LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Dagirkirina Idlib û gefxwarina li ser Efrînê

Dagirkirina Idlib û gefxwarina li ser Efrînê

Adnan Mustafa

Her çiqas avakirina heremên asta pêvçûna kêm a bi peymaneke di navbêra Rûsiya û Tirkiyê de li heremên Heleb û Idlibê hatibe dayîn û weke biryara Astana 6 derketibe jî, lê tişta ku îro li Idlibê û gundewarên bakurê Helebê tê jiyankirin tu eleqeya xwe bi peymana Tirkiye ya bi Rûsiya re kirî tune ye.

Tirkiye bi hezaran hêzên xwe yên komando li gel alavên leşkerî û tangên xwe xiste parêzgeha Idlibê. Lê di vê heremî de tiştê di ragihandinê de tê gotin û yê di pratîkê de tê jiyankirin ji hev pir cuda ne. Tirkiye ji sedî 15 û li ser 18 biryargehên leşkerî artêşa xwe belav kiriye. Lê ya balkêş, ji wan 18 navendên ku Artêşa Tirk girtiye 14 ji wan li ser sînor û tixûbên Kantona Efrînê ye. Ev navendên Artêşa Tirk ji Kampa Penaberan a Bajaroka Atma ya nêzî gundê Dêrbalût bigire, heyanî digihêje Kela Semhanê û çiyayê Pîr Beraket ku bi nave Şêx Berakat jî tê nasîn, diçe. (Di dîrokê de navê vê çiyayî Pir Berakat te, yek ji mezargeha ola Êzidiyan e). Ev der hemû dikevin qada navçeya Cindirisê ya Kantona Efrînê. Ji ber vê yekî ye ku Serok Komarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AKP’ê Erdogan derdikeve Efrînê tehdît dike.

Artêşa Tirkiyê li ser sînorê Efrînê ku hêza xwe belav kiriye têr an jî bes nabe, ji Tirkiyê re ne bese, niha bi hemû hêza xwe li dûv pilanên qirêje kul i heremê şer biqewime û ev şer bibe wesîleyek ji bo Tirkiye meşrûbûyîna xwe ya di Idlibê de qezanc bike. Ji ber vê yekê, li her navendekî leşkerî ya tirk komên wek e Desteya Tahrîr El Şam û komên Feyleq El Şam ji 15-20 kesan pêk tên heye. Ango leşkeren dewleta tirk û endamên El Tehrîr El Şam dizê qulekê ne, bi hev re radibin, rûdinên û bi hev ra dixûn. Armanca jî ew e ku çeteyên Tehrîr El Şam û El Nûsra li dijî kurdan sor bikin, li herema Efrînê.

Lê dema Tirkiye bi van gav û leftên xwe negihişt meqseda xwe, vê carê dest bi gef û tehdîdan kir. Serokwezîrê hikumeta AKP’ê Bînalî Yildirim, Wezîrê Hûndurîn Suleylan Soylu û Serfermandarê Artêşê û Erdogan jî beşdarî karwanê van tehdîtan bûn. Tirkiye hemû enerjiya xwe xistiye seferberiyê ji bo ku kurd ri Rojavayê Kurdistanê de nebin xwedî statu, lewra sinerjiya xwe, ango nefesa xwe li ser Efrînê xerc dike. Her çendî rastiya dijminatiya Tirkiyê ji hebûna kurdan re hebe jî, lê em baş dizanin ku aliyekî tehdîdên Tirkiyê ya li ser Efrînê armanc jê ew e ku temamkirina projeya Tirkiyê ya dagirkirina Idlibê ye. Tirkiye bi van daxuyaniyên derbarê Efrînê de bala rayagiştî dikşîne ser xwe û ya Rûsan bi xwe re dide mijûlkirin, lê esas meqseda Tirkiyê berfirehkirina dagirkeriya axa Sûriyê ye. Bi taybetî Idlib jî xwe di vê taybetmeniya ku dirêjahiya dagirkeriya Lîwa Îskenderonê de ye. Bi vê yekê Tirkiye hem darê tehdîdên xwe li ser kurdan zêde dike û hem jî di siyaseta dagirkerinê de qonaxeke nû zêde dike.

Di vê çarçoveyê de, ji bo Tirkiyê dagirkirina Qibris a di sala 1974’an de çibû? Di vê merheleyê de jî dagirkirina Idlib jî heman wateyî ye. Ji bo vê yekê li cihê ku rayedarên Sûriyê yên weke Buseyne Şaban û Cafer Îbrahîmî û Beşar El Esad bi kurdan re mijûl dibin ku gefan li wan dixûn, bila herin li hemberê dagirkeriya Tirk rawestin. Rastiya ku Sûri jî weke Sûriyeke hevgirtî mayende û mîsoger bijî, riya wê li hember dagirkeriya Tirkiyê mil bi mil e…!

17.11.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً