LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Li Reqayê beranberê 850 sivîlan tahliyekirina 200 DAIŞ’î yên birîndar hatibû kirin

Li Reqayê beranberê 850 sivîlan tahliyekirina 200 DAIŞ’î yên birîndar hatibû kirin

REQA – Şervanekî k udi operasyona Reqayê de cih girtibû derbarê dîmenên ku li Reqayê derxistina çeteyên DAIŞ’iyan de nirxandin kir û diyarkir ku wan beranberê rizgarkirina 850 sivîlan 200 çeteyên DAIŞ ên birîndar tahliye kirine.

Ragihandina BBC ya ku navenda wê li Brîtanyayê ye dîmenên bi navê “Di demên dawî de DAIŞ’iyên hatine tahliye kirin” weşandiye, derket holê ku yek ji operasyoneke ji bo rizgarkirina sivîlan bû.

655 şervanên QSD’ê jiyana xwe ji dest dan

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ji bo ya DAIŞ’ê ji Reqayê paqij bike operasyona “Cenga Mezin” 134 roj dom kir, di 17’ê cotmehê de rizgarkirina Reqayê bi daxuyaniyekî ji cîhanê re îlan kiribû. QSD, di daxuyaniya xwe de ragihandibû ku di vê şerê mezin de, wan 450 hezar sivîlên li Reqayê rizgar kiriye, li beranberê bi hezaran çeteyên DAIŞ’ê yên hatine kûştin, wan jî 655 şervanên xwe şehîd dane.

Eşîran xwestibûn

Li gor agahiyên me ji çavkaniyên leşkerî girtî, di rojên dawî yên operasyonê de DAIŞ li dora Stadyuma Futbolê, Meydana El Neim û Parqa Harûn Reşîd de di nava wan de malbatên çeteyan jî heyî 850 sivîlan dîl girtibûn û wan wek e mertalê zindî bikar tanîn. Heman çavkanî, agahî da ku nêzî 200 çeteyên DAIŞ’ê di heremê de mabûn û diyar kir ku wan li ser daxwaza eşîrên Ereb ên Reqayî ketin navberê, wan destûr dane ku çeteyên DAIŞ’ê bi malbatên xwe re derbasî Elbû Kemal bibin.

‘Xwesteka gel’

Çavkanî, destnîşan kir ku 200 DAIŞ’iyên birîndar û bi malbatên wan ên sivîl ku ji 300 kesan pêk dihat, piştî 550 sivîlên dîl hatibûn girtin berdan, destûr dan ku ji bajêr derkevin û ev tişt gotin: “Eşîrên heremê gotin ku eger pêvçûn derkeve wê ev çeteyên birîndar wê hem sivîlan û hem jî malbatên xwe jî qetil bikin. Eşîran ji me xwestin ku destur bidin bila çeteyên birîndar û malbatên wan derbas bibin. Em jî li ser bangewaziya wan û ji bo rizgarkirina gel me şer dikir. Ji ber vê yekî erka me ya sereke ji bo ewlekariya gelê xwe pêk bînin. Me li ser vê esasî biryar da û me destur da ku çeteyên birîndar û malbata wan derbas bibin.”

15.11.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً