LEZGÎN
الرئيسية / KURDISTAN / Dewlet mikur hat: Îstîxbarata Îngîlîstanê jî hat Îmraliyê

Dewlet mikur hat: Îstîxbarata Îngîlîstanê jî hat Îmraliyê

ENQERE – Hucreya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 17’ê mijdara 2009’an de hat guhertin. Ocalan guhertina vê hucreyê wekî darbe pênase kir. 14 mehin bi tu awayî agahî ji rewşa Ocalan nayê girtin. Rayedarên dewletê ku bi CPT û AÎHM’ve hatin girêdan, li xwe mikur hatin û diyar kirin ku Îmralî tenê ji aliyê Tirkiye ve nayê rêvebirin û gotin: “Îstîxbarata Îngîlîzan jî hat vir. Parêzerên di nava heyetê de hatin li ser navê îstîxbaratê hatibûn.”

 

Piştî Mehmet Ocalan di 11’ê Îlona 2016’an de bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî, 14 mehin bi tu awayî agahî ji Ocalan nayê girtin. Tecrîda 18 salan li ser Ocalan tê meşandin, êdî ket asta mutlak û tecrîda herî giran. Gelek bûyerên ku berê Ocalan li Îmraliyê jiya, agahiyên der barê îro de ronî dike. Di 18 salan de porê Ocalan bi zorê hat jêkirin. Jahr tev li xwarina wî hat kirin. Rastî tundiyê hat. Rastî cezayê hucreya di nava hucreyê de hat. Di 17’ê Mijdara 2009’an de hucreya wî hat guhertin û sewqî hucreyek din kirin. Ocalan xistin hucreya 12 metrekare. Ocalan ev yek wekî hewldana “kuştinê” pênase kir.

 

’17 Mijdar darbe ye’

 

Ocalan di 29’ê mijdara 2009’an de bi parêzerên xwe re hevdîtin kiribû û wiha gotibû: “Ez di 17’ê mijdarê de anîm vir. Ev darbe ye. Ez anîna min a vir wekî darbeyê dinirxînim. Wekî darbeya 17’e mijdarê pênase dikim. Berpirsiyarê vê yekê Tirkiye ye. Divê her kes vê rewşê wisa zanibe. Li pişt vê yekê Îngiltere, Amerika, Îsrail û YE heye. Di vir de firotina dostên me yên Dewleta Yûnanîstan ya dostane heye. Ya ku ez anîm vir. DYA ye. Rayedarekî DYA’yê ez anîm heta vir û teslîmî Tirkiye kirim. Li vir peywira dewleta tirkiye jî wekî gardiyanî diyar kiriye.”

 

Operasyonên piştî KCK’ê  

 

Piştî hucreya Ocalan hat guhertin, pêve girêdayî hin bûyer pêş ketin. Girêdayî rewşa Ocalan di 14’ê Nîsana 2009’an de AKP û Cemaet bûn yek û dest bi operasyonên siyasî kirin. 10 hezar siyasetmedarên kurd binçav kirin û girtin. Geşedanên piştre pêş ketin, Ocalan ku CPT, AÎHM û hêzên Ewropa berpirsiyar nîşan dide piştrast dike. Beriya van geşedanan 2 sal berê CPT Îmralî ziyaret kir û rapor amade kiribû. CPT xwestibû ku odeya Ocalan bê guhertin. CPT, beriya ku Ocalan têxin hucreya nû di 26-27’ê çileya 2010’an de Îmralî ziyaret kiribû û rapor weşand. CPT, xistina Ocalan a hucreyê erê kir û di raporê de aşkere kir ku şertên Ocalan li gorî standartên navneteweyî ne. CPT îdîa kir ku îdîayên tecrîdê ne rast in. Ocalan ku ev rewş wekî hewldana kuştinali dijî wî pênase kir, CPT got hin kêmasî hatin derbaskirin û ev wekî delîl nîşan da.

