LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Netewên Yekbûyî banga vekşandina milîsên Îranî ji Sûriyê dike

Netewên Yekbûyî banga vekşandina milîsên Îranî ji Sûriyê dike

NAVENDA NÛÇEYAN – komeleya giştî ya Netewên Yekbûyî banga vekşandina milîsên Îranî ji Sûriyê kiriye û binpêkirina mafê mirovan li Sûriyê li ser Rêjîma Sûriyê girtiye.

Li gorî agahiyên ku çavdêriya mafê mirovan eşker kiriye Netewên Yekbûyî ji milîsên Îranê derketina ji Sûriyê bang kiriye.

Çavdêriya mafê mirovan da zanîn ku komeleya giştî ya Netewên Yekbûyî biryarên binpêkirinên mafê mirovan li Sûriyê derbaskiriye kiriye, ji nav giringtirîn banga wê ya vekşandina milîsên Îranî ji Sûriyê ye.

Hate ragihandin ku biryara neteweyî binpêkirinên der heqê mafê sivîlên Sûriyê ji destpêka şoreşa 2011 an ve şermezar kiriye, ku berpirsyartiya wê girtiye ser Rêjîma Sûriyê.

Hate eşkere kirin ku biryara Netewên Yekbûyî daxwaza vekşandina milîsên biyanî ji Sûriyê ku bi navê Tabûrên Feyleq El Qudis, Heres Sewr Îranî û milîsên Huzbelah kiriye ,destnîşankiriye.

15.11.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً