LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Ji ber nakokiyan Esed birayarê xwe Mahir ji erka wî dûr dixe

Ji ber nakokiyan Esed birayarê xwe Mahir ji erka wî dûr dixe

NAVENDA NÛÇEYAN – Serokê Sûriyê Esed ji ber nakokiyên di navbera wî û birayê wî Mahir de, ji erka wî ya fermandariyê dûr dixe û Telal Mexlûf li şûna wî dayîn dike.

Li gorî agahiyên ragihandinê ku di 12 mijdarê de hatine eşkere kirin ku serokê Sûriyê Beşar El esed birayê xwe Mahir ji erkê wî yê fermandariya artêşa Komarî (Heres Sewrî) dûr xistiye, ev yek jî li gorî çavkaniyan girêdayî nakokiyên di navbera serok Beşar û birayê wî de ye.

Li gorî çalakvanên di saziya (Yekîtiya Rojnamevanên şoreşa Sûriyê) de, hate ragihandin ku Mahir El esed birayê serokê Sûriyê ji erkê fermandariya artêşa komarî bi sedema nakokiyên dijwar ku di navbera herdu birayan de qewimîn n hatiye dûrxistin.

Bi vê yekê wê Mahir El esed nikaribe tevlî civînên ewlekariyê û fermandariya leşkerî bibe.

Heman çavkaniyan dane zanîn ku Lîwa Telal Mexlûf ji aliyê serokê Sûriyê li şûna Mahir ve hatiye tayîn kirin.

Çavkaniyan eşkere kirin ku Lîwa Telal Mexlûf ku nêzî Rûsa ye xwedî têkilyên berfireh û mezin di nav artêşa Komarî de ye, ku ev bû sedem gelek berpirs û rêveber ji cihê xwe werin dûrixistin û kesên nêzî xwe di cihên herî hesas de tayîn bike.

Hate raghandin ku ji aliyê Rûsan ve jî guhertina ku hatiye kirin erênî hatiye dîtin.

14.11.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً