LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Li  Nibil û Zehra hêzên Şîa û Rejîmê berê çekan dane hev!

Li  Nibil û Zehra hêzên Şîa û Rejîmê berê çekan dane hev!

EFRÎN – Hat ragihandin ku li heremên Nibil û Zehra di navbêra hêzên Şîa (Hizbûllah) û leşkerên Artêşa Rejîma Sûriyê de gengeşî derketiye û berê çekan dane hev. Tê gotin ku cih bi cih dengê çekan tê û pêvçûn hene.

Li gor agahiyên ji heremê hat bidestxistin, li herêma Nibil û Zehra ya ku li sînorê herêma Efrînê ya Federaliya Bakûrê Sûriyê de ye, demek dirêje di bin qontrola hêzên Şîa ya Hizbullahê de ye, di navbêra hêzên Şîa û leşkerên Rejîma Sûriyê de gengeşî derketiye. Hat destnîşan kirin ku ev gengeşî ku çend roj berê jî çêbibû û îro bûye sedema berê çekan bidin hev.

Li gor agahiyan, li ser riya giştî ya di navbêra Nibil û Zehra û Efrînê de, ji ber pêvçûna di navbêra her du hêzan de hin welatî birîndar bûne.

Hat gotin, gengeşiya ku her çiqas diçe mezin dibe, bi avêtina guleyan re, wesayîtên zirxî, tang û top jî li hemberê hev derxistine. Li gor şêniyên ji nava bajêr agahî didin, dengê guleyan pir zêde tê û pêvçûn berdewam dike.

Nibil û Zehra ku her du jî navçeyên Şîa ne, ev sê salin ji aliyê hêzên Hizbûllahê ve tê qontrol kirin û komên Artêşa Azad a Sûriyê ev 3 sal in heremê dorpêç kirine lê nikarin ji destê Hizbûllahê derbixin. Niha jî tê gotin ku Rejîma Sûriyê dixwaze li ser heremê serweriyê bike û ji ber vê yekî ye gengeşî û pêvçûn derketiye.

17.11.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً