LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Hemîdê hac derwêş wê rûyê eşkere yê Rêjîma Sûriyê di nav partiyên kurdî de be

Hemîdê hac derwêş wê rûyê eşkere yê Rêjîma Sûriyê di nav partiyên kurdî de be

ŞAM – Li Şamê paytexta Sûriyê hemîd hac derwêş bi berpirsên Rêjîma Sûriyê re hevdîtin pêk tîne, di encama hevdîtinan de xuya dike wê rêjîma Sûriyê bi derwêş xwe nêzî kurdan bike.

Ev demeke ku Rêjîma Sûriyê bi daxwaza xwe nêzî kurdan kirin banga hevdîtinan li partiyên kurdî dike, da ku cardî di bin ban û sîwana xwe de bihêle.

Ev yek jî bi daxuyaniya destpêkê ya wezîrê derve yê Sûriyê Welîd Elmulam hate eşker kirin, ku beriya demekê di riya daxuyaniyeke çapemenî de Elumelim daxwaza hevdîtinên bi Rêvberiya xweser re kir.

Lê li gorî ku tê belavkirin de niha Rêjîma Sûriyê poltîkeke bi pilan dimeşîne ji ber ku wê bi daxuyaniya Elmulim tenê rê li ber partiyên kurdî ku nêzî wê ne vekir, da ku bi hêsanî serweriya xwe li ser wan feriz bike û cardî bi axftinên mîna mafê we jî li Sûriyê heye û emê nehêlin Sûriyê parçe bibe ango em birayên hev in têne xapandin.

Duh li navenda gel ya Sûriyê ê bi amadebûna Emîndarê giştî yê partiyê Şêx Newaf El Milhim, sekreterê partiya demokratîk a pêşverû li Sûriyê Hemîd hac derwêş, Endamê Buroya siyasî a partiyê Ehmed mele mihemed silêman û ji aliyê tevgera netewî kurdî a Guhertina aştiyane emîndarê giştî Elî Omerî hevdîtin pêk hat.

Di civîna hatî lidarxistin de jî li gorî wêneyên ku hatine belavkirin, Ebdulraziq tewfûq mudirê buroya yekîtiya netewî kurdistanî ku nêzî Telebanî ye û munesiqê partiyê bi Rêjîmê û Îranê re ye amade bû. Ev yek jî nîşaneya birêvebirina Rêjîma Sûriyê ji van kesayetan re û daxwaza rêxistnkirina kurdan e.

Di civînê de li gorî ku hatiye raghadin mijarên mîna xurtkirina eniya hundirîn li dijî derbasbûnên derve yên Emerîkî û Tirkiyê û tekez kirin li ser yekrêziya xaka Sûriyê û xebata li dijî terorê û diyalok ji bo xizmeta gelê Sûriy lipêşxistin, hate kirin.

Hate diyar kirin ku di civîna pêk hatî de wê ji aliyê heru aliyan ve hevdîtin zêdetir pêk werin.

Beriya çend rojan hate eşkere kirin ku hevdîtineke di navbera Hemîd hac derwêş û ewlekariya Sûriyê Elî Memlûk jî pêk hatiye.

14.11.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً