LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / QSD ê 20 KM nêzî sînorê Iraqê bûye û li rojhilatî çemê Firatê pêşve diçe

QSD ê 20 KM nêzî sînorê Iraqê bûye û li rojhilatî çemê Firatê pêşve diçe

DÊRA ZORÊ – Hemleya Bagera Cizîrê bi rizgarkirina heremên giring didome, di vê çarçoveyê de niha li gundê Sihêl rojhilatî çemê Firatê şer diqewime û şervanên QSD ê pêşveêûna xwe li gundewarê rojhilatê çemê Firatê didomîn in.

Hemleya rizgarkirina rojhilatî Dêra zorê ya (Bagera Cizîrê) ku ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk QSD ê ve di 9 Îlonê de hate ragihandin di roja 67 an de bi hemû leza xwe dewam dike.

Li gorî ragihandina fermî ya Navenda Çapemeniya Dêra zorê hate ragihandin ku li Dêra zorê pêşveçûna şervanan bi rizgarkirina hermên nû û stratejîk rojane didome.

Li gorî agahiyên ku ji aliyê QSD ê ve hatin dayîn de, hate eşkere kirin ku di 12 Mijdarê de şervanan zeviyê petrolê yê Tenek ku 35 km rojhilatî Dêra zorê ye rizgarkirine. Şervanan diyar kirin ku di encama pevçûna rizgarkirin zeviyê Tenek de 19 çete hatin kuştin, 4 erebeyên çeteyên DAIŞ ê yên cebilxaneyê hatin rûxandin û cenazeyên 7 çeteyan kete destê hêzên QSD ê de.

Di berdewama pêşketinên şervanan gundê Bisêra li sêgoşeya rastî çemê Xabûr û Firatê hate rizgarkirin û di encamê de 6 çeteyên DAIŞ ê hatin kuştin.

Ji aliyekî din ve jî li gorî çavkaniyên ji Dêra zorê hate eşkere kirin ku roj bi roj rewşa sivîlên li girava Hiwêca Katî li bakur rojavayî Dêra zorê xerabtir dibe, ji ber ku rêjîma Sûriyê rê nade bi sedan sivîl derkevin ji ber ku giravê topbaran dike.

Li ser vê yekê Hevseroka Meclîsa Sivîl ya Dêra zorê Leyla El Hesen ragihand ku bi sedan sivîlên li Girava Hiwêca Kati ji ber topbarana Rêjîma Sûriyê di dorpêçê de ne û rewşa wan her ku diçe aloztir dibe.

El Hesen di dawiya axaftina xwe de bang li rêxistinên navnetewî kir ku xwedî li wan sivîlan derkeve û ji topbarana Rêjîma Sûriyê xelas bike.

Her dawî jî di riya çavkaniyên ji Dêra zorê hate ragihandin ku niha şervanên QSD ê nêzî sînorê Iraqê 20 km bûne û nêzî Ebû kemal jî bûne. Ji aliyekî din ve jî QSD ê gundên El Şihêl û El Zer li gundewarê rojhilatî El Bisêra rizgarkirine.

Çavkaniyan da zanîn ku niha li Sihêla pêşveçûna şervanên QSD ê didome û şerekî giran rû dide û hêzên QSD ê li aliyê rojhilatî çemê Firatê ve pêşvediçe.

16.11.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً