LEZGÎN
الرئيسية / KURDISTAN / Zarokên gelan Amûdê ji tarîtiyê diparêzin

Zarokên gelan Amûdê ji tarîtiyê diparêzin

AMÛDÊ – Li Amûdê di 13’ê mijdara 1960’î de, ‘Şewata Sînemaya Amûdê’ an jî ‘Agirê Sînemaya Amûdê’ tê binavkirin de, 180-283 zarok di nav pêtên agir de can dan. Ev bûyera ku sedema çewa agir derket, kî/ê berpirsiyar e de tu zelaliyek tuneye û di dîroka kurdan de bûyereke reş û giran e. Lê niha xwişk û birayên wan zarokên Sînemaya Amûdê hemû zarokên gelan ji tarîtî û agir diparêz in.

 

Şewata Sînemaya Amûdê an jî bi navê din “Agirê Sînemaya Amûdê” di dîroka kurdan de bûyereke reş û giran ê ku di 13’ê mijdara sala 1960’an de li navçeya Amûdê ya Kantona Qamişlo di ser Herêma Cizîrê ya Federaliya Demokratîk a Bakûrê Sûriyê çêbû. Di şeva 13’ê de agir ket Sînemaya Amûdê û di encamê de 283 zarokan di nav pêtên agir de jiyana xwe ji dest dan. Ji bo piştgiriya “Şoreşa Cezayîrê” filmekî bi navê “Cerîmet Nisif el-Leyl” (Sûcê nîvê şevê) ku ji aliyê dewleta Misirê ve hatibû çêkirin, hemû pereyên ku ji dahatuya bîletên sînemayê wê ji bo gelê Cezayîrê re hatibûya şandin, li Amûdê hate dayîn. Salona sînemayê ku tenê têra 200 kesî dikir, zêdetirê 500 zarokan xistin hûndir. Dema agir dest pê kir, deriyê salona sînemayê girtî bû û di vê bûyera kesertijî de 283 zarokan jiyana xwe ji dest dan û zêdetirê 200 zarok birîndar bûn.

Li gor gelek kesan dewleta Sûriyê ev bûyer pêk aniye, lê li gorî hin şahidên şewatê jî agir bi xwe ji ber qontaxa ceyranê derketiye. Mihemedê Seîd Axayê Deqorî di vê bûyerê de xelaskerê gelek zarokan bû, di şeva şewatê de ji sînemaya ku dişewite bi dehan zarokan derdixe û xilas dike. Tê gotin ku di dawiyê de stûnek bi ser wî de dikeve û jiyana xwe ji dest dide.

57 sal borîn lê

Niha li dora Sînemaya Amûdê wek e parqek hatiye çêkirin û di nava parqê û bi dîwarê sînemayê ve wêne û navên zarokên di şewatê de jiyana xwe ji dest dane, peykerek a çend zarokan a sembol hatiye danîn û wêneyê Mihemedê Seîd Axayê Deqorî ku ya gelek zarokan ji şewatê xilas dike û di encamê de jiyana xwe ji dest dide, hatine daliqandin.

Sûriye heta niha lêpirsîn nekiriye

Ev şopa vê bûyera mezin heta niha ku li Amûdê xuya ye, heta niha ji aliyê dewleta Sûriyê ve derheqê bûyerê de tu lêpirsînek nekiriye. Tê gotin ku xwediyê Sînemaya Amûdê ji tirsa wê bê darizandin çend sal piştî bûyerê reviyaye Lubnanê. Midûrê Perwerdehiya Nahiyê ya Amûdê ku ligel hişyariya pirsgirêka ceyranê heye hatî dayîn jî ya zarokan xistiye sînemayê piştî bûyerê çûye Şamê û heta niha jî kes nizane çî dike. Hat diyarkirin ku heta niha ji aliyê dewletê ve tu lêpirsîn nehatiye kirin, eger hatibe kirin jî heta niha encamên wê nehatiye aşkere kirin.

Pirsên bê bersiv mane

Der barê derketina bûyerê de ku heta niha ji aliyê fermî ve tu lêpirsîn nehatiye kirin, tenê nivîskarekî kurd ê bi navê Ehmedê Namî di pirtûka xwe ya bi navê “Agirê Sînema Amûdê” de bi hin pirsan dixwaze, hin tiştan zelal bike. Namî, di pirtûka xwe de diyar dike ku berî ku ‘Midûrê nahiyê’ (Berpirsiyarê bajêr ku ji aliyê hikumetê ve hatiye erkdarkirin) biryara kirêkirina filmekî bide, gelê Amûdê alîkariyek baş ji bo piştgiriya miletê Cezayîrê dabûn hev. Namî, di vir de van pirsan dike: “Gelo çima midur ev biryar stand, piştî berhevkirina alîkariya serekî ji aliyê Amûdiyan ve? Ew alîkarî hindik bûn, pereyên ji sînemayê hatin çiqas bûn, gelo midûr çima wiha kir? Pirsa din jî ew e; xwediyê sînemê jî Bavê Şêrgo (kurdekî Şamê bû, li Amûdê wê demî memûrê hikumetê bû, kurekî wî bi xwe di sînemê de mir) xwestibû ji bo sekinandina motora sînemê, ji ber ku xuya bû pir germ bibû û ditirsiya ku şewat derkeve. Ji bo vê jî bi midûr re diaxive û dixwaze motora sînemayê vemirîne, lê midûr ew mecbûr kir ku sînema berdewam bike. Ma gelo ew midûr dixwest hemû zarokên ku piranî ji dibistana Mutenebbî û Xezalê ku xwendekarên van her du dibistanan jî xort bûn, bi tevahî bişewitî ne. Ligel ew xeteriya derketina şewatê hebû jî gelo midur çima ewqas israr kir ku sînema berdewam bike? Em van pirsan jî dipirsin; Çima tu mamoste bi zarokan re tune bûn? Çima tu zarokên berpirsiyarên bajêr nehatin şewitandin? Û li ser vê yekî tê gotin ku zarokên midur bi xwe berî şewata sînemê bê ku hincetek nîşan bidin li ser daxwaza bavê wan berê de ji sînemayê hatin derxistin?”

Beriya şewatê rewşa kurdan a li Sûriyê  

Bi taybetî Amûdî û bi giştî gelê Rojava îdea dikin ku ev şewata Sînemaya Amûdê ji aliyê dewleta Sûriyê ve hatiye kirin, berî şewatê, rewşa kurdan a li Sûriyê çewa bû tê meraqkirin.  Di şewata sînemayê de, di nava wan de serokê partiyê Dr. Nûredîn Zaza jî heyî hemû rêveberên Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê hatibûn girtin. Zaza û hevalên xwe piştî şewata sînemayê 20 rojan ango di 3’ê kanuna 1960’î de hate dadgehkirin û ji aliyê dewletê ve jê hatibû xwestin ku îfadeyekî li ser nêrîn û daxwazên xwe binivsîne. Dr. Nûredîn Zaza ew îfade nivîsand û pêşkeşê dadgehê kir. Zaza ku di îfadeya xwe de qala gelek zor û zahmetiyên kurd dikşînin dikir, van tiştan nivisandibû: “Hikumet, ne tenê di aliyê newekheviyê ya di navbêra kurd û ereban de pêk tîne, her wiha zextên mezin li ser kurdan tê kirin û hebûna wan nayê qebûl kirin. Ji aliyê leşker, hêzên ewlekariye yên hikumetê ve gelek heqaret û dûrê exleqê li ser kurdan tê meşandin. Navên gund, bajar û zarokên wan têne guhertin. Gelek kes li ser pirtûkên kurdî têne girtin û ji ber ku kurdin gotinên ne li rê dibihîzin û lêdanê dixw in.”

Kurd bê nasname hatin hiştin

 

Tê gotin ku gelek bûyerên siyasî û balkêş ku ew îfadeya Dr. Nûredîn Zaza piştrast dike, qewimîn e. Hat zanîn ku di sala 1962’an de serhejmêr tenê li herêma Cizîrê pêk hatiye û ji aliyê hikumetê ve bi navê wê serhejmariyê nasnameya Sûriyê ji bêtiri 150 hezar kurdî hatiye standin û ev hejmar her çiqas diçû zêdetir dibû û ya kurdan bê nasname hatin hiştin.  Di wê serdemî de Serokê Îstîxbarata Siyasî ya Sûriyê Mihemed Taleb Hîlal pirtûkekî li ser raporta li ser kurdan a bi navê “Lêkolîn li ser parêzgeha Cizîrê” hatibû weşandin. Taleb Hîlal, di pirtûka xwe de bi avakirina hikumetê re ji hikumetê dixwaze kur ê ji hemû aliyan ve li kurdan teng bike, kar nede wan, erd ji wan bê standin, xelqên ereb bînîn bixin cihên wan, navê misilmantiyê li ser şêxên wan bê rakirin, wan nexwendî bihêle, rehetiyê bi tu awayî nedin wan. Hîlal, armanca vê daxwaza xwe jî, ji bo ku kurd bi neçarî bar bikin, koçber bibin tîne ziman.

