LEZGÎN
الرئيسية / Jin / Çalakiyên ji bo 25’ê Mijdarê bi girse têne organîze kirin

Çalakiyên ji bo 25’ê Mijdarê bi girse têne organîze kirin

NAVENDA NÛÇEYAN – 25’ê Mijdarê roja dijî tundiya li ser jinê ye, di vê çarçoveyê de li heremên ferderal yên Bakurê Sûriyê, li Amedê û li Başûrê Kurdistanê û hwd çalakiyên tevgerên jin ji niha de têne lidarxistin, di çalakiyên jinan de semîner, derketina Qadan, proşor belavkirin û şano pêşandan têne kirin. Di van çalakiyan de hate balkişandin ku jin lazime baş xwe perwerde bike û li ser vê esasî têbikoşe.

Di roja têkoşîna li dijî şideta li dijî Jinê de li hemû qiteyên welatan de, bi hezaran jin ji bo têkoşîn û şermezarkirina tundiya li dijî jinê daketine qadan û cur be cur çalakiyên girseyî lidardixin.

25’ê Mijdarê roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê her sal ji aliyê hemû sazî, rêxistin, komle û tevgeran ve, vê rojê bi çalakiyên girseyî dengê jinê tê bilind kirin. Li bakurê Sûriyê, başûrê kurdistanê, bakurê kurdistanê û Ewrûpayê çalakiyên jinan hatin kirin, di van çalakiyan de şermezarkirina sermaydarê û tundiya ser jinê, giringiya xwe perwerde kirin û zane kirinê esas hatin girtin.

Di nav giringiya jin xwe naskirin û xwe perwerde kirin, ji bo jinan semîner, film, sinefizyon û şano hatin pêşandin. Di çarçoveya şermezarkirina vê rojê de jinên ku cihê xwe di nava Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a Kantona Efrînê de digrin, bi nêzîkbûna 25’ê Mijdarê re, li seranserî Kantona Efrînê li deverên cuda cuda 7 semîner, organîze kir. Semîner li heremên wekî navenda Efrînê, Mabata, Raco, Şêrewa û Bilbilê hatin organîzekirin.

Di vê derbarê de li goî ku hatiye ragihandin, li herema Efrînê ev çalakî hatine lidaerxistin:

Komîteya Civaka Demokratîk li bajarê Efrînê ji mamosteyên jin ên Kurd û Ereb re li Navenda Şano ya Şehîd Rûken, Peymangeha Viyan Amara û Dibistana Şehîd Ezîme 3 semîner li dar xist.

Li Salona Ciwanan a navçeya Mabeta ya Efrînê jî bi beşdariya sedan mamosteyan semînerek pêk hat.

Li Salona KPCD’yê ya navçeya Raco jî semînereke ku nêzî 200 mamosteyên jin û mêr tevlî bûn, hate organîzekirin.

Li ser girîngiya vê rojê li Hola Cebel El-Ehlam a li gundê Basûtê jî semînerek hat lidarxistin. Semîner bi sînevisyonekê dest pê kir û tê de wêneyên li ser hovîtiya li dijî jinan hatin pêşandan.

Li Salona Ciwanan a navçeya Bilbilê jî semînerek ji aliyê rêvebera dibistanên navçeya Bilbilê Bêrîvna Umer ve hate lidarxistin.

Di berdewamiya xebat û çalakiyên jinan de, hate diyar kirin Kongreya Star a Kantona Kobanê çalakiyên xwe yên ji bo 25’ê Mijdarê eşkere kir:

Li ser vê yekê endamên Kongreya Star, HPC-JIN, Asayîşa Jin û saziyên civaka sivîl ên Kantona Kobanê bi durişmeya “Rûxandina pergala Îmraliyê, rûxandina qeydên li ser jinê ye”, çalakiyên derbarê 25’ê Mijdarê de li dar xistin.

Jinan proşor û belavokên girêdayî vê rojê li welatiyên bajêr belav kirin. Di proşoran de roja têkoşîna li hemberî tundiya li ser jinê tê pênasekirin.

Bernameya çalakiyên Kongreya Star ên ji bo 25’ê Mijdarê wiha ye:

-19’ê Mijdarê li Navenda Çand û Huner saet di 10.00’an de 2 semîner têne lidarxistin û saet di 13.00’an de şanoyek tê pêşkêşkirin.

-20 û 21’ê Mijdarê saet di 11.00’an li gundên rojava û rojhilatê Kantona Kobanê semîner têne organîzekirin û saet di 13.00’an de jî şano tê pêşandan.

-22’yê Mijdarê saet di 12.00’an de ji pêşiya Peykerê Jina Azad hetanî Peykerê Şehîd Egîd mêr meşekê lidar dixin û jin jî tevlî meşê dibin.

-23’yê Mijdarê saet di 10.00’an di navbera Dibistana Şehîd Serhat û Dibistana Şehîd Azad şano tê pêşkêşkirin.

-24’ê Mijdarê li bajarê Kobanê û xetên gundên rojava û rojhilat sînevizyon tên pêşandan.

-25’ê Mijdarê saet di 11.00’an de li bajêr xwepêşandaneke girseyî tê lidarxistin. Xwepêşandan ji pêşiya Peykerê Jina Azad hetanî Qada Azadî tê organîzekirin.

Li herema Cizîrê jî ji ailyê Tevgera Kongreya Star ve çalakî hatin lidarxistin, endama Rêveber a Kongreya Star li bajarê Dêrikê Fatma Silêman di civîna derbarê Roja Têkoşîna Şideta li Dijî Jinê de axivî û diyar kir ku pêkanên zagonên jin ku ji aliyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ve hatine derxistin, tundiya li ser jinê kêm dike.

Civîn li Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Dêrikê hate lidarxistin. Civîn bi dirûşmeyên daxwaza azadiya jinê, bi dawî bû.

Li Parka Deriyê qezaya Ranye ya girêdayî Silêmaniyê jî jinên ciwan bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Dijî Şidesta Ser Jinê daxuyaniyek çapemeniyê lidar xistin.

Li Amedê jî bi mebesta şermezarkirina kirinên dîktatoriya AKP’ê û bi daxwaza azadiya Serok Ocalan wê li qadan bin 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navnetewî ya li Dijî Tundiya li Ser Jinê jin xwe hazir dikin ku derkevin qadan.

20.11.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Rûsya û Turkiye li ser Idlibê û Bakurê Sûriye negihştin formekê

NAVENDA NÛÇEYAN- Hikûmeta Rûsyayê ragihand, ew razî nînin Turkiye “herêma aram” ya ku li nav …

اترك تعليقاً