 

Ocalan di hevdîtina 29’ê Mijdara 2009’an de berpirsiyarê vê yekê CPT û DMME berpirsiyar dît û wiha gotibû: “CPT û DMME girtîgeha nû pêşniyar kir. Ev di heman demê de pirojeya wan e. Girtina min a di nava van şert û mercan de projeya wan e. Ji xwe min der barê şert û mercên vir de rapor amade kir û ji CPT û DMME’yê re şan. Bin di raporêde aşkere kir ku pêwiste şert û mercên vir bên başkirin. Min ji CPT û DMME’ê xwest ku şert û mercan rast bikin û berpirsiyariya xwe pêk bînin. CPT berê jî hat lêkolîn kir. CPT xwest ku înşaeta Tîpa F bê avakirin û şertên Tîpa F bê avakirin. Hemû bi daxwaza CPT’ê pêk hat. Ji min re gotin dê şertên te li gorî berê baştir bibin, lê şertên min ji berê xerabtir bûn. Divê berhemên xwe yên li vir ava kirine bibînin. Nikarin min bi xapînin”

 

Bi erêkirina CPD’ê tecrîd hat girankirin  

 

Piştî CPT’ê diyar kir ku dê her tişt ji berê baştir bibin tecrîd bêtir hat girankirin. Di sala 2011’an de rê li pêş hevditina bi parêzeran re hat girtin. Gelek parêzerên Ocalan di operasyona KCK’ê de hatin girtin. li ser çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan tecrîda bi erêkirina CPT’ê hat şikandin û rê li pêş pêvajoya çereseriyê vebû.

 

Guhertinên biçûk

 

Piştî çalakiya greva birçîbûnê di şert û mercên Ocalan de hin guhertinên biçûk çêbûn. Çend girtiyên ji doza PKK’ê dihatin darizandin birin Îmraliyê. Serokwezîrê AKP’ê Erdogan di sala 2014’an de got hin guhertin çêbûn. Gotibû ji vêya baştir tiştek nabe.

 

Geşedan ne bi destê Tirkiyê ye

 

Rayedarên ku li ser navê dewletê di pêvajoya  çareseriyê de bi Ocalan re hevdîtin kirin itîraf kirin ku hemû geşedan ne bi destê Tirkiye ye. Di ziyareta 27’ê sibata 2015’an de îtîrafa ku rêxistinên îstîxbaratê yên li Îmraliyê bi vê gotinê hatibû ziman: “Ocalan: Ji min re dibêjin dê birevin. Ez dê li vir bimînim. Ez ji Tirkiye dernakevim. Berdin min jî ez naçim. Ez dê wan derxim.”

 

KGM: Vir axa we welatê we ye. Ne hedê tu kesî ye.

  1. Ocalan: Divê em hin tiştan derbas bikin. Binerin ji bo min hezar kes li vir tên rawestandin. Berê jî pisporên herba taybet hebû. E… Bey (bi gumanek mezin behsa Emre Taner tê kirin) beriya bê vir ekîbek hat vir. Nameyên min hebûn. Name li tayekî gîrêdabûn. Min li wan nerî wan li min nerî. Ta qetandin û name belav kirin. Beriya ku derkevin ji min re gotin ‘Ji bîr neke 150 metre em dûrî te ne. Ez ji bîr nakim. Dibe ku li vir bin. Dibe ku min bikujin.”

 

Li ser navê Leyla name şandin

 

Dîsa li ser navê Leyla nameyek ji min re hat. Gotibû dewra çekan bi dawî bû. Ez wê demê pir ji Leyla hêrs bûm. Dema Leyla hat min jê pirsî. Wê jî got agahiya min ji nameyan tune. Dîsa bûyera sêyemîn jî yek ji peywirdanan hat vir. Destê xwe avêtibû kemera xwe û peyam dida min. Dema min li kemera wî nerî stêrka cuhîya li ser hebû. Stêrka Dawût diçirûsî. Bi deqeyan wisa rawestiya. Xwest ez wê peyamê bigirim. Xwest bêje ‘Ez Mossad im li vir im’. Yanî Mossad jî ketin vir.

 

Rayedarên dewletê: Heta îstîxbarata îngîliz jî hat vir

Ocalan: Erê. di nava heyeta ku ji ewropa hatin de hebûn.

Rayedarên dewletê: Du parêzerên hatin vir li ser navê îstîxbarata îngîlîz hatibun.”

16.11.2017

Rojev24

 

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

أضف تعليقاً

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني. الحقول الإلزامية مشار إليها بـ *