Cangoriyên Amûdê di çeperên şoreşê de ne

Ew zarokên ku ji bo piştgiriyê bidin xelqê Cezayîrê yê hezaran kîlometreyî dur yên di nava hewildana şoreşê de bûn, bi hîstiyariya piştgiriyekî biçûk be jî ketin sînemaya Amûdê û şewitîn, niha bi deh hezaran xwişk û birayên van zarokan, bi projeya Federaliya Demokratîk a Bakûrê Sûriyê re, zarokên gelên Sûriyê diparêz in.

Şahid bûyerê vegot

Têkildarî komkujiyê li parqa dora Sînemaya Amûdê me bi Reşîdê Fatê (69) yê dema şewatê 12 salî bû û film temaşe dikir re, hevdîtinê kir. Reşîdê Fatê, dema rewşa wêneyên zarokên cangorî û rewşa avahiya sînemayê vedigot, hêstir di çavên wî dibariya. Fatê, anî ziman ku wan zarokan tenê ji bo piştgiriyê bide xelqê ku bi hezaran kîlometre dûr ên Cezayîrê ku mafê xwe dixwestin, bîleta sînemayê kirîn û çûn sînemayê.  Reşîdê Fatê, carina bi hîstiyar, carina bi hêrs û carina jî bi bêrikirina hevalên xwe yên 57 sal berê bi hev re dilîstin, bûyerê wiha vegot: “Navê min Reşîdê Fatê ye. Ez ji Amûdê me, wî demî ez 12 salî bûm. Wê demî de ez pola 5’an de bûm. Ji bo xelqê Cezayîrê pere dihatin kom kirin. Hatin gotin ji bo xelqê Cezayîrê re tişt bên şandin, bileta sînemayê firotin me. Serê biletê tam nayê bîra min 20 wereqe an jî 30 wereqe (qûrûş) bû. Kêfa me jî hat, me got em ê herin sînemayê. Em hatin sînemayê, pa sînema çi sînema, bi qurbana axûr be, axûr jê saxlemtir bû. Li dora 40 santîm binê erdê de bû û ji axê hatibû çêkirin. Yanî axûrê dewaran jî eynî wisa tê çêkirin. Dîwarên wî ji bo dengê, bi telîsên naylon hatibûn pêçan û hatibû boyax kirin. Yanî kursî hemû yên dar bûn û piraniya wan jî riziyabûn û hinek jî şikestî bûn. Yên herî pêş jî hemû ji dika heriyê hatibû çêkirin. Ez û bi çend xwendekarên ku 12 salî çûbûn li ser balqona text rûniştibûn. Her kes filmê temaşe dikir bêdeng, jinedîve şoqa filmê bi temamî spî bû û piştre sekinî. Piştre dengê wekî ku teyare nizim difire dengek wisa hat. Me dît tîrêjên agir ji kuleka odeya ku film li wir hatibû hazirkirin derdiket. Ji nişka ve agir gur bû. Em jî li ser balqonê bang kir, agir, hawara agir kir. Em ên ku li ser balqonê çûn ber derî, lê me dît derî hatiye kilîtkirin. Zarok hemû qîjawîja wan diqêrin. Em beziyan deriyê din ê aliyê başur, me dît ku hemû zarok çewa bi torê masî tê girtin ser hev ketine erdê, rewşa wan jî wisa bû. Çimkî her kes dixwest bireve û xwe xilas bike. Ji ber ku di wî kelagermî de her kes ya hev didafiya, taxekî derî şikest û hemû li derve ketin erdê. Ez derketim derve bêhna min hinek derket, hêdî hêdî min nefes rehetî girt û berda. Min hê pê hesiyam ku lingê min dişewitin. Piştre ez beziyam bu hawar hawara min, ji bo werin alîkariyê, tenê mirovek li wir bi xwediyê sînemayê re diaxive, dest û lingên xwediyê sînemayê jî dişewitî. Lê ew mirovê ku pê re diaxivî, çewa min dît ji min re got bibeze malê, ez çûm, birayê min û dayika min, min dîtin min danîn malê û bi hawara zarokên din ve beziyan. Agirek pir gur û geş bû.

Ew zarokên ku temenê wan di n avbera 5-12 salî de bûn, nizanibûbûn çi çiye. Lê kurdbûna wan bes bû. Lê derketina agir jî, ji ber qabloyên sînemayê germ bibûn û agir pê ket, lê di wê salona teng de çima ewqas zarok xistine wir ew jî bi guman e û zelal nebûye.”

