LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Rûsya qala kurdan kir Erdogan ket riyan!

Rûsya qala kurdan kir Erdogan ket riyan!

NAVENDA NÛÇEYAN – Tirkiye ku di operasyona  Idlibê de çav berdabû axa Efrînê, piştî ku Rûsya bi DYA re li masê rûnişt û li ser çareseriya ku kurd jî di navde cih bigirin li hev kirin Erdogan amadekariya çûna Rûsyayê dike.

 

Rusya, Îran û Tirkiye di civîna 6’emîn a Astana ya Kazakîstanê de biryar dan ku garantoriya şerê li Sûriye bikin. Piştî civîna 7’emîn li Astanayê pêk anîn, ji ber ku Tirkiye li gorî peymanê tev negeriya ye planên xwe yên li dijî Tirkiye guhertin. Rûsya û Rejîma Baas di civîna 7’emîn ya Astana de xwe li dijî Tirkiye aciz kir. Di civînê de hatibû plankirin ku Tirkiye li herêma 4’emîn a Idlibê nokteyên çavdêriyê ava bike û bi Mertalên Firatê, komên Heyet Tahrir El Şam (HTŞ) yên di pêşengiya El Nusra de şer dikin, ji axa Idlibê paqij bike. Ji ber ku li 13 nokteyên herêma çavdêriyê erka xwe pêk neanî, Rûsya û Rejîm bêzar bûn.

 

Idlib nîşan da lê li Efrînê xist

 

Tirkiye ku bi armanca li dijî HTŞ şer bike, bi hevkariya Mertalên Firatê yên li herêma Ezaz-Cerablus-Babê bi cih bûbûn, bi HTŞ’ê re li hev kirin. Li şûna li 13 nokteyên hatine diyar kirin bicih bibin, li ser sînorê Efrînê li herêmên Darit Îze, Şêx Berekat (Şêx Aqil), Selwa bi cih bûn. Tirkiye ku Idlib nîşan da, li ser sînorê Efrînê bi cih bû û bi tang û topan êrîşî Efrîne kir. Her çend Rûsya Tirkiye hişyar kir jî Tirkiye helwesta xwe berdewam kir. Rejîma Baas jî ev yek wekî dagirkeriyê bi nav kir. Rejîma Baas xwest Tirkiye ji nava axa Sûriye derkeve.

 

Rûsya û DYA li hevkirin

 

Ji ber Tirkiye biryarên li Astana nexist meriyetê, Rûsya bi DYA re li hev kir û biryar dan ku kurdan jî tev li civînan bikin. Serokê DYA Donald Trump û Serokê Rusya Vladimir Putin li Vîetnamê civîyan û li ser hin xalan li hev kirin. Piştre deklarasyon  belav kirin. Rûsya û DYA Cenevre wekî navenda çareseriyê nîşan dan. Rûsya û DYA ji ber ku Tirkiye li dijî çareseriyê derket biryar dan ku kurd li ser masaya çareseriyê cih bigirin. Ji bo çareseriya pirsgireka Sûriye biryar dan ku li Soçî civînê pêk bînin û kurdan jî tev li civînê bikin.

 

Erdogan dê destvala vegere  

 

Serokê AKP’ê û Serokomar Recep Tayyip Erdogan, piştî vê biryara DYA û Rûsya, dê îro biçe Rûsya û bi Putin re hevdîtin bike.

 

Erdogan, piştî bi Putin re hevdîtin bike dê derbasî Kuveytê bibe û ji wir ji biçe Katarê. Çavkaniyên dîplomasiyê diyar dikin ku Erdogan tevî hemû hewldanên xwe dê dîsa destvala vegere.

 

QSD, bersiva tund da Artêşa Tirk  

 

AKP’ê li Tirkiye her dem gef li Efrînê xwar. Ji bo êrîşî Efrînê bike her dem êrîşên tacîzê pêk anî. Lê Hêzên Sûriyeya Demokratîk her dem bersîvên tund da TSK’ê. Tirkiye xwest li ser Çemê Reş yê din navbera gundê Heyderko ya Hatayê û gundê Meydan Ekbez ê Efrînê de pirayekê ava bike. Lê ji ber QSD’ê berkîvek hişk da TSK’ê, TSK’ê bêyî pirê ava bike paşve reviya.

 

Şerê bi HTŞ’ê re zêde dibe  

 

Li bendê bû ku Mertalên Firatê û HTŞ şer bike. Nêzî 10 rojin HTŞ û bi Tabûra Nûrettîn Zengî ya li Rojavayê Halepê ye re şer dike. Hat zanîn ku her diçe şer geş dibe. Hat zanîn ku Tabûra Nureddin Zengî destûr nade ku Tirkiye û HTŞ  li hev bikin. Ji ber vê yekê çeperê şer heta Darit İze belav bûye. Hem Tabûra Nurettin Zengî û hem Ehrar El Şam ji lihevkirina Tirkiye -HTŞ bêzar e. Ehrar El Şam jî diyar kir ku kdê li dijî HTŞ’ê şer bikin.

 

Yekîneyên TSK’ê jî ji Darit Îzê topan davêjin Gundê Îska yê Şerevayê. Ji Ezazê topan davêjin Merenazê û ji Selwa topan davêjin Basufanê.

13.11.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً