê Qestel, gundê Eyn Deqnê, gundê Basûfanê, girê Barîn , girê Bedirxan, gundê Başemrê, gundê Dîkmadaş, Ewn Dadat, gundê Basota, gundê Birc Silêman û Gungê EL amrîna topbaran dike. Çeteyên DAIŞ ê jî ku ji aliyê Tirkiyê ve di riya sînorê wê de tên şandin di nav sivîlan de teqemenî pêk tîne, di vê heftiyê de çeteyan li Dêra zorê wesayitek teqandin û di encama teqînê de 200 sivîl jiyana xwe ji dest dan û li bajaroka Holê li Hesekê mayînek çeteyên DAÎŞ ê li mala welatiyekî ku hatibû çandin teqiya û di encamê de welatî jiyana xwe ji dest da.

Di vê Heftiyê de Dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên DAIŞ ê ev êrîş pêk anîn:

Êrîşên dagirkeriya Tirk:

Di 1 Mijdarê de Çeteyên dewleta Tirk ên li kela Semanê bi cih dibin, gundê Îska yê girêdayî navçeya Şêrawa ya Kantona Efrînê, topbaran kirin.

Di 2 Mijdarê de Artêşa Tirk noqteyên xwe yên li ser sînorê herêma Raco ya Efrîn zedê kirin.

Di 3 Mijdarê de Artêşa Tirk û çeteyên wê bi hemû çekên giran girê Qestel, gundê Eyn Deqnê û Merenazê topbaran kirin. Şervanên YPG/YPJ‘ê bersiva êrîşan da. Di encamê de şervanekê YPG‘ê şehîd ket.

Di heman dîrokê de artêşa Tirk û çeteyên wê bi çeka BKC`ê gundê Basûfanê yê girêdayî navçeya Şêrawa topbaran kirin. Ji aliyekî din ve girê Barîn yê girêdayî herêma Cendirêsê bi çeka doçkaya topbaran kirin. 3 topên hawanê li gundê girê Botan ketin û her wiha 4 topên din jî li girê Bedirxan ketin. Çeteyan çeka doçka 14,5 di êrîşên xwe de bikar anîn. Şervanên YPG`ê bersiva topbaranê dan.

Di 4 Mijdarê de Çeteyên artêşa Tirk a dagirker 10 topên hawanan avêtin gundê Başemrê ya girêdayî navçeya Şêrewa ya kantona Efrînê. Li gundê Basûfanê jî di navbera şervanên YPG`ê û komên çete de şer derkete. Di encamê de gelek ziyanên madî di mal û milkên welatiyan de, û di zeviyên wan de çêbûne.

Di 5 Mijdarê de çeteyên artêşa Tirk ên li gundê li ser sînor xwe bi cîh bûne, gule li gundê Dîkmadaş ê navçeya Şera barandin, şervanan bersiva gulebaranê dan. tevgera çeteyan li aliyê gundê Eyn Deqne yê girêdayî navçeya Şera hebû, şervanan tevgera wan hedef kir û hejmareke çete kuştin.

Di 6 Mijdarê de Çeteyên Tirkiyê bi çekên giran noqteyên şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê yên li bajaroka Ewn Dadat a dikeve bakurê bajarê Minbicê hedef girtin,. Êrîş rastî bersivdayîna şervanan hat û li herêmê şer derket.

Di heman dîrokê de Artêşa Tirk a dagirker li ser sînorê di navbera Kantona Efrînê û Bakurê Kurdistanê de, 150 dar rakirin û kolandina xendeqan didomîne.

Di 7 Mijdarê de Artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê yên li gundê Basota ya girêfayî bajarokê Daritizzê li Başûrê Efrînê bi cih bûne bi hawanan êrîşî gundê Birc Silêman yê girêdayî navçeya Şêrewa ya Kantona Efrînê kirin. Di encamê de 2 top li nava baxçeyên gund ketin.

Di heman dîrokê de Çeteyên artêşa Tirk yên li Gungê EL amrîna li Cerablûsê bi çekên giran êrîşî noqteyên Erka xwe parastin li Şiyûx Tehtanî li Rojavayê Kobanê kirin, lê ew rastî bersiva Şervanan hatin.

ÊRÎŞÊN DAÎŞ Ê:

Di 4 Mijdarê de çeteyên DAÎŞ’ê wesayiteke bombebarkirî di nava Sivîlan de li Dêra zorê teqandin. Di encama teqînê de 200 sivîl jiyana xwe ji dest dan û şervanên QSD’ê yên li benda kontrolê ya QSD’ê bi erka xwe radibûn, şehîd ketin.

Di 7 Mijdarê de li taxa Şerqî ya bajaroka Holê li Hesekê mayînek çeteyên DAÎŞ ê li mala welatiyê bi navê Bedran Hisên Mensûr de teqiya. Di encamê de Bedran jiyana xwe ji dest da.

12.11.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

أضف تعليقاً

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني. الحقول الإلزامية مشار إليها بـ *