NAVÊ HIN ZAROKÊN DI ŞEWATA AMÛDÊ DE JIYANA XWE JI DEST DAN

 

* Celal Hesen Elumrî

* Cemîl Mela Ebdilkerîm Mela Ehmed

* Derwîş Mecîd Debax

* Ebdilezîz Bin Ebdilxelîl (1946)

* Ebdilezîz mehmûd Elumrî (1948)

* Ebdilîlah Şêxmûs

* Ebdilqehar Mehmûd Emumrî (1946)

* Ebdilrehman Osman

* Ebdilrezaq Bin Ebdilxelîl (1949)

* Ebdilrezaq Ibrahîm Kermî

* Ebdilselam Mihemed Saleh Elhac Elî Elkermî (1951)

* Ebdilsemed Şêx Tewfîq Elhuseynî

* Ebdo Ehmed Mihê Silê

* Ebdo Hac Umer Tauus

* Ebdoi Ehmed Tauus

* Ednan Mecîd Ezîz

* Ehmed Ebdilhadî

* Ehmed Ebdilrehman Axa Deqorî

* Ehmed Ferhan

* Ehmed Hemo Helqa

* Ehmed Mela Newaf (1950)

* Ehmed Mihemed Elî Hiso (1948)

* Ehmed Mihemed Kermî

* Elî Mela Sîrac mela Mihemed (1948)

* Elî Şêxmûs Celo

* Emîn Selfîc Emîn

* Ezîz Mihemed Emîn Reşwanî (1948)

* Faris Seîd Hesen

* Fehed Şêxmûs (1949)

* Fêsel Mustefa Tauus

* Fewzî Elî Şêxo

* Fuad Dawid Şêxmûs Hefskê

* Hewas Emîn Bengo (1953)

* Hesen Hac Mihemed

* Hisên Ehmed Elkermî

* Hisên Hac Mihemed

* Hisên Mihemed Kermî

* Ibrahîm Ebdilrehman Axa Deqorî

* Ibrahîm Emîn Reşwanî (1948)

* Ibrahîm Hac Îsa (1949)

* Ibrahîm Mela Ebdilkerîm Mela Ehmed

* Ibrahîm Mihemed Elî

* Ibrahîm Mihemed Yûsiv (1946)

* Ibrahîm Silêman Bengo

* Ibrahîm Temo Omer (1950)

* Ismaîl Şukrî Rezo (1948)

* Izedîn Ebdilkerîm

* Mecmeldîn Ebdilkerîm Seyid Necim

* Mehî Mihemed Emîn Kalo (1946)

* Mehmûd Hac Mistefa

* Mehmûd Hac Silêman

* Mehmûd Hac Xelef (1952)

* Mehmûd Ismaîl Remo

* Mehmûd Nezîr Axa (1950)

* Memdûh Nezîr Axa (1948)

* Merûf Silêman Ibrahîm

* Mesûm Hac Ezîz (1945)

* Mihemed Ebdilcelîl Mela Ibrahîm

* Mihemed Elhac Mehmûd

* Mihemed Hac Ismaîl Hiso (1946, sinfa 5an)

* Mihemed Hac Xelef (1947)

* Mihemed Izedîn Elebasî

* Mihemed Mesum Xelîl (1950)

* Mihemed Reşad Mehmûd Beşar (1948)

* Mihemed Saleh Mihemed Yûsiv (1950)

* Mihemed Saleh Şêxmûs Mihemed Kurdî

* Mihemed Saleh Xelîl (1947)

* Mihemed Salih Silêman

* Mihemed Seîd Axa Deqorî (1928)

* Mihemed Silêman Mercî (1948)

* Mihemed Xalid Bin Şêx Ebdilrezaq Elbancî

* Mihemed Yasîn Bin Essed Elribat (1951, Şam)

* Mihemed yûnis Zeyf

* Mihemed Zekî Şêx Musa

* Mihyeldîn Zekî Eljac Qasim

* Nurî Hac Hisên (1950)

* Nurî Mihemed Sebuhe (1947)

* Remedan Hesen (1946)

* Remedan Mihemed Elî

* Saleh Felemez

* Saleh Xelef

* Sebrî Şukrî Elî

* Sîrac Umer Şêxmûs (1946)

* Subhî Ehmed Mihemed Remedan (1952)

* Subhî Elî Mihemed

* Şêxmûs Elhac Têlo

* Şêxmûs Ibrahîm Berazî (1946)

* Tariq Şerîf Xelîl (1954)

* Umer Ebdilhelîm Debax

* Umer Elî Mihemed Elo

* Umer Sofî Ferec

* Xidir Şêxmûs Zeyf

* Xorşîd Mela Sîrac (1950, gora tevayî)

* Yehya Elhac Mihemed

* Zuher Ebdilezîz Ebdilqadir Derwîş

* Zuhêr Ehmed Husên (1946)

13.11.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

أضف تعليقاً

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني. الحقول الإلزامية مشار إليها بـ *