LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Li Idlibê di navbera Tehrîr El Şam û El Zinkî de pevçûnên dijwar

Li Idlibê di navbera Tehrîr El Şam û El Zinkî de pevçûnên dijwar

NAVENDA NÛÇEYAN – Di navbera Komên Heyet Tehrîr El Şam (Cebhet El Nusra berê) û Tevgera Nûreldîn El Zinkî de li rojavayî gundewarê parêzgeha Helebê pevçûnên dijwar derketin û di encamê de ji her du aliyan bi dehan kuştî û birîndar hene.

Di navbera komên Heyet Tehrîr El Şam hevrêziya sereke bi dagirkeriya Tikriyê re û alîkara derbasbûna hêzên Tirkiyê heremên bakurê gundewarê Idlibê û Tevgera Nûreldîn El Zinkî ku raste rast piştgiriya xwe ji MIT a Tirkiyê digre di 13 Mijdarê de şerên herî dijwar rû dan, ev yek li gorî ku hate ragihandin ji ber sedema nakokiyên li ser serweriya dergehên sînorî bi Tirkiyê û xalên beramberî bi Rêjîma Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokratîk QSD ê re ye.

Hate ragihandin ku pevçûnên di navbera her du aliyan de li gundên El Bizmwa, Kefirnaha , Şêx Silêman û Foca (Tugeya) 111 , ku li rojavayî parêzgeha Helebê ne derketine.

Gelek çavkaniyan dane zanîn ku sedemên pevçûnên di navbera komên nav borî de vedgere neqebûlkirina Tevgera Nûreldîn El Zinkî derbasbûna hêzên Tirkiyê bakurê gundewarê Idlibê û israra wê ya ne hiştina dergehên sînorî yên di navbera Tirkiyê û Sûriyê di destê Heyet Tehrîr El Şam de.

Li gorî agahiyên ku hatine eşkere kirin pevçûnên di navbera her du aliyan de sê rojan bê navber dewam kir heta ku ji aliyê Tevgera Nûreldîn El Zinkî ve şereke vekirî di riya daxuyaniyeke ku fermandariya tevgera El Zinkî eşker kiribû hate ragihandin.

Ji aliyekî din ve jî komên Ehrar El Şam û Ceyş El Aşar di şerê li dijî Heyet Tehrîr El Şam de piştgirî û amadebûna xwe bi Tevgera El Zinkî re ragihand.

Di heman demê de Tevgera Nûreldîn El Zinkî çend insiyatîf û gavên lihevkirinê di jêr navê (Insiyatîfa Xwediyên Zanistê) de, da destpêkirin, ev insiyatîf ji aliyê endamên Tevgera El Zinkî ji bo rawestandina şerê di nav her du aliyan de hate destpêkirin, lê Heyet Tehrîr El Şam ev yekser red kir.

Hate eşkere kirin ku Heyet Tehrîr El Şam hêzên xwe li ser xalên beramberî El Zinkî li bajerokên Etarib û El Sehara zêde kirine, di heman demê de hêzên xwe li nêzî Darit Iza bi cihkirin e.

Ev bichbûna hêzên Heyet Tehrîr El Şam li hermên Xan El Asel, Bisraton, Bişqatîn, Awêjil, El Bizmwa, Şêx Silêman, Foca 111 û Kefirnaha berfireh bû û di şerên li van hereman çek û topbarana orte û giran hate bikaranîn.

Hate destnîşan kirin ku bi dehan kuştî û birîndarên her du aliyan heye, lê hejmar ji ber şerên ku didom in, ne hate tekez kirin.

15.11.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً