LEZGÎN
الرئيسية / Jin / Yasaya cinsiyetparêzî piştî ku li Tirkiyê pêk hat niha li Iraqê tê nîqaş kirin

Yasaya cinsiyetparêzî piştî ku li Tirkiyê pêk hat niha li Iraqê tê nîqaş kirin

NAVENDA NÛÇEYAN – Destpêkê li Tirkiyê yasaya Miftiyan a zewcandina jinan di temenê biçûk de bê dengdan hate derbas kirin û niha jî li Iraqê dixwazin vê sîstemê pêk bînin, lê ev rastî dengê jinan hatî, di vê derbarê de Rengîn Ebdullah got: “Ev ji bo jin û zarokan sîtemkarî ye, pêşeroja nifşên nû dixin metirsiyê û ji ber vê yekane rêya derbaskirina vê rewşê, zextên civakî, navneteweyî û lihevkirinên siyasî ne.”

Li Iraqê ku di 2 Mijdarê de pêşnûmeya qanûna zewcandina jinan di temenê biçûk de hate dayîn, niha dikeve pratîkê lewma ji aliyê jinan ve ev yek nayê qebûl kirin û vê yekê wekî xeteriyekê li ser civakê û kesayeta jin bi xwe tîne û rewşên veqetandina di civakê de zêde dike.

Girêdayî vê mijarê Parlamentera Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ya Parlamentoya Iraqê Rengîn Ebdullah têkildarî pêşniyarqanûna ji bo zewaca di temenê biçûk de wiha got; “Tenê bi rêya lihevkirin an jî zextên civakî dikarin pêşî li erêkirina wê bigirin.”

Rengîn Ebdullah got; “Şîeyên Iraqê rewşa niha weke çareserî dîtine, ji ber ku piranî ne. Armanca wan ew e ku vê qanûnê erê bikin. Ji ber vê yekane rêya derbaskirina vê rewşê, zextên civakî, navneteweyî û lihevkirinên siyasî ne.”

Rengîn Ebdullah têkildarî hewldanên parlamenterên Kurd ên li hemberî astengkirina erêkirina qanûnê diyar kir ku parlamenterên Kurd kemîne û got; “Eger komê partiyên Kurd li gel beşek sunniyan peymanê jî çêbikin wê nekarbiin pêşiya rûniştina duyem a li ser erêkirina pêşniyarqanûnê bigirin. Di serî de proje ji bo parlamentoyê hatiye şandin. Parlamenterên Kurd ên li Komîsyona Jinan de gelek hewldan kirin, ji bo pêşî lê bigirin. Lê bi piranî deng li ser dan.”

Parlamenter Rengîn Ebdullah der barê metirsiyên ku pêşniyarqanûn bi xwe re jî bîne wiha axivî; “Ev ji bo jin û zarokan sîtemkarî ye. Pêşeroja nifşên nû dixin metirsiyê. Ji bo pêşî li vê bê girtin divê çalakiyên Herêma Kurdistanê veguherin bajarên Iraqê û hemû pêwendiyên xwe ji bo rawestandina erêkirina wê bi kar bînin.”

2’yê Mijdarê Parlamentoya Iraqê bi hevkariya çend hêzên Îslamî pêşniyarqanûnek der barê pêkanîna hinek guhertinên girîng di qanûnên medenî de amade kirin û ev pêşniyarqanûn li parlamentoyê hatin xwendin. Ji ber biryarên cinsiyetparêz ên di pêşniyarqanûnê de gelek parlamenteran ev pêşniyarqanûn protestokirin û rûniştin terk kirin.

Ev belge yan jî pêşniyarqanûna der barê zewac û parvekirina mîrasa malê ya di navbera jin û zilam de ji aliyê rêxistinên jinan û rêxistinên sivîl ve metirsîdar tê dîtin. Li gorî vê pêşniyarqanûna der barê qanûnên medenî de zilamek dikare derveyî qanûn û dadgehê, bi rêbazên olî û mezhebî bizewice û dihêle ku zarokên keç ên 9 salî bên zewicandin.

Li ser vê biryarê li Silêmaniyê li dijî biryara zewcandina jinan ji aliyê sazî û pêkhateyên wê heremê daxuyaniyek çapemenî bi girseyî hate dayîn û bi silogan û wêneyên sadebûna jin çalakiya xwe xemilandin.

 

Beriya niha jî ev qanûn li bajarên Tirkiyê ji aliyê perlemana wî welatî hate qebûl kirin û li dijî vê yekê jin derketin kolanan û gotin ku ew “Ti hûkmê qanûna muftiyan nîne.” , lê ev yek bi gendeliya hikûmeta AKP ê hate erê kirin.

14.11.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Rûsya û Turkiye li ser Idlibê û Bakurê Sûriye negihştin formekê

NAVENDA NÛÇEYAN- Hikûmeta Rûsyayê ragihand, ew razî nînin Turkiye “herêma aram” ya ku li nav …

اترك تعليقاً