LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Li Sûriyê 5 navendên leşkerî yên Îranê ku 70 hezar çekdaran pêk tê hene

Li Sûriyê 5 navendên leşkerî yên Îranê ku 70 hezar çekdaran pêk tê hene

NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî agahiyên rapora Saziya (Mûnezemeya) Mucahdî Xelq hate eşkere kirin ku li Sûriyê 5 navendên leşkerî yên Îranê û 70 hezar çekdar hene.

Saziya (Mûnezemeya) “Mucahîdî Xelaq” a Îranî agahiyên hesas û giring derbarê baregeh û navendên leşkerî yên Pesdarên wê yên li Sûriyê eşkere kir.

Mûnezemeya Îranî di riya rapora ku li ser malpera xwe weşand da zanîn ku 5 eniyên sereke yên milîsên mezhebî li Sûriyê ku ayidê Îranê ne û dixwazin kontrola xwe li ser heremên Sûriyê bikin eşkere kir.

Sazî, di rapora xwe de diyar kir ku rola aktîv a operasyonên şer ên ku li Sûriyê diqewimin ji aliyê milîsên mezhebî ku ji aliyê Tehranê ve piştgrî digrin tê kirin, ku ew mezheb perspektîfên xwe ji pesdarên Sewrî Îranê digire.

Di berdewamiya agahiyên ku hatin parvekirin de hate xuya kirin ku eniya yekemîn navendên fermandariya Îranê ya navendî ye ku di nav de navenda Cam tê nasîn ku li rex belafirgeha Sûriyê Şamê dikeve, bi vê navendê di riya Hewayî de hêz li eniyên Sûriyê têne belav kirin. Di heman demê de navenda (Sikna El Şîbyanî) ku li rojavayî paytexta Sûriyê dikeve, Lîwa ango Tugeya El Mexawîr tîma 19 (Fecir Şîraz), milîsên Fatimyon û Huzb Elah, dihewîne.

Ji aliyekî din ve jî da zanîn ku Eniya Başûrê gundewarê Şamê, Dera, Quneytira û Siwêda dihewîne, ku di nav de jî (Sikna Zeyneb), navenda Yermûk, Navenda Moşkên Sam li Azira ku pêve jî yekîneya moşeka ya tîma Mihdî Şêraz û hêzên hewayî yên girêdayî hêzên pesdaran e, heye.

Mûnezemeyê destnîşan kir ku Eniya Rojhilat di nav xwe de parêzgehên Hesekê, Dêra Zor, Reqa û Qamişlo digire. Navendên herî giring belafirgeha Şayrat a leşkerî û belafirgeha T4 ku têde hezar pasdarên komarî û hêzên Rûsî yên taybet û hêzên Minexawîr di nav de heye.

Eniya Bakur fermandariya operasyonên Heleb û (Sikna Micinzirat) li nêzî sînorên Tirkiyê, Bajarê Mayîr ku bû navendeke leşkerî di bin serweriya pesdarên Sewrî û 2 hezar çekdarên pesdarên Sewrî li eniya Beravê (Sahil) in.

Li gorî texmînên ku ji aliyê saziyê ve hate diyar kirin ku nirxandina nû ya bichbûna hêzên Îranî li Sûriyê 70 hezar kesî derbas dike ku ji nav 20 hezar ji milîsên Iraqî û Efxanî ne, ji aliyekî din ve jî 7 hezar Pakistanî û 10 hezar çekdarên milîsên Huzbulah in.

14.11.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً